Melayê Cizîrî
(1570-1640 P.Z.)
Di dîroka kurdan de ji kesên girîngtirîn yek jî Melayê Cizîrî ye. Mela him bi helbestên xwe him jî bi raman û baweriya xwe di dilê kurdan de xwedî cihekî taybet e. Navê wî yê rastîn Şêx Ehmed e. Di helbestên xwe de bi pirranî du nasnav bi kar aniye, Mela û Nîşanî. Li Cizîrê hatiye dinyayê. Di warê jidayikbûna wî de dîrokeke misoger nîne. Hinek çavkanî sala 1567'an, hinek ya 1570'yî, hinek jî ya 1589'an jidayikbûna wî nîşan didin. Lêkolîner van dîrokan jî ji hesabê ebcetê derdixin. Lê mirov dikare sala 1570´yî wek sala jidayîkbûna Mela bihesibîne. Di sala 1640´î de dîsa li Cizîrê çûye ser dilovaniya xwe û gora wî ya bihûştin li wir e.
Mela li cem bavê xwe Mela Muhemed dest bi xwendina xwe ya seretayî kiriye. Dûre ji bo berdewamkirina xwendina xwe çûye Amedê, gundê “Setrabas”‘ê. Wekî din jî li Hekarî, Amediye, Iraq û Misrê jî xwendiye. Piştî xwendina xwe diçe Heskîfê. Li wir li ba Mîrê Heskîfê Melîk Kamil dimîne, lê dilê wî dikeve keça Melîk Kamil Selmayê. Ji ber vê eşq û evîna xwe ya mecazî di sih saliya xwe de dest bi helbestan dike û ne tenê di nava kurdan de li cîhanê dibe helbestvanekî bijare. Bi rastî jî Mela di helbestvaniya xwe de ji Mewlana û Şîrazî û Goethe ne kêmtir e. Heta vê yekê ew bi xwe jî di helbesta xwe ya jêr de wiha diyar dike.
Ger lu'lu yê mensûr ji nezmê dixwazî
Wer şi'rê melê bîn, te bi Şîrazî çi hacet.
Felsefeya Mela: Feylesofê Yewnan Thales, hêmana bingehîn weke avê girtiye dest xwe, Anaximenes wek hewayê girtiye dest xwe, Herakleitos weke agir girtiye dest, Empedokles çar hêmanan tîne ba hev û wan weke av, ax, agir û hewayê digire dest xwe. Lê Melayê Cizîrî li van hêmanan yeke din jî zêde dike û dibêje “evîn” jî ji hêmanên bingehîn yek e. Gava ev çar hêman mirovan berdin jî, evîn mirovan bernade û her û her bi wan re dimîne.
Lê paşê ev eşq û evîn ji hev qetiyan û li giyanber û negiyanberan belav bûn. Ev eşq û evîn ket axa welatan, lewma mirov ji welatên xwe hez dikin, ket rûyê jinan, lewma miro ji wan hez dikin, ket dêr û kenîşteyan, lewma mirov diçin dêr û kenîşteyan.
“Li gorî Seydayê Cizîrî, di nava olan de cudatî tuneye, hemû yek in. Lewra hemû ji rihekê tên û dîsa diçin derekê. Ew der jî hizûra Xwedê ye.
Mirov dikare bêjê Mela him bi helbestvaniya xwe, him jî bi bîr û ramanên xwe, digel ew qas salên borî hê jî wekî şebçiraxekê di dilê Kurdistanê de pêxistî ye. Şewqa welatperwerî û dildariya wî hê jî rêya kurdan ronî dike.
ŞEBÇIRAXÊ ŞEBÊ KURDISTAN IM
Yusifê cur-'ekeşê hîcran im
Nuqteya daîreye zîndan im
Lew şubê daîre sergerdan im
Badenoşê gedehê hurman im
Bi dil ateş ji ceger buryan im
Lew perîşan im û pur êşan im
Aşîqê nazik û mehbûban im
Tu mebîn bê ser û bê saman ıın
Gulê baxê iremê Buhtan im
Şebçiraxê şebê Kurdistan im
Çi tebiet beşer û însan im?
Lillahilhemdi çi alîşan im
Di riya yarê li rêza san im
Lew di iqlîmê suxên xaqan im
Sibehê 'îd e, û ez pê zanim
Ku bi kêra te seher qurban im
Xweş birîndarekî bê derman im
Carekê şefqe ke rûh im, can im
Ji Xwedê re veke benda beriyê
Dînbirê hori-mîsalê zeriyê
Nazike neyşekerê sur-periyê
BI ROJÊ RA TU HEVDENGÎ
Sabahul xeyri xanê min
Şahê şêrîn zebanê min
Tu yî rûh û rewanê min
Bibit qurban te ncanê min
Tealellah çi zat î tu
Çi wê şêrîn sîfat î tu
Ne wek qend û nebat î tu
Yeqîn rûh û heyat î tu
Heyat û raheta canim
Sabahul xeyrî ya xanim
Were bînahiya çehvan
Bibînim bejn û balayê
Sebahul xeyri mesta min
Letîfa cambidesta min
Xumar û meyperesta min
Tu yi meqsûd û qesta min
Ji meqsûdan tu yî bes min
Bibin ber çerxé etles min
Ji xeyri te nevêt kes min
Bi reştûzên muqewwes min
Di benda zulfê çewkan nim
Sebahul xeyri ya xanim
Were binahiya çehvan
Bibinim bejn û balayê
KUŞTIME NAKIT YEQÎNÊ
Şox û şengê zuhrerengê
Dil ji min bir dil ji min
Awirên heybet pilingê
Dil ji min bir dil ji min
Wê şepalê miskê xalê
Dêmdûrê gerden şemalê
Cebheta biskan sema lê
Dil ji min bir dil ji min
Zulf û xalan nûn û dalan
Wan ji min dil bir bi talan
Goşeyê qewsê hilalan
Dil ji min bir dil ji min
Dên nedîrê bo 'ebîrê
Xemrî û gîs û herîrê
Sîne kir amancê tîrê
Dil ji min bir dil ji min
Surşirînê nazenînê
Kuştim û nakit yeqînê
Wê bi çengala evînê
Dil ji min bir dil ji min
Fetl û taban da xuraban
Ebleq û cohtê şebaban
Dame ber pence û kulaban
Dil ji min bir dil ji min
Xweşxeramê ez xulamê
Nazikê şîrînkelamê
Tûtiya eywanmeqamê
Dil ji min bir dil ji min
Mahitabê afitabê
Dêm ji roj û şeb niqabê
Xweş bi çengal û kulabê
Dil ji min bir dil ji min
Rohniya çehvên Melayî
Ew tecellaya te dayî
Ya ji Ehmed dil revayî
Dil ji min bir dil ji min