Ehmedê Xanî

Ehmedê Xanî

1651-1707 P.Z.

Li gorî agahdariyên serwext, meriv dikare bibêje ku Ehmedê Xanê di 1650-51-ê de (îhtîmala herî xurt jî di 1651-ê de) li gundê Xanê yê bi Hekariyê (Colemêrgê) ve girêdayî hatiye cihanê.
Li gor gelek lêkolîner û nivîskaran, Xanê him navê gundê wî ye, him jî navê eşîra wî ye. Ji ber vê çendê Xanî bûye paşnavê wî. Li ser cihê vê êlê dîtinên cuda hene. Li gor van dîtinan, cihê vê êlê ji Cizîra Botan heta derdora Wanê tê guhertin.

Xanî ne tenê ji helbestvanên kurd yekî bi nav û deng e, di heman demê de feylezofekî mezin e jî. Her wiha afirînerê hişmendiya Neteweya Kurd e .

Zimanzan û nivîskarê mezin Celadet Bedîrxan di derheqê Ehmedê Xanî de wiha dibêje: "Ehmedê Xanî jî, wek pêxemberên olî yên mezin xwedî pirtûk e. Lê Ehmedê Xanî pêxemberê diyaneta me ya neteweyî ye, ango kitêba miletê me ye." Dîsa di 300 saliya ronahîdîtina wê de Rohat Alakom bi awayeke gelekî di cîh de navê 'Manîfestoya Millî ya Kurdan' lê kiriye.

Ehmedê Xanî di şeş saliya xwe de li cem bavê xwe dest bi xwendinê kiriye. Piştre li gelek medreseyên Kurdistanê geriyaye û xwendina xwe domandiye. Di 14 saliya xwe de jî dest bi nivîsînê kiriye. Dema ku nivîsîna "Mem û Zîn"ê temam kiriye 44 salî bûye. Li gor hesaban Ehmedê Xanî di sala 1695´an de Mem û Zîn qedandiye. Xanî li Kurdîstana Bakur li bajarê Bayezidê di sala 1707´an de çûye ser dilavaniya xwe.. Gora wî li bajarê Bayezidê ye. Tirba Xanî ziyaretgeha kurdan a mezintirîn e.

Berhemên wî yên sereke:

1. Mem û Zîn; (pz di sala 1695´de hatiye nivîsandin)
2. Nûbara Biçûkan; (pz di sala 1686´an de hatiye nivîsandin)
3. Eqîda Îmanê;
4. Eqîdeya îslamê
5. Dîwan

Xanî, bi "Mem û Zîn"a xwe ya ku Destana Neteweyî ya Kurdan e, di dilê Netewa Kurd de cihê bilintirîn girtiye û bi wî awayî di nav gelê xwe de bûye Xanî yê Nemir.

Mem û Zîn a Xanî di sala 1919´an de li Stenbolê hatiye çapkirin. Seyda Hemze jê re dîbaçeyek nivîsandiye. Tê de dibêje ku Xanî Nûbara xwe di sala 1094´ê hicrî (1686´ê pz.) de nivîsandiye. Ango ev dîrok neh salan berî qedandina Mem û Zîn’ê ye.

DERDÊ ME

Ger dê hebûya me padîşahek
Laiq bidiya Xwedê kulahek

Tayin bibûya ji bo wî textek
Zahir vedibû ji bo me bextek

Hasil bibûya ji bo wî tacek
Elbette dibû me jî rewacek

Ger dê hebûya me îttîfaqek
Vêkra bikira me înqiyadek

Rom û Ereb û Ecem temamî
Hem'yan ji me re dikir xulamî

Tekmîl-i dikir me dîn û dewlet
Tehsîl-i dikir me ilm û hîkmet

Ez mame di hîkmeta Xwedê da
Kurmanc di dewleta dinê da!

Aya bi çi wechî mane mehrûm
Bilcumle ji bo çi bûne mehkûm?

Kurmanc ne pir di bê kemal in
Emma yetîm û bê mecal in,

Fiil cumle ne cahil û nezan in
Belkî sefiil û bê xudan in.

Ger dê hebûya me jî xudanek
'Alî-keremek, letîfedanek,

'İlm û huner û kemal û iz'an
Şi'r û xezel û kîtab û dîwan

Ev cins bibûya li ba wî me'mûl
Ev neqd bibûya li ba wî meqbûl,

Min dê 'elema kelamê mewzûn
'Alî bikira li banê gerdûn

Bi navê ruhê Melê Cizîrî
Pê hej bikira 'Elî Herîrî

Keyfek we bida Feqihê Teyran
Hetta bi ebed bimayî heyran…

Ji pirtûka Mem û Zîn

GAZIN Û LAVAYÎ JI XWEDÊ

Ji bo kesê dilsotî miraz î
Ji rê dûrdixî tu kê bixwazî

Kesê bixwazî ji rê derxînî
Bi ciwaniyê wî dibilînî

Yê li ber wî reya rast vedikî
Çavdêrî û guhdanê le dikî

Wî dibî cih û meqamên bala
Wî dikî mirê bi tox û ala

Adem bo te hêj nebû perestkar
Te bo wî firişte kirin serxwar

Te Îsa çawa bi ezman gihand?
Ma wî çi kirbû ku te ew heband?

Wê dersa te da Îdrîs bi dizî
Bê guman ew bir cihên pîrozî

Iblîsê reben û bê tawan bû
Heta li gel wî tu bi guhdan bû

Rojê perestî dikir hezar car
Çiku tu bo wî bûyî alîkar

Wî ser ji xeyrî te re neçimand
Te ji ber derê xwe ew qewitand

Wî tenê bo te datanî enî
Xişma te jî ew kire cehnemî

Subhan ji te re ey çake Yezdan
Hikmeta te hîç nizane însan

Têgihiştiyên wek Pêxemberî
Derbarê te got: Me nas nekirî

Îcar çi gazin dibin ji Xanî
Ku rê winda ke ew jî nezanî?

Ew rê dizane lê tenê eger
Xwedê alîkar be yan pêxember

Ya Reb tu bi heqê pêxember kî
Ji  boyî Xanî xwe nas û der kî

Ji pirtûka Mem û Zîn
Bi kurmanciya îro: Jan Dost