Birîna Bê Derman Helepçe

Li ser birîna dawiya sedsala 21an ango komkujiya ku Saddam bi navê Baasa serwera Iraqê li ber çavên cihana wîjdankor da pêkanîn re tam 36 sal derbasbûn, lê birîn hê jî kewa nebûye. Di wê komkujiya kîmyewî de li dora 6000 jin, zarok û kalên Kurd jiyana xwe ji destdan. Vê xwînxwariyê li cihana kerr û lal wek şokekê deng veda. Her çendî pergala Baasîzmê li pey wê derbeyeke mezin xwaribe û ketibe nav pêvajoya têkçûnê jî, hê jî bêhna gaza xerdelê ji wê xakê tê. Encamên wê yên li ser beden û genê mirovên herêmê bi dawî nebûye. Li ezmanê wê xakê her rojên îniyan hawar û şîn e.

Eliyê Kimyewî bi fermana serkirdeyê Baasa Iraqê Saddam 16ê Adara 1988an, bi xutbeya roja îniyê gaza xerdalê, ya kimyewi reşand ser Helepçeyê. Ji ber vê egerê gel ji Komkujiya Helepçê re „Îniya Xwînîn“ jî dibêjin. Li pey Hiroşîma û Nagazakî, ev dengê wehşeta bi destê xwînxwaran jî weke şokekê li cihanê belav bû. Lê ji ber bêxwdîbûna gelê kurd her kes bêdeng û metal mabû. Welatên ku vê gaza kîmyevî û teknîka wê dabûn Baasa Iraqê, wê rojê di nava rûreşiyê de li veşartina tewanên xwe digeriyan ku pêşî li darezandina xwe bigirin.

Dagirkerên bi piştgiriya serwerên cihanê, welatê me dagir kirine ji bo afirandina yek netew yek ziman û her hewldane ku bi bîrdoziyên nijadperest weke baasizm, kemalîzm û îranizmê dixwestin gelê me bi koteke di nava nîjadperestiyên xwe yên qirêj de bihelînin û têkbibin. Gelek caran jî li ser parvekirina xaka Kurdistanê bi hev ketine û bi wan boneyan li welatê me her komkujî pêk anîne. Serweriya Baasa Iraqê, ya xwînxwar şerê bi Îranê re weke boneyeke gurkirina nîjadperestiyê bi kar anî. Pişti amadekirina zemînê, wê bi navê Enfalê berê xwe da Kurdistanê. Bi taybetî jî li ser wî bingehî komkujiyên bi rengên cuda pêkanîn. Anegorî belgeyên berdest di Enfalê de ji 150 000î zêdetir Kurd hatin kuştin. Gaza xerdalê, ya li Helepçeyê hat bikaranîn jî wek encam û gefxwarinê ya herî dawiyê bû.

Li gorî belgeyên dadgeha Laheyê fîrmaya Holandî ya bi navê „Otjiaha“ bi tonan gaza „tiodiglikol“ û teknîka hilberîna gaza xerdalê firotiye serweriya Baasa Iraqê. Fermandarê serweriya Baasê Eliyê Kimyewî (Serliq: Ali Hasan el Mecid el Tîkrîtî) jî ev gaza xerdalê bi fermana Saddamê serweriya Baasa Iraqê li Helepçeyê bi kar aniye. Ev doza li Laheyê jî, li ser serî lêdana 5 leşkerên îranî, yên ku bi çekên kîmyevî birîndar bûne, hatiye vekirin. Ne ku li ser komkujiya Helepçê! Hê jî dadgeha qaşo dadgeheke navnetewî ye, di vî warî de bêdeng e.

Wer xuyaye, peymanên navnetewî jî ji bo me derbas nabin. Em hinek wê mijara qaşo dadgeh û peymana navnetewî vekin: Çekên kîmyewî di peymana Cenevreyê ya di sala 1925an de hatiye qedexekirin. Pişt wê bikaranîna çekên kîmyewî weke tewana şer hatiye pejirandin. Di benda sêyan a peymana çaran a Cenevreyê de biryara di şeran de parastina sivîl û cigehen sivîl ku lê dijîn jî hatiye bicihkirin. Di vê peymanê de biryara tewanên wiha yên di dadgeheke navneteweyî de bên darizandin, jî heye. Lê mixabin ku berpirsên vê peymanê li hemberê vê tewan û wehşeta li Helepçeyê erkên xwe yên hiqûqi pêk neanîne. Her çendî Helepçe rûreşiyeke dada navnetewî be jî, rêvebirî û rewşenbîrîya Kurd jî erkên xwe bi rikî pêk neanîne. Di parlamentntoyên welatên „Îsveç, Norveç û Îngilîz“ de komkujiya Helepçeyê hatibe pejirandin jî hê piraniya cihanê bêdeng e.

Em li ser navê Enstîtûta Kurdî ji bo Lêkolîn û Zanistî careke din bi nefreta dil vê komkujiyê şermezar dikin, bi boneya vê rojê li hemû welatan bang dikin ku wê komkujiyê wek komkujiyeke mirovahiyê bipejirînin û erkên peymana Lozanê ya navneteweyî di pratîkê de pêk bînin.

Rêvebiriya Enstituya Kurdî ji bo Lêkolîn û Zanistî.
15.03.2024