Pîrozbahiya Roja Jinên Cîhanê ya 8ê Adarê

 

ROJA JINÊN CÎHANÊ YA 8Ê ADARÊ PÎROZ BE!

Di dîrokê de, piştî ku li ser rûyê cîhanê serweriya pergala pederşahî hat zeximkirin, rewşa jinê roj bi roj xirabtir bû û li ser jinê zulm û zordestî bi tundî hat berdewamkirin. Ji ber ku nîvê nifûsa cîhanê jin in, wî nîvî roj bi roj bandora xwe wunda kir. Pergala pederşahî, jin weke xulam dît û di nav civakê de zayendperestîya mêr bû serwer û rol û rista jinê roj bi roj bi paş ve çû.

Jinan jî di her firsendê de li dijî zayendperestiya mêr têkoşîna xwe bi pêşve bir û ji bo mafên xwe yên wekhevî, civakî, siyasî û ekonomîk ku ew mafên xwezayî ne,  têkoşîna xwe bilind kirin. Û dest bi avakirina rêxistinî kirin.

Di rojên 7 û 8 Adara sala 1857an de jinên kedkar li YDAyê li bajarê New-Yorkê grev pêk anîn. Mixabin di encamê de polêsan êrîşî jinan kir û jin dorpêç kirin. Di vê rûdana kirêt de agir bi fabrîkayê ket û 120 jin hatin kuştin.

Dîsa jinan li New-Yorkê roja 8 Adara 1908an ji bo mafê sendîkayê û mafê dengdanê mîtîngeke mezin li dar xist.  Partiya Sosyalîsta Amerikayê li New-Yorkê roja 28ê Sibata 1909 “Roja Jinê” li dar xist û “Roja Jinê” pîroz kir.

Di sala 1910an de Konferansa Jinên Sosyalîst, a Navneteweyî hat lidarxisin û ji bo ku her sal “Roja Jinê” bê pîrozkirin, di vê konferansê de hat pêşniyarkirin.

Di navbera rojên 6-27ê Tabaxa sala 1910an de Konferansa Navneteweyiya Jinên Sosyalîst, a Enternayonala 2 yemîn kom bû. Di vê konferansê de delagasyona Partiya Soyal Demokrata Almanyayê, ya ku ji Clara Zetkin, Kate Duncker û havalên wan pêk dihat, ji bo ku her sal “Roja Jinê” bê pîrozkirin pêşniyazname dan. Ev pêşniyazname, bi yakdengî hat pejirandin û di vê salê de yekemîn “Roja Jinê” hat pîrozkirin.

Di sala 1917an de jinên Yekîtiya Sovyetan mafê dengdanê bi dest xistin. Bi vê destkeftinê re li Yekîtiya Sovyetan roja 8ê Adarê bu cejna fermî.

Herwiha di sala 1921an de li Moskovayê Konferansa Navneteweyiya Jinên Komunîst a Enternasyonala 3.yemîn “Roja Jinê” weke “Roja Jinên Kedkarên Cîhanê” hat binavkirin.

Vê têkoşîna jinê di roja 16ê Kanûna sala 1977an de encam wergirt û di Civîna Giştiya Neteweyên Yekbûyî (Koma Neteweyan) de roja 8ê Adarê weke “Roja Jinên Cîhanê” hat qebûlkirin.

Em îro dibînin ku jinên Kurd bi çalakiyên xwe yên li her deverên Kurdistanê bi Berxwedana Kobanê, û bi pêngava “Jin, Jiyan Azadî” bûne pêşengên jênên cîhanê.

Em li ser navê Înstîtûta Kurdî Ji Bo Lêkolîn û Zanistî li Almanya, piştgiriyê didin vê têkoşîna pîroz û “Roja Jinên Cîhanê li hemû jinên cîhanê, bi taybetî jî li jinên Kurd û Kurdistanê pîroz dikin.

 

Înstîtûta Kurdî Ji Bo Lêkolîn û Zanistî Li Almanya

08.03.2024