21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê

 

21ê sibatê “Roja Zimanê Dayîkê” ye. Dema ku Bengladeş di bin bandora dewleta Pakîstanê de bû ku jê re Pakîstana Rojhlat dihat gotin, ji aliyê desthilatdariya İslamabadê ve hat xwestin ku zimanê Urdû bibe zimanê Gelê Bengalî yê fermî. Li ser vê yekê Bengaliyan nerazîbûna xwe nîşan da û gelek mutîng û xwepêşandan pêk hatin. Di çalakîyên 21ê Sibata 1952an de li Dakkaya Serbajarê Bengladeşê pênc xwendekarên “Dhaka Medical College”ê, yên ku dixwastin zimanê “Bengalî” wek zimanê fermî bê qebûlkirin, ji alîyê polêsên dewleta Pakîstanê ve hatin kuştin. Her wiha ji bo bîranîna van cîwanan û girîngîya zimanê dayîkê, ji aliyê UNESCOyê ve 47 salan piştî vê bûyerê, ango di 17ê mijdara 1999an de, 21ê Sibatê wek “Roja Zimanê Dayîkê” hat pejirandin. Di sala 2000î de cara yekem ev roj hat pîrozkirin û her wiha heta îro her sal di 21ê sibatê de tê pîrozkirin.

Zimanê ku bi taybetî mirov ji dayîka xwe û civaka mirov tê de dijî  dibîhîze û fêr dibe, re zimanê dayîkê tê gotin. Zimanê dayîkê kesayeta civakîya mirovan diafirîne. Ya herî pewist û giring ev e ku netewe û hişmendiya neteweyî bi hevkariya vî zimanî derdikeve holê û dirûvê werdigire. Di cihanê de her neteweyek bi zimanê dayîka xwe tê nasîn. Kurd bi kurdî, Tirk bi tirkî, Faris bi farisî û Ereb jî bi erebî dipeyîvin û tên nasîn. Ji bona ku netewe karibin hebûna xwe bidomînin, divê zimanê xwe yê dayîkê biparêzin û di hemû qadên jîyanê de bi kar bînin.

Li gorî raporeke UNESCOyê di dinyayê de nêzîkî 6 000 ziman hene. di vê sedsala ku em tê de dijîn, ji van zimanan nêzikî 2 500?(li cîhanê), li Tirkîyê jî 18 ziman ber bi windabûnê ve diçin. Ji wan zimanan yek jî zaravaya Kirmancî ango Zazakî ye.

Windabûna zimanan, windabûna çand, civak, gel û netewan e. Ziman û  netewe bi hev ve girêdayî ne û hebûn û tunebûna hevdu ne. Mirov çi qas zimanê xwe biparêze, ew qas jî hebûna xwe diparêze. Em çi qas rûmet û qîmetê bidin zimanê xwe, ew qas jî didin xwe û neteweya xwe. Dema ku ziman ji jîyana rojane û ji çandê, nivîsê û ji qadên zanistîyê derbikeve, mehkûmê mirinê dibe. Ziman zindî ye, bi jîyana civakan re diherike û dimeşe. Zindîtîya zimanê me tenê dikare bi “axaftin, nivîsandin û jîyaneke Kurdewarî” were berdewamkirin. Di parastin û dewlemendkirina zimanê me de çi were ser milê kê, divê ew vê erka xwe ya neteweyê bîne cî û hemû kes, dezgeh û sazî, xebat û xîretên xwe bi her awayî îhmal nekin.

Bi sedsalan e, di erdnîgarîya Rojhilata Navîn de, kurdî di bin bandora înkarî, bişavtin û tunekirinê de maye. Lê bi alîkarîya berhemên zargotinî(wêjeya devkî) û bi axaftin û lorikên dayîkan(û dengbêjan) li ser pêyan maye û winda nebûye. Ji ber vê yekê em li ber hemû kesên ku di mal û malbatên xwe de kurdî bi kar anîne û bi kar tînin, bejna xwe ditewînin. Kurdî çi qas qedexe bûye, ew qas jî bi xîret û alîkarîya dayîk û gelê me, bi rewşeke xwezayî dewlemendîya xwe berdewam kirîye. Her wiha hatîye parastin.

Ji bo zimanê me li ser xwe û zindî bimîne, pêwist e ku em hemû Kurd, di mal û malbatên xwe de, di sazî û dezgehan de, di danûstandin û bazaran de bi xwezayî kurdî bi kar bînin. Kurdî zimanekî tewangbar, herikbar, bi rêzik û qeydeyên taybet û dewlemend e. Ji ber vê yekê li ser xwe maye û wenda nebûye. Me ji dapîr û babîrên xwe, ji dê û bavên xwe emanet girtîye. Ev emanetê ku ev qas dewlemend û rengîn, me çawa ji dê û dapîran, ji bav û kalan girtiye, divê em ê bi wî awayî, bi alav û derfetên rojane teslîmî/radestî pêşerojê bikin.

Civakên ku zimanê xwe neparêzin û rûmetê nedin zimanê xwe, di bin bandora ziman, çand û hunerên din de dimînin û ji çand, huner û zimanên xwe û ji xwe dûr û bîyanî dikevin. Kesên ku ji zimanê xwe dûr bikeve, ji çanda xwe, hebûn, kesayetî û nasnameya xwe jî dûr dikeve. Ji ber wê yekê bikaranîna ziman, hebûn û tunebûna netewan e û xerca/dermanê yekîtîyê ye.

Li ku derê dibe bila bibe, perwerdehiya bi zimanê dayîkê ji bo mirov mafeke herî bingehîn e. Ziman ji bo mirovahîyê pêmayiyeke hevbeş e, divê em li vê pêmayiyê xwedî derkevin û wê biparêzin.

Bi vê bîr û baweriyê em 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê, bi gelemperî li hemû gelên bindest ên cihanê, bi taybetî jî li Gelên Kurdistanê pîroz dikin û dibêjîn:

Bi kuedî bihizire!

Bi kurdî biaxive!

Bi kurdî bixwîne!

Bi kurdî binivîse!

Her bijî Zimanê Dayîkê!

Hagen, 19.02.2023

Înstîtûta Kurdî

ji bo Lêkolîn û Zanistî-li Almanyayê