Çanda kê qir bibe, ew bê ser û şûn dibe
- Xebatên ku divê di civakên mêtingeh de ji têkoşînên leşkerî û siyasî zêdetir girîng bê dîtin, bêguman xebatên çandî û hunerî ne. Xebata çandî pirr girîng e ku nikare bibe qurbaniya xebateke din.
ŞUKRU GEDÎK
Li ser têgeha çandê gelek pênase hene. Têgîna çandê tê destnîşankirin ku ji 'hilberînê' tê. Hemû nirxên ku ji kombînasyona ked û zanîna mirovan hatine afirandin, dihewîne. Asta bipêşketina civakan nîşan dide. Çand wek keda kolektîf a civakê; mijareke berfireh e ku li ser pozîsyona civakê, rewşa perwerdeyê, asta zanîn û çandî, rêbaza têgihîştin û reftarê, têkiliya civakî, nirxên exlaqî-etîk, nirxên takekesî-civakî, têkiliya civak-takekesî, afirandin; bi kurtasî her tişta bi jiyanê re têkildar.
Dem û cih di bipêşxistina nirxên çandî de bi roleke girîng radibin. Pêdiviyên civakî li gorî dem û cih diguherin. Bipêşketina zanist û ragihandinê, teknîk û teknolojiyê bi lezeke pirr zêde, bandorê li jiyana civakê dike û wê vediguherîne. Ji adetên jiyanê heta bi hilberîn û mezaxtinê, bandorê li civakê dike.
Ji cil û berg, xwarin û vexwarin, rêûresman û heta amûrên hilberînê, ji formeke civakî heta formeke din, bi her nifşekî nû re guherîna demê û guncawbûna cih, xwe nîşan dide.
Çand hêmana herî bingehîn e ku nasnameya civakê ava dike. Bi nasnameyê, xwe dide naskirin. Bi rêya zimanê dayikê xwe îfade dike. Asta bipêşvebirina ziman bi paşxaneya çandî re têkildar e. Dewlemendiya çandî jî dibe sedema dewlemendkirina ziman. Ziman, çand û çalakiyên hunerî, nirxên madî-manewî yên civakê îfade dikin. Civak çi qasî ziman-çanda xwe hembêz dikin, diparêzin û pêş dixin, ew qasî hene.
Warê ku desthilat, sîstemên mêtinger, netewedewlet û hegemonyaya kapîtalîst herî zêde bandorê lê dike, warê çandê ye. Rêya herî baş a ferzkirina serweriya xwe, ferzkirina ziman û çanda xwe ye. Civak bi polîtîkayên asîmîlasyonê yên bi hişmendî û sîstematîk tên meşandin, tên qirkirin. Dilsoziya bi xak û welat re qels dibe, hestên welatparêziyê kêm dibin û nikarin ji 'koledariya bi dilxwazî' ya serdestan rizgar bibin. Warê ku komkujiya spî lê tê kirin, warê çandê ye. Yên ku li nirxên xwe yên çandî nabin xwedî, di nava dîrokê de bê ser û şûn dibin.
Şer jî be çand û huner ferz in
Xebatên ku divê di civakên mêtingeh de ji têkoşînên leşkerî û siyasî zêdetir girîng bê dîtin, bêguman xebatên çandî û hunerî ne. Xebata çandî pirr girîng e ku nikare bibe qurbaniya xebateke din. Di civakên şer de çalakiya leşkerî-siyasî pirsgirêka sereke be jî, divê xebatên çandî her tim hebin.
Têkoşîna li meydana çandî di heman demê de têkoşîna mirovbûnê ye. Her çend parastin esas be jî, di şer de xebatên çand û hunerî jî pêwîst in.
Heke pîvanên civakî nemînin, nirxên manewî qels bibin, jiyan bê wate dibe, ev jî tê wê wateyê ku ji hundir ve dejenerasyon heye. Her ku xerabûna çandî dest pê dike, nirxên çandî bêqedr dibin û pê re wateya şeran jî namîne. Heke di şeran de serketin çêbin jî divê ji bo mayîndekirina wan nirxên çandî hebin.
Esasê jiyanê çand e. Heta ku jiyan hebe, çand wê her hebe. Temsîliyeta çandê divê ji aliyê her ferdê civakê ve bê kirin. Têkoşîna li dijî bandorên çandî yên derve, bi qasî têkoşîna leşkerî pêwîst e. Şerên leşkerî dikarin rawestin, lê têkoşîna çandî ti carî raneweste û divê were domandin.
Heke fikra li ser xebatên çandî şaş be, qedrê wê negirin, heke pêdiviyên ji bo pêşketina wê neyên afirandin, civak di vî warî de aktîf û hesas nebe û neyê perwerdekirin, civak wê ji nav biçe. Yanî, mirov li ber şerê serdestiya manewî bê parastin dimîne ku jê re qora pêncemîn jî tê gotin. Ji ber vê yekê divê wek erkeke bingehîn were dîtin ku qada çandî her tim zindî bê hiştin, cîhana raman û hestan bê dewlemendkirin, her cûre şaxên hunerî zindî bihêlin û veguhêzin siberojê.
Berxwedan weke çandekê
Ji bo Kurdan wateya çandê gelekî mezintir e, lewma Kurd hebûna xwe bi ziman û çandê îsbat dikin. Ji rabihuriyê heta roja îro heger li dijî ferzkirina înkar û tinekirinê li ber xwe dabe, bi çanda xwe ya kevnar ev yek kiriye. Heke Kurdan li hemberî zilm û zordarî, qirkirin û komkujiyan li ber xwe daye, û hîn jî dijîn, ev yek ji ber çanda wan a kêmdîtî ye.
Tevgera azadiyê ya Kurdan bi dîroka têkoşîna 50 salan re çandeke şoreşgerî afirandiye. Yekîtiya gelan li dora ramana neteweyî ava kiriye, biryardariya têkoşînê bi pêş xistiye û berxwedan kiriye çandek.
Tevgera Azadiyê bi paradîgmaya xwe ya nû, niha ber bi deryayên berfirehtir ve bi rê dikeve. Li dijî pergala ramanê ya lîberal a sîstema kapîtalîst û bandorên wê li ber xwe dide, ewên ku civakê ji hev cihê dikin, derewa 'azadiya takekesî' dikin û jiyanê pûç dikin. Paradîgmaya serok Apo di asta gerdûnî de rê li ber şiyarbûneke nû vedike. Me ev ruhê şiyarbûn û hevgirtinê di şoreşa Rojava de û bi taybetî di berxwedana Kobanê de dît û tecrûbe kir. Ev jî zayîna çandeke nû vedibêje.
Rêberê gelê Kurd li dora demokrasiya global pêşengiyê ji hevgirtin û avabûneke civakî ya nû re dike. Li gelek erdnîgariyên cîhanê bandorê li mirovan dike, wan digihîne hev û li têkoşîna hevpar zêde dike. Wekî din, bi qasî bûyîna çandeke gerdûnî ya nû, ma çi dikare mirov kelecanî bike? Weke gel divê em bi kûrahî hay ji vê hebin, xwe berpirs bibînin û xwedî lê derkevin.
* Ev nivîs di ANHA´yê de bi sernivîsa "Têkoşîna qada çandî" hatiye weşandin.
Me jî ji Yenî Özgürpolitikayê girt. 26.04.2022
Instîtûta Kurdî