Kovara “LÊKOLÎN Hejmar 20” bi navê “KURDOLOJΔ derket

 

Ev çend sal in, kovara me ku hîmê xebata me ye, nehatibû weşandin. Bi vê hêjmara Lêkolînê ya 20an me xwest em dîsa gaveke girîng bavêjin.

Di naveroka vê hêjmarê de 15 gotarên akademîsyenên giranbuha cih digirin. Gotarên dersên Kurdolpjiyê yên ji bo perwerdeya dersên zimanê kurdî hatibûn amadekirin û bi riya online hatibûn pêşkêskirin, bi alikarî û berpirsiyariya birêz Prof. Dr. Îbrahîm Seydo Aydogan di vê hejmara kovara me ya zanistî de hatine weşandin.

Ji bo ku kovara me xwe bigihîne destên we xwînêrên hêja, em ê di demeke kurt de navnîşana sparîşê bi rêya medyayê biweşînin.

Înstîtûta Kurdî ji bo Lêkolîn û Zanistî

li Almanyayê