Enstîtuya Kurdî roja Zimanê Dayîkê ya Cihanê pîroz kir

 

Komîteya Rêveber a Enstîtuya Kurdî ji bo Lêkolîn û Zanistî ya li Elmanyayê bi daxuyaniyekê 21’ê Sibatê roja Zimanê Dayîkê ya Cihanê pîroz kir.

Image removed.

  • ANF
  • NAVENDA NÛÇEYAN
  • Saturday, 20 Feb 2021, 22:28

Komîteya Rêveber a Enstîtuya Kurdî ji bo Lêkolîn û Zanistî ya li Elmanyayê bi daxuyaniyekê 21’ê Sibatê roja Zimanê Dayîkê ya Cihanê pîroz kir.

Daxuyaniya Komîteyê wiha ye:

“21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê Pîroz be!

Em îsal careke din 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê ya Cihanê pîroz dikin. Helbet pîrozkirina vê rojê gelekî bi wate û girîng e, lê pîrozkirin bi tena serê xwe têrê nake. Di vê pêvajoya kapîtalîzma har de, zimanên ku di bin xetereya tûnebûnê de ne, divê werin parastin û jiyandin.

Li gor xebat û agahdariyên UNESCOyê li rû cihanê ji 6 000an zêtir ziman hene. Ji vana 2500 ziman bi xetereya tunebûnê re rû bi rû ne. Heke tedbîrên pêwîst neyên girtin, ji % 90ê van zimanên ku mirovahî pê dipeyîve, hetanî dawiya vê sedsalê tune dibin. Zimanê Kurdî jî, ji van zimanên ku di bin xetereyê de ne, yek e.

Sed sal e, li tevahiya Tirkiyeyê, bi taybetî li Bakurê Kurdistanê di her warî de ji derî zimanê Tirkî ku zimanê fermî ye, axaftin û bikaranîna zimanê kurdî û zimanên din qedexe ne. Ango Kurdî, Lazî, Ermenîkî, Çerkezî û zimanên din tune hatine hesibandin û her wiha pêşî li pêşveçûna çand û hunera gelan hatiye girtin û bişavtin û xwebişaftin bi pêş ve ketiye. Ji ber ku ziman egera hebûn û çanda gelan e, mebesta ziman, mebesta gelan bi xwe ye. Ango jiholêrakirina ziman, jiholêrakirina gelan e. Bi vegotineke din, ziman hîmê bingehîn ê çandê ye, çand jî hîma bingehîn a hişmendiya neteweyî ye. Ziman tune bibe, çand jî tune dibe. Çand tune bibe, hişmendiya neteweyî jî tune dibe. Hişmendiya neteweyî tune bibe, gel û netewe jî tune dibin. Ji bo vê tê gotin ku ziman hebûna neteweyî ye.

Têkoşîna ji bo ziman û çandê, jiyan bi xwe ye. Ji ber vê di serî de li qadên siyasî, civakî û li hemû qadên jiyanê divê em zimanê xwe bi kar bînin, da ku em karibin pêşiyê li bişavtinê û siyaseta înkar û tunekirinê bigirin.

Em li hember van polîtîkayên bişaftin û înkarê gelê xwe bi giyaneke seferberî vedixwînin têkoşîn û berxwedana li dij înkar, tunekirin û bişaftinê.

Bi vê bîr û baweriyê 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li hemû gelên bindest û li gelê Kurd pîroz be!”