ROJA ÇÎROKAN - 4 - Alî Husein Kerim

 

Bİ FİRSENDA ROJA ÇÎROKAN A CÎHANÊ, ÇEND GOTİN

Çîrok antîkora dijî asîmîlasyonê ye!

Ali Husein Kerim

Di cîhanê de ti kes nîne ku di jiyana xwe de çîrok nexwandibe an jî guhdarnekiribe. Ademîzad, ji dayîka xwe çêbûnê heya dighîje qoristanê pêdivî hînbûnê ye. Ji ber vê egerê guhdar dike, dixwîne û vedibêje. Ev jî dibe sedema şêwegirtina jiyana wî ya giyanî. Bi taybet çîrok ji bo jîrbûna zarokan derfeteke bi tekûz e ku divê ew ji vê bêpar nemînin.

Ademîzad afirîdeyekî civakî ye; her wiha, xwayî malbat, dost û heval e. Heval û modêlên destpêkê yên zarokan jî lehengên çîroka ne. Ji ber vê egerê di serûberbûna jiyana mirov de rola çîrokan pir girîng e.

Çend sedemên ku divê zarok çîrokan bixwînin an jî guhdar bikin:

1. Bi guhdarkirina çîrokan hêza vegotina zarokan bi asantir û têkûztir dibe.

2. Dema ku zarok di temenê piçûk çîrokan bixwînin hez ji xwandinê dikin. Hingê ew di hişê xwe de xwandinê ne wek karekî suxreyî, wek çalakiyeke rihetbûnê disêwirînin. Ev jî dibe sedema ku ew hez ji dibistanê bikin.

3. Çîrok ji zarokan ra waneya jiyanê ye. Bi saya çîrokan fêrî cûdahî, jimar, reng û têşeyên xezayê dibin. Cara yekemîn zarok cudabûna li navbera qencî û xirabiyê, merî û namerdiyê, alîkarî û çikosiyê bi riya çîrokan hîndibe.

4. Çîrok hêza nîgaşî ya zarokan bi hêztit dike. Bi guhdarkirin û xwandina çîrokan zarok dikarin fêrî jiyana fantastîk-rasteqîneyîbin. Her wisa dikare bibe xwayî xigaş û xewna bêsînor.

5. Çîrok hunerê ragîhandina zarokan berfirehtir dike. Dema ku dêbav an jî çîrokbêj ji zarokan re çîrokan dixwînin an jî vedibêjin, têkiliya wan û ya zarokan xurtir dibe. Zarok çawa têbigêje wisa jî hizra xwe eşkere derbîran dike. Bi saya çîrokan ferhenga peyvên zarokan berfirehtir dibe. Çîrok bingehê fêrbûna zimanê zikmakî ye. Bingeh çiqasî saxlem be, avahî jî hewqas pêewle ye.

6. Mêtinger, kesên ku di zarokatiya xwe de bi zimanê zikmakî çîrok xwandine, guhdarkirine an jî vegotine nikarin asîmîle bikin. Ji ber vê eger3e mirov dikara bêje ku çîrokên bi zimanê zikmakî antîkora dijî asîmîlasyonê ne.

7. Çîrok şiyana (performasyona) şagirtan a dibistanî mezintir dikin.

8. Çîrok ji bo zarokan strêsbir e, ango wan ji strêsê xilas dike.

9. Çîrok dibe sedema bihêzkirina zerengiya konsentrebûna zarokan

10. û hwd.

Ali Husein Kerim