Semînera li ser Ziman

 

 

Semînervan: Mamoste Fêrgîn Melîk Aykoç

Li Almanyayê li Bajarê Freibûrgê ji aliyê Komeleya Kurdan ve semînereke li ser ziman hat lidarxistin. Semînera ku bi beşdariya 32 guhdaran pêkhatî, ji aliyê rêveberê Înstîtûta Kurdî ji bo Lêkolîn û Zanistî-li Almanyayê Mamoste Melîk Fêrgîn Aykoç ve hat dayîn.

Semîner ji du beşan pêk hat: Di beşa yekemîn de Mamoste Fergîn bi kurtî li ser van mijaran rawestiya.

  1. Rola ziman a li ser derûniyê,
  2. Di baweriyan de girîngiya ziman,
  3. Di pêşketina giyan û kesayeta zarokan de rola ziman,
  4. Di dibistanan de rol û girîngiya zimanê dayikê,
  5. Di warê çandî, civaknasî û aborî de rola ziman vegot.

Mamoste Fêrgîn bi kurtî li ser dîroka Zimanê Kurdî jî rawestiya, bandora ziman ya li ser avakirin û pêşxistina kesayeta mirov anî zimên. Birêz Aykoc bandora ziman a li ser hişmendiya neteweyî bi kurtî wiha formîle kir: “Ziman ne tenê amûreke têgihîştinê ye, di heman demê de ziman bingeha hişmendiya neteweyî ye jî”

Beşa duyemîn a semînerê bi pirs û bersivan berdewam kir.

Di encamê de dîtineke wiha derket holê ku gel dixwaze rêzesemînerên di derbarê zimên de divê bên domamandin.