Serxweşî

Ji damezirenêr û kedkarên Înstitûta me birêz Riza BARAN koça xwe ya dawî kir.

Wek tê zanîn, Riza Baran ji pêncî salî zêdetir e, li derveyî welêt dijî. Wî temenê xwe di perwerdeya zarok û xizmeta mirovatiyê de derbas kir. Wî di damezirandina gelek sazî û komelan de cih girt û gelek xebatên bêhempa pêk anîn. Birêz Baran di damezirandina Înstîtûta me de jî cihê xwe girt û roleke pir girîn lîst. Li gel Parlamenteriya Meclîsa Eyaleta Berlînê, ew demeke dirêj di Sendikaya Perwerde û Zanist (GEW)ê de jî  cih girt û xebatên giranbiha pêk anîn.

Riza Baran ji bo me wendayiyekî mezin e, lê wî di dilê me Kurdan de cihekî pir giring vegirtiye û ew ti carê nayê jibîrkirin!

Em bibêjin bila serê gelê Kurd, malbata wî û hezkiriyên wî xweş bin.

Di nav gul û gulistanan de bijî, kek Riza!

Înstîtuta Kurdî ji bo Lêkolîn û Zanist

Li Almanyayê