Romana li ser koronayê

Romana yekê ya li ser pandemiya koronayê bi navê Evîna Korona-tonîk derçû. Fêrgîn Melîk Aykoç li ser vê romana xwe ya dawî dibêje, "Hêvî dikim, di cihanê de jî wek romana yekem a li ser koronayê olanek baş vede."

Fêrgîn Melîk Aykoç piştî Serwerê Med Aştiyago û Neviyê Aştiyago Gaumada niha jî romana bi navê Evîna Korona-tonîk nivîsî û weşanên Exsil Libris kitêb derxist. Ew kitêbê weke romana yekê ya li ser koronayê bi nav dike. Em pê re li ser pêvajoya nivîsandina romanê û weşandina wê peyivîn. ew dibêje, "Eger rewş kemilî û amadekariyên mirovan yên têr hebin, nivîsandina romanê ne pirsgirêk e. Jixwe, di romannivîsandinê de gelek wext li amadekariyan diçe." Em bi nivîskar û endamê Rêveberiya Înstîtuya Kurdî li Elmanyayê Fêrgîn Melîk Aykoç re li ser romana wî peyivîn.

Di vê dema Krîza Koronayê de romaneke te ya din derket û mijar jî pandemiya koronayê bi xwe ye. Ewqas enerjî ji ku tê?
Çavkaniya enerjiyê ya yekem; ji Dêrsimê bigire hetanî Gimgimê tiştên hatine serê malbata min, rika sebeb û egerên van karesetan fêrbûn û têgihîştinê ye. Ya diduyan: Ez di zarokatiya xwe de di bin razberiya dengbêjî û çîrokbêjiya li herêma me serdest de mezin bûm. Ya sisiyan jî hewasa min a xwendin û nivîsandinê, evîna min a bo zimanê Kurdî û dîroka Kurd bû. Ev egerên bingehîn ez teşwîqê nivîsandin û lêkolînê kirim, ev jî di pêvajoya salan de her çû li min bû hobûn armanceke jiyanê. Çavkaniyên enerjiya min ev in.

Romana te ya dawiyê, ya bi navê “Evîna Korona-tonik”; ma mirov dikane di demeke wisa kurt de romanekê binivîse?
Ev bi rewşa heyî û amadekriya mirov re têkildar e. Eger rewş kemilî û amadekariyên mirovan yên têr hebin, ne pirsgirêk e. Jixwe, di romannivîsandinê de gelek wext li amadekariyan diçe. Gelek çîrokên min ên nivîsandî lê neweşandî hene. Ji wan sê çîrokên mijarên wan nêzîkê hev, hebûn. Yek li ser pandemiya Aidsê bû, yek li ser evîna zarokatiya di dema kalaniyê de hê zindî bû, yek jî li ser kesên ji Ewrûpayê çûne welêt, dest danîne ser pasaportên wan. Li gel wê, gelek têbiniyên min ên li ser komên îslamîstên bi destê serkariya heyî tên bikaranîn, hebûn. Min ew û pêkhatinên di pêvajoya vê pandemiya koronayê, tevdîrên wê û encamên wê yên li Elmanya û li Metrepolên Tirkiyê de civandin û li ser wê bingehê çar meh li ser hev bê navber xebitîm û ev roman wek encama vê xebatê derket.

Bi qasê em dibînin, gelek gotinên navdaran jî di nav romanê de tên hildan. Te ev ji bo çi girîng dît?
Di gelek romanan de li gorî naveroka beşan gotinên pêşîyan, mîtolojiyên kevn û gotinên navdaran hene. Di mijara vê romanê de jî pêdivî bi hin gotinên girîng hebû, li gel wê min xwest di romana Kurdî de jî ev reng hebe.

Tu dikanî ji bo xwinêran bi kurti behs naverokê bikî?
Roman li ser evîna zarokatiyê ya Berrîn û Behzadê 60 salî ye, piştê salên dirêj li Elmanyayê rastê hev hatine, zewicîne. Piştî mehekê Berrîn ji bo çareserkirina karên xwe yên burokratîk diçe welêt, korona derdikeve, yek jî ji ber bûyerekê dest didin ser pasaporta Berrînê, mijar bi wê re têkildar berfireh dibe. Herdu biryar didin ku hestên xwe û pêkhatinên di bin siya koronayê de bi nameyan ji hev re binivîsînin.

Roman gelo tê belav kirin, reaksiyonên pêşî çi ne?
Min bertekên baş wergirtin. Bi taybetî jî weşangerê berhemê Rêzdar Alî Kerim Husein gelek serketî dît. Hêvî dikim, di cihanê de jî wek romana yekem a li ser koronayê olanek baş vede.
Mixabin ji ber naverokê weşangeran newêrî li welêt çap bikin. Min jî li Romanyayê di nava weşanê “Exsil Libris” de da çapkirin. Bi giştî 186 rupel in.

Fêrgîn Melîk Aykoç kî ye?

Nivîskarê romanê xwe wisa dide nasîn: "Fêrgîn di Mijadara 1951´ê de li gundê Gimgimê Baskan hatiye dinê. Li Elmanyayê bi salan fermî mamostetiya Kurdî kiriye. Niha xanenîş e. Ji 1980´yî û vir ve bi Kurdî dinivîse. Ev 35 sal in ku bê navber wek qunciknivîs di rojname, kovar û malperên cuda de dinivîsîne."
Berhemên Fêrgîn Melîk Aykoç jî ev in:
Kitêbên lêkolînê: Kurdizan (rûberîna Zaravayên Kurdî), Çavkaniyên Çanda Gel I. Çavkaniyên Çanda Gel II (civakî), Kaniya Xwendinê (pirtûka dersê), Fermo bi Kurdî (ji bo mezinan).
Novel: Rondikên Hêviyên Wenda.
Roman: Mamosteyên Zinaran, Dîlên li ber pûkê, Siya Dema Borî, Heft Rojên Kalekî, Asoyên Dînan, Bextê Dagirkirî, Serwerê Med Aştiyago, Neviyê Aştiyago Gaumada, Evîna Korona-tonîk