Ethem Xemgîn

Civatên ku ji rastîyên xwe pir dûrketin, ne bi kêri xwe, ne jî bi kêrî gelên dor û berên xwe nayên.

Hûn bixêr hatin Mamoste. Ji bo pejirandina vê hevpêyvînê em sîpasiya we dikin.

Di nav xêrê de bin. Ez jî pir kêfxweş bûm.

Wek tê zanîn Kurd ji bo dîroka xwe bizanibin, pirtûkên te dixwînin. Kurd ji Zagrosan, heya bi Çiyayên Alpan, ji Uralan heya bi Atlasan belabûne, dema ku bixwazin ji dîroka xwe agahdar bin dest davêjin pirtûkên Ethem Xemgîn. Egera ku tu pirtûkên dîrokî binivisînî çî ye?

Dîroka bi derew û xeyalan hatiye dariştin ne mimkun e ku karibe rêberiyeke baş bike. Di despêkê de armanca min ku li ser dîrokê pirtûkan binîvisînim tune bû. Min ji bo fêrbûna xwe dest bi lêkolîna dîrokê kir. Di dibistana seretayî de ez fêrî zimanê Tirkî bûm. Berî hingê min yek pêyva Tirkî jî nizanibû. Bi darê zorê Tirkî bi min dane fêrkirin. Bi kotekî zimanekî bîyanî, bi me didane fêrkirin. Ji bo qet kesek jî bi kurdî neaxife, em hemû zarok li diji hev kiribûn sîxwur. Hema ez bi xwe jî ketibûm nav rêwşeke wisa de. Sizayên giran didane zarokên ku bi kurdî diaxifîn. Berdêla van sizayan, carna pere, carna jî lêdan bû. Ji bo zarok bi kurdî neaxifin, herdem di bin fiişara mamostayan de bûn. Herwisa zimanê me yê zikmakî ji bi me dane jibîrkirin û di şûna wê jî de bi kotekî em fêrî Tirkî kirin. Lê ligel vê yekê jî min dizanibû ku nîjadê min ne Tirke û ez Kurd im. Ev jî bibû egera lêkolînên min.
Em kî ne? Ji kîderê hatine? Dîroka me heye, yan tuneye? Eger em xwedî dîrok in, kal û bavên me kî ne û di demê buhurî de wan çi afirandine? Di derbarê van pirsan de min bi heweseke mezin di nav çavkanîyên dîrokî de lêkolîn çêkirin. Herwiha ez fêrî pir tiştan bûm. Paşê min xwest bila haya kesên ku dîroka xwe nizanin jî jê çêbibe. Li ser vê min xwe berpirsîyar dît û biryara nivisandina pirtûkên dîrokê da.
Min di nav çavkanîyên dîrokî de gelek lêkolîn çêkirin û rastî û nerastî çiye da xûyakirin. Ji ber ku dîroka bi derew û xeyalan hatiye dariştin ne mikune bikaribe rêberiyeke baş bike. Dibe ku min pirtûkên xwe bi şêweyekî temab bêalî nenivîsîbin, lê heya ji destê min hat, min xwest ez bêalî bimînim. Herwisa, dixwazim bêjim dema ku ez li pey nasnama xwe digerîyam, hingê pêrgî dîroka gelê xwe hatim. Hingê min dît bî ka çendî pêdivîya me bi pirtûkên dîrokê heye.. Ji ber vê egerê min jî Dîroka Kurdistanê nivisand...

Wek tê zanîn pirtûkên te pir têne xwendin. Qet carekê jî ji çentê gerîlan, ji bin balgîyên keçên Kurdan û di nav refên rewşenbîran de kêm nebûn. Hûn dikarin hinekî behsa mercên wê dema ku we dest bi nivisandina pirtûka kiribû bikin. Ya din, ma we guman dikir, ewê hewqasî bên xwendin?

Kesên ku ji demên buhurtî dersan wernegirin, nikarin bibin desthilatdarên pêşeroja xwe!
Ez dema ku şagirtê dibistanê bûm, di dersa dîrokê de serkefti nebûm. Dîsa ew dîroka ku di dibistanan de bi me didan xwendin, min di naveroka wê da têkilîyên eger û encamê nedidîtin. Hingê hinek jimarên kronolojîk bi me didane fêrkirin. Çi girêdanek di navbera paşeroj û pêşerojê û bi hevrebûna wan tunebû. Herwiha divê mirov bizanibe ku îro, teyisandin û encama roja buhurî ye. Eger mirov paşeroja xwe baş bizanibe, hingê dikare pêşeroja xwe bi şêweyekî rêk û pêk amade bike. Kesên ku ji demên buhurtî dersan wernegirin, nikarin bibin desthilatdarên pêşeroja xwe. Ji ber wêna jî, divê derbarê paşeroja xwe de lêkolinan çêbikin. Da ku bikaribin paşeroja xwe ava bikin. Ji bo vêna jî min xwest, ez li ser têkilîyên sebeb û encaman gelekî rawestim.
Ji ber ku encama her bûyerekê, dikare bibe sebeba rûdaneke din. Di dîrokê de dîtina têkilîyên di nav sebeb û encaman de pir grîng in. Mirov bi tenê li ser vî bingehî dikare rêbaza dahatûya xwe peyda bike. Min ev nerîn ji bo xwe kire merca yekemîn û paşê jî pirtûka Dîroka Kurdistanê nivisand. Bi hizir û gumana min bi vî şêweyi ez fêrî zanîsta dîrokê bûm. Zimanê dîrokê ne bi tenê yê pesnan û şeran e. Dîrok ne bi tenê pesn in. Disa bi tenê ne mitolojî ye jî. Dîrok rastîyeke û divê rastî jî weke xwe bêne pejirandin. Divê ji alîyên xwe yên erênî û nerênî bête pejirandin ku mirov bikaribe dersan jê wergire. Herwisa divê şêweyekî baş bête zanîn û pê serwextbin. Dibe ku pirtûkên min jî wisa bal kişandibin û bandora xwe çêkiribin.

We behsa dersên dîrokê yên di dema dibistanê de kir. Dîsa we behsa sebeb û encamên bûyeran kir. Gelo mebesta we ji vê destnîşankirina ideolojîya fermi bû? An li gora nerînên we, teza Tirkan ya di derbarê dîrokê de di hişên Kurdan û Tirkan de çiqas zîyan çêkirî ye?

Dîroka Tirkan bi tenê ya pesnan û xewnerojên mîtolojîk in. Qet tu caran behsa nerênîyên dîroka xwe nakin. Diroka Tirkan girêdayê qehremanên sûnî amade bû ye. Ji ber vê jî, gelê Tirk nikare dersan ji paşeroja xwe derxîne.
Berê ji min behsa wê kiri bû. Di dîroka Tirkan de têkilîyên sebeb û encaman ji hev qetîyayî ne. Wek tê zanîn, dîroka nivisê kevin e û berî bi hezaran sal ji berya mîladê ye. Ligel vê yekê jî, hingê Tirkan dîroka nivîsê digîhandin dema Uyguran piştî zayînê sala 700 i. Herwisa ew nivîsên Uygur, bi hezar salan piştî ya Mezopotamyayê derketibû holê. Ev jî tê wateya ku ew pir dereng ketine nav dîroka şaristaniyetê. Mina ku min berê jî got, dîroka wan bi şêweyekî pir sûni hatiye amadekirin û naveroka wê angoreyî qehremanên bêteşe hatiye nivîsîn. Armanca wan ew bû ku, civateke bi qehremanên sûni pesnên xwe didin amade bikin.
Herwiha nerînên çewt yên dîrokî, ji sûdê zêdetir, ziyanan didin civata mirovan. Ji ber ku bi vi avayî mirov nikarin dersan ji paşerojê derxînin. Min, ji hingê ve têkilîyên di navbera sebeb û encaman de di dîroka Tirkan de nedidîtin.
Minak; Tirk salên 1050 yi ji Asya navin derketin e û hatine Rojhilata Navîn. Lê wan çanda bi hezaran sal ya Mezopotamya yê inkar dikirin. Ew gelek salan di pey islamiyetê hatin Rojhilata navîn. Em dikarin li dema Selçûiyan binerin. Navê misilmaniyê li xwe dikin. Ew çiqasî misilman in ne diyar e. Eger bi şêweyekî mantiqî em li vê rûdanê binerin em dê tiştên balkêş bibînin. Ew xîlafeta li Bexdayê dirûxînin û dawî tînin li desthelatdariya wan. Ev jî dagîrkeriyeke bi serûber e. Dagîrkerên Selçûkiyan nikarîbûn çandeke xwurt binecîh bikin. Gelên heremê nîştecîh, lê ew jî koçer bûn. Selçukîyan bi tenê desthilatdarî guherandin. Ew ji çiqasî guhêrandine dîyar nin e. Ligel vana ji dîroknasên Tirk Selçûkîyan weke dewleteka Tirk ya vê heremê didin xûyakırın. Heya bighêje Osmanîyan jî dibêjin ku dewleta Tirka ye.
Ji bo ku dewletek li ser navê nîjadeki deng bike, ji bo vê pêwistî bi hinek mercan heye. Ew dewlet divê xizmeta çand, ziman û aborî û hw. wî gelî bike. Di sistema dewleta Selçûkî de ev tişt tunene. Di sistema dewleta Osmanî de ji wisa nîne. Ji ber ku çanda dewleta Osmaniyan li ser bingehê çanda İslamî hatiye avakirin. Beriya her tişti divê mirov bizane ku çanda İslamî, çanda Tirkan ya Asya navîn nine. Zimanê nivîsê fermî yê dewleta Osmanî erebî ye. Disa zimanê ocaxên yêniçeriyan û artêşê ji farisî bû. Herwiha zimanên niştecih jî hebûn û hingê ew ziman desthilatdarên heremên xwe ne. Qeyde û normên İmparatorîyan jî wisa ye. Divên hurmeta wana ji gelên girêdanê impaeatorîyê re hebe. Eger ne wisa be ew gelana wê bixwazin ji İmperatoriyê weqetin.
Kurdên di bin desthilatdariya Osmaniyan de jî ziman û çanda xwe dimeşandin. Hingê pirsgirêkên wisa zêde tunebûn. Begên Kurdan desthilatdarên cihên xwe bûn û bi tenê dema şer bi leşkerên xwe alikarîya Osmaniyan dikirin. Ji bilî vêna ji bac û bêş didane rêvebirîya navendî. Lê parastina wan jî rêvebirîya navendî pêk dihanî. Lewma mirov nikare bêje dewleta Osmanîyan, dewleta Tirka ye. Ji ber ku ne çand û ne jî zimanê Tirki pêşve nebirî ye. Bi tenê dawiya sedsala 19 han bi derketina İttihadi Terakiyê re pirsgirêka Tirkbûnê ji derketiye holê.

We pirtûka xwe ya despêkê kengî nivisand? Li hember pirtûka despêkê avirê dewleta Tirk û ya gelê Kurd çawa bû?

Min pirtûka yekemîn di sala 1982 yan de nivisand. Paşê ji bi alîkarîya hevaleki me çapkir û weşand.

Navê vê pirtûkê çi ye?

Cildê yekemîn yê Diroka Kurdistanê ye. Ji Pey re naveroka vê pirtûkê hatiye berfirehtirkirin. Gumana min haya dewlata Tirk vê pirtûkê tunebû. Ji ber kû pirtûka yekemin li ser diroka Kurdan e, Kurd gelekî pê kefxweş bûn.

We li kuderê ew çapkir û weşand?

Me ew li Evrûpa yê gelek lêkolîn çêkir û paşê ev pirtûk nivisan û weşand. Wêneyên di pirtûkê de jî gelek cihan peyda kir.

Gelo, hingê vê pirtûkê coş û hêycan di nav refên Kurdan de çêkiri bû yan na?

Cara yekemîn Kurd bibûn xwediyê belgenameyeke nivisandî. Herwiha bibûun xwediyê çavkanîyeke dîrokî. Ji ber vêna jî kêfxweş bûn.

Angoreyi dîtina min jî tesîreke mezin çêkiribû. Beriya wê di derbarê diroke de hefsela me valabû. Gumana min ew pirtûka ji bo me bibû amrazeki mezin yê parastinê. Mamoste, beşşeke xebatên we yên dîrokê ji li ser Elewitiyê ne. Wqe lêkolîn li ser rîçên Elewîtiyê çêkirine. Wek tê zanîn Tirk riçên Elewîtiyê bi Bektaşîtiyê ve girêdi din. Lê angaşta we di derbarê Elewîiîyê de cûda ye. We serokanîya Elewîtiyê bi bawerîya mazdeizmê û fêrkirinên Zerduşt ve girêdaye û wisa selimandi ye. Li ser vê xebata we ya dêwase jî dikarin çend gotinan bêjin.

Ger ola Zerdûştî neyê zanin, riçên Elewîtiyê jî nayê zanîn!
Dema ku mirov lêkolînan ser dîroka Mezopotamyayê bi şêweyeki baş çêbike, hingê dibîne ku baweriyên hingê sawa xwe dane li ser baweriyên roja îroyîn. Min dema ku lêkolin çêdikir ez gîhiştim vê yeqinîyê. Herwisa piştî ku min dş derbarê dirokê pirtûka xwe wessand, paşê li ser baweriyan lêkolînên xwe hê jî kûrtir kir û li ser wê babetê jî çend heb pirtûk weşand. Dema ku min derbarên baweriyên olî lêkolîn çêdikir, ji demên civakên seretayi û heya civakên iroyîn daye pêş çevan. Di nav civakên kevnare de ev tişta heye; Kesên ku bi xwedawendan re di têkilîyê de ye, desthilatdaren oldar yên civakê ne. Heya bigê ew rêberên olî pir carangîhîştine asta serokatîya devletan jî. Di derbarê van rûdanan jî min pirtûkek amadekir û weşand. Di vê pirtûkê de, ji civaka seratayî heya dema olên yek xudayî tête şîrovekirin. Bi navê, Di Kurdistanê de Mîtolojî û baweriyên Olî hatiye weşandin.
Lêkolînêen min yêen dî derbarê olên yek Xwedêyî jî hene. Tête gotinê ku olên yek Xwedêyî bi Yahudîtiyê dest pê kiriye û Xiristiyanî û Mussulmanî jî berdewamiya wê ye. Ev hizra ne rast e. Ola despêkê ya tek Xwedêyî, ola Zervanîttî û ola Mîtra ye. Ev herdu ol jî yên Kurdistanê ne. Zerewanîtî mîna ola demê tête zanîn. Angoreyî vî olî her tişt di nav demê de çêbûye. Bawerîya Mitrayîtiyê jî, ji rojê tê û dibêje ku her tişt ji ber sedema rojê heye. Eger roj nebe qet tiştek jî, peyda nabe. Herwiha di vê bawerîyê de, Roj wek Xwedê hatiye pejirandin. Yerdûştî jî senteza vana hemûya ye. Naha jî mirov gava ku Zerdûştiyê baş lêkolîn dike, dibîne kû di vî olî de rewşa xezayê baştir hatiye şîrovekirin. Li ser xebatên zanista vê deme jî, cîhekî Zerdûştiyê grîng heye.
Nuha Elewî, herçiqasî iddia dikin û dibêjin, “em misilman in”, ev ne raste. Ji ber ku baweriya Elewittiyê û ya Misilmantiyê mina hevdu nînin. Lê hemû rengên baweriya Elewîtiyê mirov dikare yekser di nav ola Zerdûştî de bibîn e. Minak, di Elewîtiyê de gerdîşa “kemerbestê” hê jî berdewam dike. Wek tê zanin, Zerdûşt bi xwe, kemerbestvanê despêkê ye. Dîsa di Elewîtiyê de gerdîşa “ocaxê” heye. Yan jî em dikarin bêjin, ya “agir” heye. Dîsa wek tê zanîn “agir” nîşana ola Zerdûştiyê ye. Di Elewîtiyê de pir caran behsa, “di mirov û xwezayê de Xwedê dibînin” tê kirin. Her wiha xwediyê vê iddîayê bi xwe Zerdûşt e û ev nêrîna bingehê ola Zerdûştîyê ye. Ji ber van egerana ez iddia dikim û dibêjim ku eger Zerdûştî baş neyê zanîn rîşeyên Elewîtiyê jî nayête dîtin.
Angoreyî ola Zerdûşt, parçeyekî rojê ye. Herwiha parçeyek ji parçeyên Xwedê ye. Wek tê zanîn hemû taybetmendiyên temamî yê di parçe de jî hene. Di nav dilopek ava Okyanûsê de taybetmendiyên hemû Okyanûsê peyda dibin. Gotina min ewe ku, hemû tiştên ku ji Xwedê hatine, taybetmendiyên Xwedê li ser wana ne. Angoreyî Mazdeîzmê, her tişt ji hêla Xwedê hatiye afirandin. Madem kû di nav hemû tiştan de şêwe û taybetmendiyên Xwedê heye, wê çaxê mirov jî ji hêla Xwedê hatiye afirandin, herwiha di wêna de jî şêwe û taybetmendiyên Xwedê hene. Di zimanê kurdî de pêyva “Xwedê”, navekî bi hevgirtina pêyvên “xwe” û “da” hatiye çêkirin. Ev jî tê wateya “xwe da ye”. “Mazda” jî, têye wateya “me ji da.” Disa di zimanê Kurdî de “ezda” ji bi naveki Xwedê ye. Bi girêdanîya pêyvên “ez da” hatiye amadekirin. Gotinên vî rengî di bingehê felsefa Elewîtiyê de jî hene. Herwisa di felsefa Mazdeizmê de qet tiştek jî, ji tunebûnê nehatine afirandin. Xwedê, her tiştek ji hebûna xwe afirandî ye. Ev rûdana xwediyê bingeheki gring yê felsefî ye. Minak, ji bo çi di zimanê Kurdî de ji tabiatê re dibêjin:”xweza”? Pêyvên “Xwe û za” bi hev ve hatine girêdan. Ev wateya “xwe dide zayin ê” dîyar dike.
Herwiha, di nav felsefa İslamîyetê de tişteki wisa tuneye. Disa di nav felsefa olên Yahûditi û Xiristîyanî de ji tune ne. Angoreyî van baweriyan, Xwedê her tişt ji tunebûnê afirand û çawa afîrand wisa man e. Lê di baweriya Mazdeizmê de, her tişt ji rêka peresînê/tekamûlê re derbas dibe û wisa xwe digîhîne asteke bilind. Minak; Di felsefa Elewîtiyê de dibêje ku “her tişt ji xaleki peyda bû.” Bila heskî ji yek atomî, heskî ji yek şaneyekî peydabe, ew yek xal e. Dibêjin ku ji her tişt ji wê xalê peyda bû ye. Ji ber van egeran, ji bo baş bête zanîn, divê lêkolînên li ser Elewîtiyê bi şêweyeki xweser çê bikin. .
Ji felsefa bingehîn ya Elewîtiyê re dibêjin felsefa “çar enasiran”. Ev çar enasiran agir, ax, hewa û av e. Evana egerên pîroz yên jînê ne. Agir yan jî tîna rojê nişana enerjiyê ye. Herwisa av, ax û hewa ji ji bo jînê çiqasî pêwistin tê ye zanin. Wek tê zanin ev tiştên bingehê jinê eger paqiş nebin, laşê mirov jî paqış na be.Ji ber wêna ji dêstûra gemar kirina wana tuneye. Kesên ku wana gemarî dikin şermezar dibin.
Disa hemû kes Elewîtiyê bi kesayetîya Elî ve girê didin. Ew sawa İslamîyetê ye. Herwiha dawiya zextên İslamîyetê wisa dibêjin. Kesên ku temenê Elewîtiyê ji Ali re dest pê dikin û bi keseyatiya vîna ve girêdidin dikevin nav şaşîtîyên mezin. Ji ber ku navê “Elewîtiyê” ji navê “Ali” peyda nebû ye. Elewîti, ji pêyva Kurdi ya “alavê” derketî ye. Herfa dawiyê jî “i” ye û ji pêgirî yê dîyar dike. Minak, dibêjin Seidê Nursî. Yan jî dibêjin Beytar Nurî Dersîmî. Li ser mensûbîyeta heremên lê çêbûne hatine navkirin. Deme ku tipa “i” yê bi alevê re girêdin dibe “elewi.” Herwisa Navê Elewîtiyê ji xûyabû ye. Bi Kurdi pelên agir re dibêjin alav, yan ji alev. İro ji di ocaxên Elewiyan de agir pir pîroz e. Di dema kombûnên ceman de, qet kesek, heya bighê Pir jî nikarin pişta xwe bizvirînine êgir. Di islamîyetê de nikarin bergî tiştekî wisa bibin. Herwiha taybetmendiyên İslamiyetê û yên Elewîtiyê ji hev cûda ne. Mirov nikare herdûyan mina hev bide xûyakirin.
Şerieta İslamîyetê û ya Elewîtiyê naşêbin hev. Şerîata Elewîtiyê dergeyê Rêberan e. Rêber, rê nişanê civakê dide. Ji zarokatîyê heya mirinê ew çavdêrîyê dike û kar û barên meşa ser rêka Elewîtiyê dimeşînin. Rêber, derbarê kiryarên nebaşş Pir agahdar dike. Di dergahê rêbertîyê de kemerbest çêdibe. Di asta rêbertiyê de çar derga û deh miqam hene. Ev ji tê wateya perwerda deh şêweyî. Di Elewîtiyê de dibêjin; Haya te ji pişşt û dest û zimanê te he be. Ev nêrînana dema ku derbasî wan deh meqaman dibin hingê têne fêr kirin. Yên Zerdûştîyê jî wisa ne. Dibêje, Qenc bihizire, xweşş biaxife û başş çê bike. Li ser van nêrinan, ev felsefana pir nêzikî hevin. Gava ku herdu felsefan başş lêkolîn bikin, hingê emê bibinin ku bingehên Elewîtiyê mazdeizm û şiretên Zerduştin. Lê dema ku İslamiyet di heremê de xurt bû hinek mirovên rêder peydabûn û kumê misilmanîyê dane serê xwe.
Elewiyan bi taybet di nav bajara de xwe xwe wek misilmana dane naskirin. Lê di nav teke û zavîyên xwe de ji Elewîti meşandin. Ev ji wek hevalbenditiya Eli hat diyarkirin. Kesên ku felsefa Elewîtiyê nizanin, ji ber çi alîgirên Eli ne, wêna jî nizanin. Eger di rêka Eli de ne hingê divê em wana re bêjin misilmanên bawermend. Kêmanî mirov navê şiatiyê dikare li wana bike. Ji ber ku di rewşeke wisa de ew hemû mercên misilmantîyê pêktînin. Angoreyi tête behskirin Eli destpêkê ye û li ser nimêjê hatiye kuştin e. Herwisa, ew heya dema mirina xwe misilmane kî pir bawermend bû. Wateya ku Elewi dibêjin em di rêka Eli de ne. Tişteki pir cûda ye. Mina ku Pir Sultan Abdal dibêje “min eynikê nîhêrî Eli ezim, ez Elî me.” Yan ji çawa dibêje, “min eynikê nîhêrî Eli dit Eli.” Van gotinana her tiştî jî eşkere dikin. Halaci Mansûr gotîye ku, “min her kuderê nihêri, min bi xwe dit.” Wateya vê jî ev e; her tişt ji “çar enasiran” çêbû ye û her kijan alî binyêrin wana dibînin. Mirov bi xwe ji ji van çar enasiran çêbû ye. Herwiha di dema çêbunê de cûdayî nîn e.
Heyînên ji dayîk dibinn, mezin dibin û dimirin. Di vê derê de ne behsa rêka bawerîyê, behsa rêka jîyînê tê kirin. Rêka yîyînê û rêka bawerîye ji hev cûda ne. Di Elewîtiyê de kesên ku ji derîyê rêber re derbas dibe û dighije deryê Pîran û Hingê dikare bibe mûsayip. Bawerîya Elewitîyê ji musayîp re dest pê dike. Ji wê astê sunvê mirov dikare beşdarî cemê bibe. Ev ji tê wateya ketina rêka Elewîtiyê. Ew reka Elewîtiyê, ya ku zêde behsa wê tête kirin ev “reka bawerîya Elewîtiyê” ye. Ew kesên kû di wateya bawerîya Eli de dibêjin “em di reka Elidane”, hingê dikarin herin pênc wext nimêja xwe jî bikin. Hema dikarin bibin misilmanên çar bi çar. Ji wan Elewîyên ku dibêjin em di rêka Ali, Mehemed û Quranê de ne dipirsim. Di mala kîjan Elewîyî de Quran heye? Yan jî ji bo fêrî quranêbe xwe diwestîn e? Ji ber vê, gotinên wan kesan ne yên bîr û baweriyêne.
Elewî dibêjin ku, “Qurana destpêkê hatiye şewitandin”. Di nav vê gotinê de hinek rastîjî heye. Pêşveçûna İislamê di herêma Kurdistanê de li dema Xelîfe Omer çêdibe. Hîngê bi fermana Xelîfe gelek çavkanîyên nivisandî têne şewitandin. Di vê navberê de Pirtûka Zerdûştîyê Avestayê jî hatiye şewitandin. Ev pirtûka heman demê de ji hêla Elewiyajî, mîna felsefa bingehîn ya Elewîtiyê dihate pejirandin. Angoreyî Elewîya Qurana resen, ev Avesta ya ku hatiye şewitandinê ye. Em gava ku berê xwe bidine mercên Elewîtiyê, ew naşibêne mercên Misilmanan. Berya hertiştî, di İslamîyetê de Dergahê Piran tuneye. Ev dergaha yê dudemîneû deh miqamên xwe yên cûda hene. Pir kar û berên cemê dimeşîne. Pir ji dil û can girêdanî ocaxê ye. Ocax ji saziya perwerdê ye. Pir piştî ku di ocaxê de perwerde dibe paşê Dikare bibe Pirê civakê.

Di Elewîtiyê de rêberên olî Pîrin ne Deden e!
Heya sedsala 18 an Elewîya qamçûr û serbaz nedidan dewleta Osmanîyan. Hingê dewleta Osmanî, ji bo wana girrêde xwe secere belavkir. Hinek nuha jî hene. Mirov gava ku li wan dinyêre, dibîne ku ji hêla Sultanên Osmanîyan hatiye mohrkirin û pejirandin. Lş mirov di vê derê de dikare vêna bipirse; Sultanên Osmanîyan ji hêlekî Elewî qirdikirin, ji hêla dînê jî çawa secere dida û Pir tayîn dikirin? Pir balkêşe. Gava ku mirov van secerên bêteşe dinyêre şaş û metal dimîne. Ji berku nejada hineka ne bi tenê dighîje Ehlî Bêytê, tewr gîhîştîye Adem. Wana li ser kijan bingehê nivisîi secera xwe gihandine Adem yan jî Ehlî Beytê, mirov pê nizan e. Wana ev secere mina di Tirkîya nuha de yan bi pera, yan ji dawiya xulamîyeki wergirtin. Hema di wê deme de Elewîti ji raya xwe derket û mecra xwe ya xezayî terikand.
Berê her tiştî divê mirov bizanibe ku di Elewîtiyê de gotineke mîna Hakullahê tuneye. Pirtî miqameki xizmetê ye. Dema ku Pir xizmeta xwe dike, civat hemû xercên wi didin. Lê Pîr nikare bêje ev mafê min e, yan ji yê Xwedê ye û divê hûn mafê Xwedê bidin min. Lê gotineke wisa paşê pêve hatiye girêdan. Ji ber vê Pir dema bêdera ji bo genim, dema berxa jî ji bo berxan tê nav civat ê. Pir demeki bûne wek tehsîldarên Osmanîyan. Wek tê zanîn di dema Osmanîyan de qamçûr bi rêka ihalê berhev dikirin. Piran ji angoreyî pêymanan qamçûr berhev dikirin. Angoreyî pêymanan nivê qamçûrê didan Sultan, Nivê dinê jî di destê pîran de dima. Piştî sîstemeke wisa di Elewîtiyê de edetê Hakûllahê derketîye hol ê. Ji wê demê pêde helwesta Piran bûye mina ya tehsîldarên Osmanîyan Pirên wisa ne di ocaxan de perwerde nebûn e.
Di Elewîtiyê de rêberên olî Pîrin, ne Dede ne. Her çi kesên ku nevîyên xwe hebin dede ne. Bi Kurdî ji kesên temenê xwe mezin re dibêjin pîr. Ev pêyva vehgerandine Tirkî û bûye dede. Lş di warê cevherî de Pirtî û dedeti pir ji hev cûda ne. Pir, pispor û nasyarê kar û baran e. Rêberê rêka Elewîtiyê ne. Lê Dedetî ne wisa ye. Angoreyi ku Nejat Birdogan ji behsê kirîye, di sedsala 18 an de li Entabê piştî belawkirina secerên Osmanîyan pêyva dedetiyê derketîye hol ê. Hşngê bi hezaran secere hatin belavkirin. Dedetiya iro ji li ser bingehê wan seceran berdewam dike. Angoreyî qeydeyên sincnasîya Elewîtiyê ew, zebûnin.

Ji bilî van kiryaran, hinek misyonerên dewleta Tirk, dibêjin ku têkilîya Elewîtiyê bi Kurditîyê re nîn e. Ew Elewîtiyê mîna rêbazeke Tirkîtîyê didin naskirin. Ew bi rêka hinek dedeyên qulabî û niviskarên xwefiroş, hizra ku kesên ne Tirkbe, nikare bibe Elewî belaw dikin. Êdi ji wêna çewtir gotin nabin. Em qet carekî jî nabêjin, Tirk nikarin bibin Elewi. Ji ber ku Elewîti rêka bawermendîyê ye. Berya hertiştî bawerî jî hemû kesan re vekirî ne. Bi taybet Uygûran bawerîya Manî wek ola fermî pejirandibûn.Ew ji demekî Elewîbûn. Ew kesên ku dibêjin Kurdan Tirkên Elewî asîmîlekirin durist nînin. Ji ber ku ji bo wana asîmîle bikin xebateke Kurda ya fermî çênebû ye. Ji berku çi sazîyên Kurda yên perwerdê ji bo asîmilê tunebûn. Qet zextek jî çênekirin. Kurdên Elewî bi tenê, ew Kurdên ku bawerîya xwe ya kevnare dimeşînin ewin.
Hinek kes jî angoreyî angaşta Tirkan, dibêjin Elewîtî teysa şamanîzmê li Anatoliyê ye. Divê bizanibin ku ev angaşeke pir çewt e. Şamanizim, baweriye ke li ser bingehê sehr û efsûnê hatiye avakirin. Elewîti ji, angoreyi lêkolînên me bawerîyeke zanîstî ye. Riçên gelek zanîstên îro dighîje dema derketina Elewîtiyê. Nêrîna Elewîtiyê ya ku dibêje, ”hertişt çêbû ji xalekî” bingehê bawerîya wê ye. Ev nêrîna zincîra ji jindarên yek şaneyyi heya jindarên tewrên tevlîhevî eşkere dike. Ji ber vê sedemê Elewî, ji tunebûnê, hebûnê napejirînin. Elewîti dibêje ku heyîna bê nav û bê war nabe. Tişta bê selimandî jî nîn e. Herwiha di gerdûnê de nav û warê hemû tiştan heye. Herwisa ev nêrîna bi xwe, Xwedayê bawerîya İslamê reddike. Di vêderê de em gotineki Ji Harabî bixwînin. Harabî dibêje;”hê Xwedê di cihanê de tunebû, me ew peydakir û navê wî belawkir. Ji bo heq qet warekî şayeste tunebû, me ew kir mêvanê mala xwe”. Paşê ji di çarînekî de wisa dibêje; “hêşta îsmê wî tunebû, isim bihêle hêlekî cîsmê wî jî tunebû. Qet qilafet û nîgarê wî tunebûn. Me şikil dayê ew kir wek mirov”. Elewîyên ku wisa pirsgirêkê dinyêrin, nikarin bibin misilman.

Dikarin hineki ji behsa pêywendîyên di navbera Elewîti û Êzdayetiyê ji bikin. Wek tê zanîn ji bilî Kurdan kesên dinê ku bawerîya Êzdayetiyê dişopînin ninin. Herwiha oleke Kurdî ye. Derbarê vê jî dikarî çend gotinan bikî?

Levîtî û Şîatî tiştênji hev cûda ne!
Di ola Êzdayî de miqamê Piratîyê heye. Lê di Elewîtiyê de jî miqamê şêxtîyê nîn e. Şûna wê Murşîdi heye. Miqamê heri bilind ji Tac ul arun e. Herwisa tê wateya kesên zanatir û pisportir. Çavkaniya Êzdayetiyê bi xwe ji Zerdûştî ye. Lê mîna çawa Elewitî ketîye bin sawa İslamê, Êziditî jî di pêvajoka dîrokê de ketîye bin sawa olên heremê. Lê rîçên vî olî jî, mina Elewîtiyê girêdanî Zerdûştîyê ne. Li ser vêna divê pir lêkolin çêbin. Minak; di Elewîtiyê de dibêjin, “hertîşt çêbû ji yek xalî, di wê xalê de weşartîye Esrarî Yezdan”. Yezdan, bi xwe xwedayê Ezdayetiyê ye. Dixwaze bibêje ku “di wê xalê de Xwedê heye”. Terifa Xwedayên herdûyan jî kêm û zêde mîna hev in.Disa Piratti mine hev e. Gelek edet û çanda wana mina hev e. Êzdatî û Elewîti pir nêzikî hevin. Lê ji ber ku İslamîyet ketiye nav herdûyan ji hev qetiyan e. Nêrîna Melekê Tavûs û Mishafa Reş paşê ketîye nav vî olî. Mishafa Reş Berdewamîya Avestayê nîn e. Zêdetir rewîzekirina wê ye.

Kessên ku li ser Êzdayetiyê dixebitin, divê lêkolînên kûr çê bikin. Dema ku mirov dixwaze li ser dirokê lêkolînan çêbike, yan ji iro des pê dike û bervî dema buhurî diçe, yan jî ji demên buhurî dest pê dike û tê roja îroyîn. Divê li ser şêweyên xwe yên ayînî, gerdîş û çanda xwe lêkolînan çêbikin. Ew kengê derketine hol ê û kengê hatine guhêrtin. Bi vêna dikarin rîçên Êzdayetiyê biselimînin. Bi kurtayî em dikarin bibêjin ku bingehê Elewîtiyê, Ehlî Heq e, Êzdayetiyê û heya bigê Bahayîtiyê jî Zerdûştî ye. Lê belê di pêvajoka dîrokê de ketine bin sawa curbecur bawerî û olan.

Heskî em hinekî jî li ser Şiatiyê biaxivin. Şiatî ya di İranê de misulmaniyeke bêqusûr e. Lê sunnîtî, şîatiyê mîna mezhebeki napejirîn e. Lê disa ji şîa hemû mercên misulmanîyê pêk tînin. Bi tenê li ser gotineki şiati wek misulmanîtiyê nayê pejirandin. Şîîtî dibêje ku miqamê îmametiyê ji yê Pêxembertîyê bilindtir e. Eger Îmametî ji miqamê pêxemberîyê bilintir be, hingê kîjan miqam ji ser miqamê İmametiyê re ye. Herwiha ev gotina tê wateya şirîgayetîya bi Xwedê re. Kesên ku şirîkan ji Xwedê re çêbikin nabin misilman. Ev rewşa di Elewitiyê de cûda ye. Elewîti dibê je: “me Xwedê afirand”. Herwiha ev jî ne misilmantî ye. Di Şiatîyê de miqamê donzdeh İmaman heye. Lê di Elewîtiyê de tiştekî wisa tuneye. Kesên ku dibêjin tiştekî wisa heye, ka bila bibêjin, kîjan Elewiyan nav û nûçikên İmaman dane Pirên xwe? Yan ji Kijan Pirên Elewiyan İmamet pejirandin. Her tişt hewqasî vekirî ye. Hingê kesên ku rabin bêjin Elewî Misilman in ev çewtiyeke bê ser û ber e.