Dr. Husênê Xelîqî

Doktor em di meha damezrandina Komara Kurdistan de, ango di meha Çile de ne. Vaye salvegera 62 an jî hat. Berî bi 62 salan li meydana Çarçira Pêşewa Qazî, Komara Kurdîstan îlan kir. Di dîroka Kurdan de cihê vê rojê, deng, olan û hêza wê, bandêra wê li ser salên piştî xwe di nav Kurdan de tê zanîn. Îlana Komarê li ser asteke berz bilaşûgewdbûna kiyaneke neteweyî ye, yan na?

Helbet. Bê goman. Ji awura ramana neteweyî îlana Komarê nîşana asteke berz e. Kurt be jî xewnên Ehmedê Xanî, Hecî Qadirê Koyî dibin rastî, dikevin jiyanê. Kiyaneke Kurdî, êdî ne bi tenê daxwaz û niyazek e. Bi îlanê re dibe bûyereke dîrokî. Hezar û sedhezar vê dijîn, bi çavên serê xwe dibînin. Li perçên din Kurd pê dihesin. Welatên der û dor, cîran û cîhan dibhîze. Kurd serbilind in. Bi çavekî din li xwe û li cîhanê dinerin. Bahweriya ku “em ne kêmî kesekî ne, vaye em jî dibin xwediyê desthelatdarî û dewleta xwe”, bela dibe, serdest û degel dibe.

Ev raman çawa gihişte vir, ji ku kete rê, çavavêtinek wê çawa be?

Fikra neteweyî berî komarê heye. Bi taybetî di nav baskê xwenda û rewşenbîr de. Ev jî ji Ewropa di ser Rûsya, Kafkasya û Stenbolê re bi riya balyozên Iran û Tirkiye, rewşenbîr û mirovên xwenda dikeve Tirkiye, Iran û tê Kurdistan. Musteşarul Dewle yek ji wan kesên navdar e ku fikrên rojavayî tîne Iran. Ev dîplomat demekê li Tiflîsê, li Firansa û li Elmanya sefîrtiya Iranê kiriye. Beşek ji qanûnên Firensa, bi taybetî ew beşê girêdayê mafê welatiyan wergerandiye Farisî. Ev damarek e. Damareke din ku fikra neteweyî û meylên demokratîk pişta xwe daninê, wek serçavî û kaniyekê bikar anîne, sosyaldemokrasiya Rûs û kafkasyayî ye.
Fikir di cihê xwe de nasekinin, digerin, sînoran diqevêzin. Li her cihê ji bo wan teleb û hewcedarî heye xwe digrin. Fikrên dihatin Iran ne bi tenê Faris, belê gelên din jî wek Kurd, Azerî, Ermenî, Belûc û hwd. dixistin bin bandêra xwe, dehfî nav lêgerînan dikirin. Li bajarên mîna Kirmanşan, Urmiye û Tebriz, Isfehan û Meşhed kovar derketin. Li Tebrîz û li Meşhedê Partiyên Sosyal Demokrat çêbûn. Ev aliyek bû.

Aliyê din ?

Rejîmê Riza Şah û hewlên sentiralîzekirina siyasetê, kulturê û pilanên helandina 6 neteweyên li Iran di nav tevahiyek nû de jî, aliyê din e. Siyaseta merkezîkirina heralî, asimîlekirina xelk û gelên ne Faris, ku modelê Mistefa Kemal wek nimûne hatibû girtin, di nav gelên Iran û bi taybetî, di nav Kurdan de jî reaksiyonek çêkir, meylên neteweyî han dan, hişyar kirin.
Li Kurdistanê bi taybetî li bajarê Mehabadê di nav xwenda û ronakbîran de lebata neteweyî çend salan berî îlana Komarê dest pê kiriye. Ev meyil û lebat berî Jêkaf jî bê damezrandin heye. Ev raman bi Jêkaf û bi Hizba Demokrata Kurdistan û dawî jî bi Komarê re derkete asteke berz, asta kiyanke neteweyî. Komara Kurdistan di esil û bingehê xwe de, tîrêjek bû, stêrek bû di ezmanê netewî yê Kurdistan de. Mixabîn temenê wê kurt bû.
Heger em tiştên me gotin komî ser hev bikin wuha mimkun e: Nasyonalîzma Kurdî bi wateya xwe ya hemdem wek fikir, wek wêje li Stenbolê dest pê kiriye. Mebesta me li vir Hecî Qadirê Qoyî û helbestên wî ne.
Nasyonalîzim, di wateya avakirina dewleteke Kurdî de, di wateya Kurd çarenûsa xwe bi destê xwe diyar bikin û hikûmeteke neteweyî ava bikin de, di zemanê Hecî Qadirê Koyî de dest pê dike. Di wateya kiyaneke neteweyî de ku xelk bi riya demokrasiyê, bi riya niwênerayetiyê çarenûsa xwe bigre destên xwe, dewlet niwênerê xelkê be, wate, netewe serçaviya qanûnê be, li wur dest pêkir. Ev hest û raman, di hejmarek qonaxên piştre de bi taybetî di qonaxa raperîna Araratê û di zemanê Komarê de derkete qonaxeke berztir ku tê de ev dewleta dikeve 62 mîn sala xwe bi laş û gewd bû.

Hokarên kerî giring yên serneketina Komara Kurdistan?

Faktor durehî, derveyî û hundurînî ne: Şert û mercên serdema Şerê Cîhanî, valahiya di desthelatdariya navendî de li Iran hatibû pê û çêbûna komarên Azerbeycan û Kurdistan wek encamên van faktoran. Ev aliyek e.
Sovyet û Ingilîstan ketibûn Iranê. Ingilîstan li başûr û Sovyet jî li bakurêrojavayê Iranê serdest bûn. Mebestên herdû aliyan jî ne alîkariya Kurdan bû. Ew bi şêweyekî katî û ji bo demekê ketibûn Iranê da ku hinek tiştan bi Iranê bidin qebûlkirin. Ji xwe Sovyet hê ji destpêkê de bi Qewam Seltene re li hevkiribû ku bi şertê hinek imtiyazên petrolê bigre, ew dê zêde di Iranê de nemîne, ew dê xwe bi şûnde bikşîne.
Ingilistan û Emerîka jî nedixwestin li welatekî di bin destên wan de, koloniya wan, du nimûneyên komarên demokratîk hebin. Bervaja giş çekên xwe yên di zemanê şerê Cîhanî de piştî ku ji Iran derketin bi dû xwe de ji Iran re hiştin û piştgirî dan Iran. Iran han dan, da ku herdû komaran hilweşîne. Komara Azerbeycan bi hêza xwe çend caran li komara Kurdistan bû, şikest. Li Tebrîzê li dora 15-20 hezar mirov hate kuştin. Li Mehabad jî yan wê Kurdan li ber xwe bida û şer dewam bikira yan jî wek ku kirin wê bikirana ku encam îro piştî ewqas sal di ser Komarê re derbas dibe tê zanîn. Ku Komarê jiyana xwe ji dest da.
Heger em bên ser hokar û egerên navxweyî.
Pirsgireka herî bingehîn kemasiya "yekîtîyê” û berberiya di navbera serokên Kurdan de jî pir tûnd bû. Sê serokên eşîran hatibûn hemberî hev. Ji eşîra Debokiyan Emîr Esad, ji Manguran Evdile Beyazîdî û ji Mameşan Qaranî.
Belê, komarên ku di encama faktorên derve de hatin pê, bingehê wan yê neteweyî ne xwurt bû. Balixbûn û têgihiştina xelkê ne di asteke wuha de bû ku li komara xwe xwedî derkevin û ji bo parastina wê ji bo fedekariya tê xwestin amade bin. Ne di asteke wuha de bûn ku kiyanê neteweyî biparêzin.
Ya rast di nav beşek ji rewşenbîran de fikra neteweyî hebû, belê xwe zêde berneda bû nav xelkê. Sîstemê derebegayetî zal bû. Helwestê gel girêdayê helwestê mirovên derebeg bû. Derebegan piştgiriya komarê bikira wan jî dikir, nekira wan jî nedikir.
Bi gotineke vekirîtir bîr û rayeke xweser ya xelkê tunebû. Bajar jî bi derebeg û bi berjewendên xwe re bûn. Heta li Kurdistan desthelatdariya dewletê nemabû wan jî dengê xwe dernexist. Di bin re jî hinek ji wan bi dewletê re bûn. Hinek jî li bendeyî encamê bû. Heger Komar bi serkeve ew jî berjewendên xwe bi riya komarê garantî bikin. Beşê alîgir jî ne bi îman û bi bahwerî bi Komara Kurdistan re bû. Bingeh û riknê komarê ji awura komelayetî û piştgiriya neteweyî lewaz bû, sist û ne pihêt bû.

Rewşa bajaran çawa bû?

Di coxrafya piştgir de bajarên hebûn jî ne mezin bûn. Bajarê nisbeten mezin Urmiye bû. Li Urmiye jî ne bi tenê Kurd belê azerî û gelên din hebûn. Ya din Komara Kurdistan ji Saqiz û berjêrtir daneket. Heger Komara Kurdistan bigihişta Kirmanşan, Sine û Ilam û bajarên din yên mezin û ber bi başûrê Kurdistana Rojhilat de daketibûya, bê goman wê piştgiriya xelkê zêdetir bûya. Coxrafya piştgiriya Komara Kurdsitan teng bû. Di vê coxrafya teng de jî mirov Urmiye li aliyekî bihêle ku ew jî ne bi temamî Kurd bû, bajarên mayî; Mehabad, Pîranşar, Bokan û Hwd. ji bajaran zêdetir mîna gundên mezin bûn. Hê bajarvanî, bazirganî û tiştên bajarekî dikin bajar pêknehatibûn. Ji ber ku rola faktor, jiyan û damarên aborî, kulturî, bazirganî ku bajarekî dikin bajar di avabûna navendên siyasî û sentiralîzebûna siyasetê de mezin e.

Di destên me de istatîstîk tune ne. Navenda Komarê Mehabad bû. Nifûsa Mehabad li dora 15 hezaran bû. Gelo di vê coxrafya we binav kir de, ji sedî çendê Kurdan li gel Komarê bû?

Li der û dora Mehabad, Saqiz û heta bi Urmiyê jî nedighişt ji % 30. dibe ku 500 hezar kesek ji 3 milyonan li gel bûbe.

Em bên ser hewlên Qadî Mihemed ji bo rakirina xîlafên navxweyî, ev hewil çendî serketî bûn?

Dr. Huseynê Xelîqî: Xîlafên di nav eşîrên Kurdan û bi taybetî di nav malbatên Mehabadê de li ser rêveberiya Mehabadê, li ser meznahiya Mehabadê û kî li Mehabadê rêvebir be bi serê aliyekî din yê pirsgirêkên navxweyî ne. Dewleta Iran jî van nakokiyan çendî ji dest tê bikar tîne. Wek nimûne Emîr Esad ku dijberê Qadî Mihemd e, vedixwîne Tehranê. Pêşniyaza wî wek rêvebirê Mehabadê dipejirîne, wî weke walî û fermandarê Mehabadê tayîn dike. Emîr Esad bi tirembêleke dewletê û gelek diravan vedigere Mehabadê.
Qazî Muhemed diçe Tehranê û vê yekê protesto dike. Emîr Esad dike û nake, nikare desthilatiya xwe li Mehabad damezrîne. Ji ber ku ji gelê Mehbadê piştgiriyê nagre. Naçar dibe ku heyva Tebaxa 1942 an îstîfa bike.
Xanedanên nav Mehabad û dewr û berên bajêr di aliyê aborî de hêz bûn. Xwedanmilk bûn. Van kesan berdewam dixwestin serdest bin. Pişta xwe didan Tehranê. Li hesabê wan nedihat ku kesekî mîna Qazî ku bi gotinên wan “melayek bû, mamostayekî ayînî bû “ hikum li bajêr bike. Bi gotinên wan şerm bû ku serê xwe ji zendikdirêjekî re, ji melayekî re deynin, jê re temene bibin. Debukrî û Mungirî û hejmarek eşîr û ezbetên din ku di serokayetiya Mehabadê de xwedî cîh bûn, berdewam pirsgirêk derdixistin.
Qazî Mihemed jî ji bo van pirsgirêkan çareser bike gelekî kar kir û xebitî Ji bo hewlên Qazî gelek niûneyên bi ispat û pratîk hene. Ya ewil Qazî ji bo garantîkirina ewlekariya Mehabad xebitiye. Ji ber ku bi kêmanî salê carekê van xanedan û serdestên li der û dora bajêr Mehabad talan dikirin, davêtin ser bajêr û didane nav piyan.
Ya din qazî hewil dida wan razî bike da ku dev ji şerê nav xwe berdin û bi hev re bibin yek. Qazî dûrbîn û şareza bû. Giş nifûza xwe ya manewî û hezirina beramber xwe di nav gel de ji bo selameta bajêr û yekîtiya nav Kurdan bikar dianî.
Heta di vî alî de gelek anekdot hene. Di nav xelkê de tê gotin ku rojekê Qazî axe û serokeşîrên navçê li dîwanxaneyekê dicivîne, tîne ba hev. Hejmara wan li gora tê gotin 15 -16 kes bûn. Qazî jî rabûye bi qasî hejmara axe û derebegan çay xistine destên hejmarek kes û van kesan bi hev re çayên mêvanan dane destên wan. Dema axe sebebên vê çayîkramkirinê dipirsin bersiva Qazî wuha ye:
ji ber ku kes ji we nebêje çaya ewil neda min, da filankes. Me çay bi hev re li ber we gişan danîn. Da ku yek li yê din nenêre û nebêje çima çaya ewil li ber wî danîn û ne li ber min.

Balkêş e, belê li ser sosyolojiya mirovê Kurd, karekter û exlaqê mirovê Kurd jî tiştên kesî negotine dibêje. Em çavekî bavêjin pêwendiyên Ingilîz û Qazî. Qazî bi kêmanî du caran bi xwe û çend caran jî îndîrekt hewil dide bi Ingilîzan re têkiliyekê çêbike belê Ingilîz xwe nadin ber têkiliyan, xwe dûr digrin ji Kurdan, sebeb?

Bi du delîlan Ingilîz neamade ne, ne bi têkiliyan re ne. Ya ewil nedixwestin ku li Iran kiyaneke Kurdî bê pê. Ji ber ku berî wê tecrûbeyeke wan hebû bi Kurdan re. Ew tecrûbe jî ne bi dilê wan bû. Nav wan û Şêx Mehmûd gelek caran nexweş bûbû. Nexweşî heta bi şer hilkişiyabû. Ingilîzan çend caran Şêx Mehmûd sorgonî Hindistanê kiribûn. Vê jî bi xwe re li ba Ingilîzan bîrewerî û azmûneke xerab çêkiribû li ser Kurdan. Wan jî nexwestiye ku Kurd bibin xwediyê desthelatdariyeke siyasî.
Ya din pêwendiyên Qazî li gel Sovyet û bihêzbûna Kurdan li navça xwe jî ne bi dilê Ingilîzan bû. Ji bo ku têkiliyên Kurdan bi Sovyet re xerab bikin, Kurdan ji Sovyet sar bikin, di bin re hinek dayin û standin kirine bi Kurdan re, belê ev jî nebûne belge û nehiştine tu binaşe û şop bimîne jê.
Belê, helwestê Ingilîzan ne li xêra Kurdan e. Ji xwe ne bi tuwî piştî serdana Baku û rûniştina yekemîn ya bi Bakirov re, Ingilîzan ji bo vê hevdîtin û rûniştina bi niwênerên Sovyet re li Azerbeycan, Sovyet bi notayekê protesto kirin. Dijayetiya Kurdan ji aliyê Ingilîzan bênavcî ye, virde û wêde nas nake. Hem bi xwe bi Kurdan re pêwendiyan nagre û hem jî li dijê têkiliyên bi Sovyetan re ye. Ev helwestê bi temamî dijber e.
Belê, li gora Ingilîzan gerek kes alîkariyê nede Kurdan, gerek kes destên xwe nede wan. – Ji heman awurê divê mirov li pêwendiyên Ingilîzan û helwestê wan beramber Kurdistana bakur jî binere. Ew ne bi tenê ji bo Kurdên Rojhilat belê ji bo Kurdên giş perçan nerênî ne, xêra Kurdan naxwazin.
Cardî ev helewestê Ingilîzan e ku bi temamî li dijê Kurdan xwe da aliyê Ataturk. Helbet faktorekî din jî hebû ji bo vê. Ew jî ew bû ku dewleta Ingilîz dixwest Ataturk ji Sovyet û ji Lenin dûr bike. Ev naye wateya ku ingilîz ji dîktatoriya Ataturk bêxeber bû yan jî nizanîbû ku mafê Kurdan heye. Belê ev û pirr tiştên din jî zanîbûn. Ne ev bi tenê Ingilîzan ji bo serkurtkirina Kurdan, Firensî jî li Kurdan sor kirin. Ev helwestê Ingilizan kevin e, heta bi zemanê Şêx Seîd û salên hê berêtir dire.

Doktor pêwendiya vî helwestê Ingilîzan bi wê re tunebe ku berdewam bi xelkên jêrdest re wek dewleteke kolonyalîst di nav şer de bûn?

Raste, wuha ye. Ingilizan berdewam gelên bindest û jêrdestên xwe berdane hev. Ingilistan li Hindê, li Rojhilata Navîn, li Misrê, li Sûdanê û gelek cihên din berdewam li dijê meylên demokrat, wekhevîxwaz, çep û ne bi dewletê re tim di êrîşê de bûn. Îslamiya siyasî çêdikir, Ixwanilmislimîn han dida. Ji bo karên wuha pere beladikirin. Bi sedan pilan dolab digerandin.

Em bên ser têkiliyên Mehabad û Sovyet: heger mirov bi Ingilîzan re berhev bike Sovyet alîkariyek daye Mehabad. Çek daye, çepxane daye. Ji bo perwerdekirina artêşa Kurd pispor şandine Kurdistanê. Ev alîkariya xwe jî vekirî û berçav kiriye, bi nehênî û sergirtî nekiriye. Mebesta Sovyet çi bû ji vê alîkariyê û van têkiliyan ?

Girêdayê rewşa Komarên Azerbecan û Kurdistan hinek behsa hinek tişt û faktor dikin ku Sovyet komarên Kurdistan û Azerbeycan ava kirin da ku van komaran wek faktorekî zextê li dijê Iran bikar bîne da ku imtiyaza derxistina petrola bakur ya Derya Xezarê ji Iranê bistîne.
Bi gomana min ev hinekî nîqaşê dixwaze. Ji ber ku zemîna van herdû komaran bi taybetî komara Kurdistan çar salan li pêş ragihandina Komara Kurdistan hebû. Yanî hê di destpêka şer de îmkanek wuha çêbû bû. Gelê Kurdistan bi rêberiya Qazî Mihemed û bîrewerên gelê Kurd ku Komela Jêkaf pêkanîbûn, ne bi tenê difikirin li beşê Rojhilat, belê li giş Kurdistan kiyaneke neteweyî ava bikin. Ya rast Sovyet ne wê demê li gel kiyaneke Kurdî bû û ne jî îro li gel e. Sovyet bernameya rêxistina Jêkaf guhert. Ji Kurdistaneke serbixwe daxiste bernameyeke otonomîxwaz.

Di dema vê guhertinê de, di nav Jêkaf de tu nîqaş derneket. ?

Delîlên hevalbendên vê guhertinê ew bû ku şert û mercên navneteweyî rê nadin kiyaneke neteweyî û giştî. Wan digot, em li vê navçeya ku îmkan çêbûye kiyanekê ava bikin, bila ev bibe semboleke neteweyî. Bi vî awayî komara otonom kete şûna komara giştî û serxwebûnxwaz. Delîlên wan ew bû ku bakurê Kurdistan ne bi te re ye, başûr ne li aliyê te ye... dibe ku tiştekî wuha di zemanê Şêx Ubeydullahê nehrî mikun bûya. Li gora rêvebirên Hizba Demokrat û beşek ji yên Jêkaf bernamaya Jêkaf ne realîst bû. Ya din jî wuha difikirrîn ku Sovyet ne bi kiyaneke siyasî re ye li giş Kurdistan. Ingiliz nahêle, Emerîka nahêle, hêzên hawpeyman nahêlin.

Teqrîben wek îro.

Belê.

Partî avabû, piştre di 11 ê sibatê de hikûmet hate damezrandin. Hikûmet ji 14 wezîran dihate pê. Di nav van wezîran de çend ji Jêkaf bûn, yan jî wuha bêjin ji Jêkaf çi derbasî hikûmeta nû û serokayetiya partiya nû bû ?

Kêm, gelek kêm bûn.

Jêkaf ronakbîrên mehabad bûn?

Belê. Berî Jêkaf Komelaya Azadî û Rizgarîxwazî Kurdistan hebû. Sê-çar kes bûn.

Teqrîben çi sal?

Berî şer dest pê bike hebû, hê di zemanê Rizaa Şah de bû. Hikûmeta Riza Şah zanîbû bi wan, yek ji wan reviya Elmanya.

Navê kesî ji wan tê bîra te?

Heger ne şaş bim navê wî Elî Zendî ye, bavê jina Hesen Zîrek medya Zendî ye. Dudwên din jî yek ji wan bi navê Mitelib bû, yên din jî navê wî navyê bîra min. ji Kurdsitan hatin bidûrxistin. Dema şer dest pê kir hatin vegeriyan Kurdistan û Jêkaf damezrandin, salek du sal berî Jêkaf bû. Nîqaş çêbû di anv wan de li ser navê rêxistinê: rêxistin bi navê berê bimîne, kar bike, yan navê xwe binû vebike. Di encamê de li ser navê Jêkaf li hev kirin.
Wa xwiya ye ev kes ji Kurdistanê ne û têra xwe bi biryar in. Dema Riza Şah dikeve vedigerin welat û xebata xwe ji cihê mayî dewam dikin.
Jêkafa nû hayê wê ji Qazî Mihemed û nifûza wî hebû û her wuha bi niştîmanperwriya wî zanîbû, pê bahwer bû, gelekî xebat kirin da ku Qazî bikin endamê Jêkaf. Hejmarek biçûk bûn. Yek ji wan Zebihî bû. Erkên wî di zemanê komarê de berpirsiyariya çapxanê bû.

Piştî 63 salan rewşa Kurdistan? Qazî xwe nesparta Iran û şer dewam bikiriba wê çi bibûya?

Du tişt dihate pêş. Ya yekê şer wê bûbûya şerê partîzanî. Hêza Kurdan ji eşîran dihate pê. Gelek ji wan bi deweltê re bûn wê hejamrek biçûk bimaya bi pêşewa re. Ya din pêşewa ne li gel şer bû, kesekî nerm û insanî bû û ne li aliyê xwînriştin û kuştinê bû. Ew hêza wî û bahweriya wî tunebû ku şerekî partîzanî bike.

Nişqaş bû?

Belê hinekan gotin em şer bikin, di nav hêzên leşkerî de alîgirê şer hebûn. Berzanî jî amade bû. Qazî li Mizgefta Ebas Axa civînek kir bi gel re / ev der meqerê civînan e, balkêşe hê camî qerergah e/ xelk kom kir. Ji xelkê re got Tebrêz hatiye girtin, 10-15 hezar kes hatiye kuştin. Ew leşker wê bê Mehabad jî, wê şer derkeve, Mehabad xwe li ber topan û bobebaranên mezin nagre. Hun çi dibêjin, em çi bikin hun çi dibêjin xelkê piştgiriya şer nekir.

Heger piştgiriya şer bibûya biryar, qazî wê şer bikra.

Ez bahwer nakim, bi bahweriya min na. Belê serfermandarên şer bikiribana hebûn. Dibû qazî jî li pey wan bisekiniya. Wê wextê iran jî bihêz nebû.

Şer berdewambûya

Şer bi sernediket. Ingilizan piştgiriya Iraqê dikirin, berzanî jî nikarîbû ji başûr alîkariyekê bigre. Ataturk jî ji aliyê xwe dijber bû. Ataturk sînor girtibûn, Azerbeycan ketibû, jêra Kurdsitan jî di binya Mehabadê re ne bi şer re û ne bi şoreşê re bû. Dibe ku şer çend salên din jî dewam bikira, belê di akamê de wê bişkesta...
Di dema Dr. Qasim Lo de jî doktor digot bajar û gundên me tehemula bombebaranên deweltê nakin, em divê bi aştî li gel komara îslamê biguncin û li riyên çareseriyê bigerin. Yanî heger Komara Îslamê xwe bidabaya ebr titştekî doktor şer nedikir.
Encamên şikestineke wuha ku li aliyekî komareke Kurdî çêdibe, alaya Kurdî ber ezman dibe, coş û xiroşek xoş çêdibe û hestên neteweyî derdikevin asteke berz, berztirinn ast û ji nifşekê de komar dikeve bandêra psîkolojîk, li ser gel û welat, pskolojiya xelkê.
Xelk bêhêvî dibe, hêviya wî dimre , viz dibe, demeke dirêj pişta xwe rast nekir, gelek kesan dev ji şoreşê berda, fikra ku Kurda nikare tiştekî bike û careke din jî partiyekê çêbike. Gelek derbeder bûn, pekiyan parçên Kurdistan û metrepolan, derbeyeke mezin ya rûhî bû.
Heger reaksiyon û dijayetiyeke nisbî hebûya ji bo ku Qazî îdam nebe, îdam dibû. Ew reaksiyon û dijayetiya pêwist derket di dema biryara îdama qazî belabû û qazî hate girtin. Wek nimûne hegher Ocalan îdam nebû, ji ber wê dijayetiya Kurdan bû, li Ewropa, li Kurdsitan û li Rojhilat. Bi hezaran kes rabûn.
Ew ruhiyeta ji bo Ocalan hebû ne ewqas ne bi wê firehî û bihêzê belê heger bi tenê li bjarê Mehabad jî çend hezar kesî yan jî 10-15 hezar kesî ji gundan bihata Mehabadê û doza seknandina îdama Qazî bikiribana û li Qazî xwedî derketibana şik tê de tune ku wê qazî îdam nebûya. Heyfe ku nebû. Herçendî xelkê Mehabad dibêje me niazîbû ku wê Qazî îdam bibe jî, ew hestê neteweeyî bi wê derecê ne xurt bû. Ne wuha ye, dema li Çarçira qazî û hevalên xwe hatin îdamkirin xelk li mala xwe di xew de bû. Sibekê dema rabûn, dîtin ku şehîd li sêdarê dane./ li bajarê Kurdan, paytextê şoreşê îdam kirin, dewelta Tirk jî şêx Seîd û hevalên wî li Amedê îdam kirin, belê deweltê Ocalan neanî Kurdsitanê bir avêt giraveke wek ya Imralî, nav Tirkan û nikarîbû îdam bike ev ferqek e /xelkê Mehabad gelek caran zora dewletê dîtibû û agehdar bû ji îdamên hejamrek kesayetiyên Kurd wek Simko, hiçî nekira.

Xwepêşandanek, protestoyek
Na, hîçî nekira. Yek ji xalên helî lewaz yên bajarê Mehabadê û piştre giş Kurdsitan kesekî tişştek nekir. Ji ber ku zanîbûn wê Qazî îdam bikin, zanîbûn çûna zîndanê û îdam heman tişt e. tecrûbeya wan hebû. Li pêş Simko kuştibûn. Cafer Xan giritibûn û kuştibûn, Hemze Axcayê Mingor kuştibûn. Bi sedan serkiredeyên Kurd ji aliyê rejîmê Îran hatibûn girtin û tîrbarankirin. Çima tişte nekirin hê jî ez wek kêmaniya hel mezin dibînin. Çend caran jî di dema yadî dayikê Kurdan de ku xizanî pêşewa bû, mîne Xanim. Hun niha dayika Kurdan bibîr tînin, belê dema bavê Kurdan bi gotina we hate îdamkirin, yek nefer derneket derve. Ewe wek xaleke reşe

Yanî ne eskerî, ne siyasî,

Na wek kesekî adî wek çeteyek bê kuştin bêdeng û bêprotest û gotin hat îdamkirin. Tirajediyek bû.

Ders û tecrûbeya em îro derxin û bikêrî Kurdên îro bê?

Em divê destên xwe bi pişta xwe bixurînin, em bi îmkanên xwe li ser piyên xwe bimînin.
Le Sovyet îdamê inikasî idamê bû, tu deng neda. Dengê derve jî girêdayê dengê navxwe ye. Belê heta li cîhanê jî medya tişt negot. Ku dengê xelkê nebû wê li dervey jî deng nede.
Piştî ku Komar ket hizba demokrat rewşa wê çibû, çawa bû, em hinekî li vî alî binerin. Ji der û dora serokayetiya komarê çi derbasî Hizib bû. Le riwangeyî kontinyûte û berdewamiyê em lê binerin.
Xenî Bilûryan, Ezîz Yûsifî, Dr Şîrazî, Dr Mewlewî, kesek bi navê Mitelib hinek ji wan di dema komarê de jî dereke wan hebû, dirêjeker û berdewamkirinên hizbê bûn. Van salên 47 û 48 an di nav hewla hizbê bidin jiyandin, xebat kirin. Belê vê carê Hizba ku ji vê qonaxê re serpereştî dikir hizba Tudeh bû. Dr Rehman Qasimlo bi xwe jî yek ji wan kesan bû ku Hizba Tudeh ji bo vê qonaxê şandibû Kurdsitan û wezîfedar kiribû. / yanî ji vir û pê de rêxistina Kurdsitan dikeve destên Tudeh.../ Rehman ji bo zîndîkirina hizba demokrat hatibû şandin.
Yek ji wan kesan bû ku ji nû ve tevgerê zindî bike, mobilîze bike.
Belam ser bie Hizbî Tudeh be, lê jêr çetirî Hizbî Tudeh de be. Kak Sarmedînî Sadiq Wezîrî sala 1948 an ji aliyê Tudeh tê wezîfedarkirin, da ku li Mehabad endamên hizbê bibîne û ji nû ve têxe kar. Wî jî ew kar kiriye.

Dr ne endamê Hizibê bû?

Na piştre dibe endamê Hizib.

Yekemîn serokê hizbê piştî Qazî Mihemed?

Ehmed tewfîq bû. Salên 51. 52, 53 / doktor ne daqîqe di mesela salan de /
Konferansa 2 pêk hat, pêm waye le salî 52-53 Ehmed Tewfîq bû sekereterê partî. Dr Rehman wê demê hatibû nav partî. Ehmed Tewfîq Dr. Rehman ji endametiya partiyê avêt, ji konferansê derxist. Digot tu çep î. Piştre li konferansa 3 li dora 57-58 an / herdu konferans jî li Başûrê Kurdistan dibin. Doktor piştre ji bo vê salê 1970-1971 dibêje. Sal qet ne di bîra wî de ne, endamê serokayetiya Hizba Demokrat wuha bi ferqa çend salan behsa konferanseke girîng dike ku sekreterek diçe û yek tê dike./ yanî konferansa 3 ne 57-58 an belê 70-71 ê çêbûye.
Em dewam bikin. Wê demê Ehmed Tewfîq ji aliyê hikûmeta Behs hatiye girtin. Doktor zelal naaxive, hem dibêje ji aliyê Behs hat girtin û hem jî dibêje ji aliyê Berzanî bi fenên Îran. Piştre dema mirov li salê dinere, hê şer tune di nav Iraq û Berzanî de. Tarîxa konferansa sêhem gerek em pirisin, vêna Mihemed û Selim gerek baûştir zanibin. Ji Hecî jî mirov akre bipirse. Di encamê de di vê konferansê de Dr Rehman dibe sekreter û Ehmed Tewfîq ji partiyê tê avêtin.
Çend Qonax:

  • 1946-1948 salên di bin bandêra şikestina Komara Mehabadê de
  • Salên 1948-1952 salên Hizib dikeve bin bandêra Tudeh de û hewlên Tudeh ji bo jinûveavakirina potansiyela li Kurdistan piştî şikestinê li gora siyaset û stratejiya xwe.
  • Salên nav 1952- 1970 salên şerê di nav Ehmed Tewfîq û Rehman de. Di van salan de rewşa Hizib bipirs ji kesên zanin.
  • Qonaxa 1979 û piştre. Dema Hizib hêdî hêdî vedigere îran piştî ketina şah.

Di konferansa 3 de Ehmed Tewfîq bi fermî ji Hizib tê avêtin. Belê dema tê avêtin sax e, miriye kes nizane, ji ber ku ew roj û ev roj kesî tu ilim jê hilnanî, bi serûşûn çû.
Di vê qonaxê de bi taybetî piştî şerê di nav Berzanî û iraq de di bin zexta iran de partî Demokratî Kurdsitanê Iraq beşek ji endamên Hizba demokrat teslîmê Îran dike, beşek tê girtin û partî lihev dikeve, hin kes jê diqetin û di nav Bexda Iran û Berzanî de dimînin. Beşek ji wan aware dibe. Çend kes ji wan wek Mirad Şîrêz û Ismiailî Muîn û Silêmanê Muînî têne kuştin û termê wan didin Îran. Beşê din bi serokayetiya Dr. Qasimlo, Kerîmê Husamî û Mihemed emînê Sîracî diçin Bexdê. Hikûmeta Behs ji Rehman û hevalên wî dixwaze ku şerê Berzanî bi hikûmeta Iraqê re mehkûm bike. Hizib qebûl nake, teslîm nabin, ew jî dibêjin herin ji vir. Rêyeke din jî tine ku bineqînê, cîheke herinê tune, nikarin herin ba Berzanî jî. Ev salên nav 71 -75 e.
Di vê demê de ye ku Rehman Qasimlo diçe Prag û Firensa, Kerîmê hisamî, Mela Evdilayê Hesenzade, Hesenê Şîweselî, Resûlî Pêşnimaz û Seyid Resûlî babî Gewre, Xalide Kol, Mamosta Hêmin, Mihemed Emînî Siracî dimînin. Mana wan jî di xeterê de bû, salên nexweş in, Hizib nizane çi bike, teqrîben Rehman xwe rizgar dike û hevalên xwe dihêle, mana wan di xeterê de ye, her tişt diakre bê serê wan. Ev heta şoreşa Berzanî işke û Iraq serdest dibe dewam dike.
Sala 1975 an şoreşa başûr şikest û piştî 4 salan 1979 an şoreşa iran hat û Şah ket. / rewşa van salan ango salên nav 1975 û 1979 heta Hizib vedigere Îranê rewşa Hizib çawa bû ji hecî û selim bipirs..../
Dema şah dikeve hêdî hêdî elemanên hizb vedigerin Rojhilat. Hizba Demokrat li mehabadê Kongreya 4 em pêkanî. / kongre û konferansên vê partiyê jî zêde nezelal in, wa diyar e, di nav partiyên Kurd de partiya kongreyên xwe berdewam kirine partiya PKK ye./. Sal 1979 bû. Careke din Rehman bû serokê partiyê.

Tu ji me re hinekî jî behsa nakokiyên di nav Hizib de bike

Kongreyê 4 ku pêkhat biryar derket ku Xumeynî Hizibê nas bike û otonomiya Kurdsitanê nas bike. Belê Xumeynî otonomî neda. Ku wuha bû hizb jî biryara kongraya 4 lexû kir û bi çek bersiva çekên dewleta Îran da. Gurûbê 7 kesî ku Xenî Bilûryan serê wan dikişand, Ehmedê Ezîzî bû, niha LI VIR E, Newîdî Muînî bû, Fewziye Qazî bû, Mamoste Hêmin bû, Rehîmê Qazî bû.

Çi dixwestin van 7 kesan?

Van kesan dixwest Hizib bi iran re li hev bê, pê re têkeve nav peymanekê, di şertên derketina şer bi Iraq re sînoran biparêze û li dijê dijberiyên li himber rejîmê Îslamî şer bike. Ev şiklek cehşîtî bû, Hizib jî nedixwest çekê cehçîtiyê hilgire. Hizib digot tu otonomiya min bide min ez jî ez dê sînor biparêzim. Rejîmê Islamî jî digot heger tu rast dibêjî ewil tu du salan sînor biparêz, ez bibînim ku rast dibêjî wê wextê ez dê otonomiyê bi te re nîqaş bikim, nedigot ez didim jî. Ev bû sebeb ku şer derkeve. Gurûbê heftkesî jî çûn aliyên Çirîk û pasdaran. Li dijê pêşmergên Kurdsitan şer kirin. Bi Qiyada Miweqeta wê demê re bûn hevkar û alîkar.

Di zemanê Idris û Samî Evdirehman de?

Belê. Rejîmê îslamî ji Qiyada Miweqete re digot, heger hun şerê Hizb nekin ez dê ew çekên ku min di wextê xwe de dabûn we ji we bistînim û careke din yên ku min ji we girtibûn li we venegerînim. Wan jî şer kir, mesela termê Berzanî kirin behane û bûn sebebê şerekî xwênawî ku ji herdû aliyan jî gelek kes hatin kuştin. Xebera Hizib ji mesela guhertina cihê term jî tunebû. Ev ji aliyê kesekî bi navê Kakil hatibû kirin. Heso Mîrxan serê vê kampanyê kişand. Wê wextê Mihemed Nazîf jî kadroyê wan bû. Ew jî yek ji wan kesan bû ku hate vê lîstikê / jê vê qonaxê bipirs./ Qiyada Miweqete, pasdar û gurûbê heftkesî bi hev re êrîş kirin û 104 pêşmerge şehîd kirin. Navçeya Şino girtin û teslîmê pasdaran kirin. Qiyade û Çirkên ekseriyet û gurûbê heft kesî li Şino wêneyên Qazî û ala Kurdsitan dirandin û bêhurmetiyên mezin kirin. Dema dîtin ku rejîm wan dixapîne û êdî bêbavî û hovîtiya rejîm giş sînor derbaskirin û rewşeke kes hew kare biparêze derket gurûbê heftkesî jî hêdî hêdî sist bû, belabû û yên mayî berê xwe dan çiyê ba partiya komunîstê Îraqê. Ji gurûb Fewziye tenê neçû ew çi Delamper ser navçeya sêsînor. Hêmîn jî ma li wur. Yên din derbsbûn. Dawî Xenî Bilûryan û Mihemed emîn Siracî derketin Elmanya. Çûn ba Hizba Tudeh, Xenî Bilûryar bû endamê serokaeytiya hizba Tudeh û endamê Deftera Siyasî./ gurûbekî çawa ye, karekterê siyasiyên vê hizbê û bi taybetî Mihemed Emînê Siracî çawa ye.../
Piştî 2 salan teqrîben sala 1981-82 an kongreya 5 em li dar ket. Min li wê nebûm, min endam nebûm ew qexe. / doktor dereng dibe endamê Hizib/ . Piştre Kongreya 6 ku 85-86 pêkhat. Ez bûm endamê Hizib. Le Gelale li Başûrê Kurdistanê. Kêşeya sosyalîzmeke çawa li ser lêkolîneke Rehman Qasimlo dest pê kir di kongreya 6 an de. Di sosyalîzma mewcûd de demokrasî tune, li Sovyet dîktatorî heye. Ev nivîs di kongreya 5 an de hatibû belakirin. Belê nîqaş di kongreya 6 an de hate kirin. Dr. digot ev ne soyalizmeke demokratik e, stalîzizme ye. Kêşe saz bû Hizib bû du beş. Û bi zorê bi % 51 ê Hizib ev fikra Qasimlo bi serket. Meyla Qasimlo ji bo sosyaldemokrasiya Ewropa hebû. Dixwest bike hizbeke sosyaldemokrat. Dixwest bike endamê soyaldemokrasiya cîhanê. Belê kesî ji me ev fêm nekir û li ber neketin. / ev jî asta siyasî û îdeolojêk derdixe meydan.”
Belê ev jî mirov dide fikirandin ku Rehman bi xwe û piştî wî şerefkendî jî li aliyê din li du paytextên deweltên soyal demokrat hatin terorkirin, yek li Viyena Bruno Kreisski û yê din jî li Berlina Wili Brand.

Xîlafên piştre? Qutbûna Rêberayetiya Şoreşgerî?

Ew li Kongreya 8 an bû. 86-87 bû. Beşek ji endamên Hizib gerek li gora rêberayetiya Hizib xwe ji bo serokayetiyê pêşniyaz neke. Wek Hesenê Trizgar û Haşimê kerîmî, Nebî Qadirî. Îmkana bihatina hilbijartin hebû, belê sebeb ew bû ku li gora Rehman di kar de ne hevahend bûn. Doktor dibêje ku wan di pilenûmê de qebûl nekirin ev pêşniyaz. Bêencamiyê dirêj kir û li ser vê gelek civîn hatin kirin di jora partiyê de. Di encamê de Qasimlo lîsteya fîks anî. Kongre dengê xwe da lîsteya fîks. Helbet berî wê jî Qasimlo ev got: ya wê ev lîste qebûl bibe yan jî ez qebûl nakim û ez dê dev ji kar berdim. Lîste hat qebûlkirin. Dr girîng bû. Ya ev lîste ya ez , yan na ezê herim, dimînin wek endamekî jêr.
Di lîsta Qasimlo de 15-16 kes ji rêberayetiya berê nekete lîstê. Van kesan doza du sê kesan di Deftera Siyasî kir, Qasimlo ew jî qebûl nekir. Got Komîteya Navendî de bi şertê ew hersê kes tê de nebin çend kes karin cîh bigrin. Wan jî qebûl nekir di Mekteba SiyASÎ DE SÊ KES XWESTIN NEHATE QEBÛLKIRIN. Bi 2 an jî razîbûn nehate qebûl kirin. Di encamê de ew qutbûn û perçebûna Hizib çêbû.

Ew kesên Rêberayetiya şoreşgerî avakirin newlo?

Belê.

Kî bûn ew?

Dawî serokayetiya Rêberayetiya şoreşger kete destên Hesênê Risgar, Celîdê Gedanî, Fetahî Kavyan, Haşimî Kerîmî diwatir çû , Hiseynî medenî, ev bûn serokayetî. Le ole reqe le raniye Hizba xwe damezrandin. Micahîd û komele alîkarî dan wan. 9 salan qut bûn ji Hizba Demokrat. Piştre sala 1996 an dubare di Kongreya 11 an hatin nav Hizbê. Li Koye li başûrê Kurdistanê. Careke din dawiya sala 2006 anji hev qetiyan.
Niha jî mela Evdile Hesenzade, le gel kak Celil, kak Fetah û Medenî ew aliyek în.
Aliyê din Mistefa Hicriy e, Mihemed Nezîf e, Tîmûr Mitefayî ye, evana zeq û diyar in. Ev ekseriyet e. Herdu jî bi navê Hizib kar dikin. Televizyon di destên Mistefa hicrî de ne. Aliyê din jî seetek û nîvek televizyon li londra ji Mensûrê Hikmet girtine