Ahmet Balayî

"Şansê Kurdan ê ji bo pergaleke demokratîk û sekûler zêde ye

Çend gotin:

Mamoste Ahmed Balayî yek ji "Birayên Balayî" ye. Ev malbat bi jin, mêr, keç û kurên xwe ve nivîskar, helbestvan û reşenbîr in.
Bi rastî hêja ye mirov vê malbatê bike babeta lêkolîneke zanistî. Ahmed Balayî di nav birayan de yê mezin e, yê herî zêde berhem afirandî ye, lê yê herî hindik jî tê naskirin ew e. Me xwest em wî bêtir ji nêzîk ve nas bikin û ji xebatên wî agahdar bibin.

Te navê romana xwe wek "Pêlek ji bayê reva reş" daniye ku em dizanin ev çîroka erjeng a sala 1991 an e. Wê deme tu li ku bûyî?

Wê demê jî ez li nav gel bûm. Ez li gel bûm ku min navê wê li pirtûkê daniye. Li gel pêla yekê wek berpirsyar bûm. Ev nayê gotin, bi rastî jî xelk û kes li pêş çavên me dimirîn û kes nedikarî hema betaniyekê jî bi ser wan de ke. Ji tirsê, birsê û ji serma û di meha adarê de di baran û şiliyê de, kesî destê arîkariyê dirêjê vî gelî nekir. Em li komelgeha Çelê kombûn û nêzî 250 hezar mirov bûn. li wir berpirsyariya min jî hebû.

Wê demê wezîrê karê derve yê Amerîka hat û ez jî li gel 8 berpirsyarên din çûm cem wî, me hevdîtin kir (Jemes Baker) li firokxaneya Çelê ya leşkerî ya Tirk de. Wê gavê Baker şaşwaz mabû, li pêş ew kareseta ku bi serê me de hatibû. Axaftinek kir û giriya û got ku :"Ez sozê didime we, emê biryareke di berjewemdiyên gelê Kurd de bidin da ku hûn bêne parastin û hûnê dîsa vegerin ser mal û warên xwe." Me jî li gel rojnamevan û kesên pêwendîdar çavpêkewtin kir û me da zanîn ku serhildana Kurdan gihiştibû serî, lê Georg Buş diyar kir ku mebesta wan ne hilweşandina Saddamî ye û nexwasim derxistina Iraqê ya ji Kuwetê ye û wisa jî Kurd di nav lingên ereban de hiştin. Wê gavê rojnamevanekî înglîz ji min re got ku eger hestên neteweyî li dev gelê Kurd hebe, dê ev karesat bêne nivîsandin û da ku ji bîr nebin. Ev jî ji bo min bû wek erkeke biçûk ê neteweyî û min hewlda ku tenê tiştên min dîtî binivîsîm û ragihînim ji bo nifşên nû.

Em dikarin vê bûyerê wek destpêka nivîskariya te jî bi nav bikin?

Wek pirtûk xebata min a yekem ev e. Sala 1991 an min ew da çapê.

Xebata te ya din jî li ser pêvajoya aştiyê ye...

Pirtûka din jî bi navê Kurd û Pêvajoya Aştiyê ye. Ji sê beşan pêktê, a yekem; peymanên navneteweyî û herêmî yên li ser dabeşkirina Kurdistanê. Ji fermana Qesr-î Şîrîn bigir heta ya Cezayîrê û heta ya li ser serokê PKK ê Abdullah Ocalan. Ya duyê jî di dema sehildanên Kurdan de ku ber bi serkeftinê ve diçin û dijminên Kurdan bi çi awayî nêzîkê wan dibin û ew ji nav dibin. Mixabin dijminên Kurdan ew bi dek û fenan dixapandin û digotin bila xwîn nerije, em bira ne û wisa jî heta ku cardin dibûn xwedî hêz û serok û rêberên Kurdan ji holê radikirin. Gelek caran serokên Kurdan li ser masa aştiyê girtine, birine û kuştine. Ev ji Qazî heta Qasimlo hema bêje her wiha ye. Beşa sêyê jî dîsa li ser çend bûyerên girîng ên dîrokî ye.

Jêderkên te ji kîjan welatan in?

Ji bo van xebatan jî min ji gelek deverên cihê gelek pirtûk û çavkanî berhevkirin; ji Fransa, li Berlin, swêd, Suriye û ji welat jî.

Elo derfet çêbûn ku hûn bigihine arşîvên înglîz, fransiz û yên dewletên dagirker. ji ber ku gava mijar dibe lêkolîna li ser Kurdan, piraniya van dewletan çavkaniyên xwe li Kurdan digirin.

Mixabin, em zimanên wan nizanin. Ziman gelek girîng e. eger mirov zimanên înglizî, fransî û almanî bizanibe, dê bikare sûdê jî ji wan werbigire.

Di beşê sêyê de bûyerên li başûrê welat jî hene wek, qirkirina barzaniyan, enfal, Kurdên feylî, elî kîmyawî. ev tevde babetên min in. Rojnameya Welat

Pirtûka din li ser serhilanekî Kurdan e ku Şêx Ebdulselam Barzanî serokatiya wê kiriye. Herçiqas ev serhildan di dirokê de zêde cih negirtibe jî, wek destpêk pir girîng e. Wê demê Şêx belavokek da Bab -i Ali ku divêt mafên Kurdan jî bête naskirin û Kurd jî li ser xaka xwe bi ziman, çand û dab û nêrîtên xwe ve bijîn û zilma pergalê ji ser wan rabe. Mixabin ev ji aliyê osmaniyan ve bi topan hate bersivandin û herî dawî Şêx bi destê Kurdekî hat girtin û radestkirin û anîn li Musilê di sala 1914 an de ku dadgerê wê mehkemeyê jî Kurdekî bû, hate dardekirin. Serhildan 7 sal ajot.

Xebateke te ya berfireh jî li ser îslama siyasî û Kurdan e...

Ev lêkolîn ji nêzîkê 300 çavkaniyan ve pêkhat û min xwest ku ez ferqa di navbera îslama siyasî û ya esasî de derxînime holê. Niha gelek kes îslamê wek siyaset dibînin, eger wisa be, nexwe di siyaetê de exlaq nîne. hîle heye. Tu dişê kesekî bixapînî û dibên; wî siyaset kir. Eger bi rastî jî jêdera mirov Xweda be, wê deme pêwistî bi siyaset û zordariye nîne.

Wek nimûne "Bûyera Boraqê" mirov dikare bide. Mihemmed peyamber, li Qudsê li hespekî siwar dibe û heft tebeqe bi esmanî ve hildikişe û di nav rêya xwe de jî tevahiya peyamberan dibîne. Eger ku ev siyaset be, kes jê bawer nake. Çimkî ilm û zanyarî vê bûyerê qebûl nake. Wek sîstemên ewropî û rojavayî ku karê dîn û dewletê ji êk cuda kirine; papa karê xwe dike û dewlet jî karê xwe dike. Eger mirov dîn kir siyaet û siyaset jî kir dîn, wê demê alozî dest pê dike. Wek hin alimên mîna Hesen Benna dibêjin, "îslama ku ne siyasî be, ew ne îslam e." Seyît Qutub jî wisa dibêje, Gelek alimên îslamî jî wisa dibêjiin. Ez li dijî wan gotina me, eger mirov bawerî bi îslamê hebî, divêt mirov ji siyasetê dûr bikeve.

Dînê Kurdan ê beriya îslamê çi bû?

Di wê demê de, li herêmên ku Kurd, îranî û gelek gelên din jî di nav de ne, zerdeştî serdest bûye. Mecûsî, agirperestî hebûye. Heta di îslamê de jî behs dike ku dibêjîn zendiq; zendîq ji ber têkiliya wan a bi Zend - Avesta re derketiye holê û gelek misilmanan dikarîbûn xwe li ser vê gotinê bidin kuştinê. Di serdema Harûn Reşîd de ku ev serdema ebasiyan e. Ji herkesekî ku li dervayê dîn bûya re digotin; zendîq. Dîsa êzdayetî jî dînekî xurt bûye di wê demê de. Li herêma Pewlevî konfûçyûsî hebûye, manî hebûye. gelek bîr û boçûnên cihê hebûne.

Zerdeşt bi xwe ji kîjan miletî ye?

Li cihê ku zerdeşt lê ji dayîk bûye, nîvê wan Kurd in û nîvê wan jî îranî ne. Jêderên Kurdî wî wek Kurd û îranî jî wek fars qebûl dikin. Heta dema sasaniyan, piştî şerê îskenderê makedonî û hatina îslamê piraniya wan bûn îslamî. Ew îslam jî, bi şer û xwînrijandineke dijwar hat pêkanîn. Tê gotin ku di dema îmamê Umer de 600 hezar kes hatine kuştin. li herêma Behdînan li Kela Hirorê 6 heyvan şer hate kirin û nedişêbûn kelê bistînin. Mîrê Kela Kaşan li herêma Zaxoyê xiyanet li xalê xwe kir û ew da girtin.

Angaşteke wiha heye, dibêjin; gava Kurdan îslamiyet qebûl kir, windakirina wan jî dest pê kir. Ev çiqas rast e?

Ev ji nezanîna Kurdan hatiye pê. Hemû miletên dinê ên ku îslamiyet qebûl kirine ew ji bo berjewendiyên xwe bi kar anîne. Faris nimûyeke giring e. Her wiha îro li Tirkiyeyê, partiya li desthilatiyê jî, Kurdan bi nirxên îslamî dixapîne. Dewletên ku hatine avakirin, piraniya wan, îslam ji bo xwe bi kar anîne û gihiştine armancên xwe. Lê Kurdan gava ev diyanet qebûl kirine, tevahiya berjewendniyên xwe yên neteweyî kirine qurban bo serkeftina vê diyanetê. Lê di diyanet de jî ne wisa ye. Diyanet dibêje, ew kesê herî bi rûmet e ku sedem xaka xwe û gelê xwe hatiye kuştin. Miletê Kurd heta vê gave giranî nedaye ji bo neteweya xwe. Yê daye jî, her ji bo dînê xwe daye. Kesên wekî Ebû Mûslîmê Xorasanî, wek Seleheddînê Eyûbbî, weki Evdilkerîmê Deynawerî û wekî Şehrezorî, Wek ku Binmesûd dibêje; di qirnê 11 an de dînê îslamê kete rewşeke pir dijwar, lê xwe li ser çar stûnan girt. Yek jê Deynawerî bûye ku li herêma sînorê îran û iraqê ku binemaleke gelek navdar bûye. alim û pisporên zana lê rabûne. Ya duyê jî Şehrezorî bûye, Mihemed Umadî bûye. Yekê din mabû ew jî ereb bû. Islam li ser milên wan bilind bû. Kurdan xizmetên mezin ji bo îslamê kirine, lê mixabin mafên xwe yên neteweyî jî kirine qurban. Ev ji îslamê naqewime. ji ber ku îslam bi xwe jî rêya parastina milet, malbat û rûmetê jî dide pêşiya însanan. Niha wek mînak; li Bakur 70 Kurd ji bo AKP yê hatine hilbjartin û tenê 20 kes ji bo partiya Kurd derketin. Niha îslamê ev tişt negotiye. Ev ji nezanînê tê ku Kurd li ser navê îslamê diçin dengê xwe didin dijminê xwe.

Eger em wisa hizir bikin, çawa ku her çar dewletên Kurdistan dagirkirine jî islam in. Ev bi serê xwe jî sosretek e, ne wisa?

Bêguman. Lê dijwariya herî mezin a li pêş Kurdan ev e ku Kurd ji dîrokê sûd wernagirin û dîrok li cem me xwe her dubare dike. Çendîn şoreş û serhildanên me bûne qurbanî bi meseleya îslamê ve. Heywan heywan e jî, gava carek di rêka xwar de çû, car din dubare nake û rêka xwe diguhere. Ev karesata me ji nezanîna me û ji ders negirtina ji dîrokê derdikeve holê. Hindek ji wan jî dizanin lê berjewendiyên xwe yên malbatî, hizbi û kesînî di ser ên neteweyî de digirin. Niha serkirdên li Başûr jî baş dizanin ku eger li gorî sazî û zagonên dewletî biçin, dê li wir serkeftineke pir mezin pêkwere.

Niha li Bakur herçiqas hilbijartin jî çêdibe, dîsa jî dewlet serdest e û ev serdestî jî xwe dide der. Ji xwe partiya Kurdan jî rasterast nekarî têkeve hilbijartinan. lê li Başûr jî hêzên îslamî her diçin xurt dibin.

Ev ji şaşiyên partiyên me yên mezin pêktên. Eger ji bo gel û neteweya xwe dilsoz bûna, wê demê rêk nebû ku partiyeke din a îslamî xwe berde nav kûrahiya çîn û tebeqeyên civaka Kurdî de. Di serdema ku gelê Kurd di nav tengasî û aloziyeke pir dijwar de bû, ev ji bo hêzên îslamî jî bû serdemeke zêrîn û bi alîkariya hêzên derve ku di nav de siûdî jî heye li herêmê pêşketin. iran, şia, Filistîn, Lubnan tev de ku di nav de suriye jî heye, alîkarî kirin.

Niha li bakur gelek Kurd bi tûrikek meqarne dengê xwe didin îslamiyan...

Li Başûr jî heman arîşe ye. Demek wisa lê hatibû ku gelek ji wan dibûn turkuman. Di dema Çîllerê de alîkarî ji Tirkiyeyê dihat û di encamê de hejmareke bi qasî du milyonan turkuman derket. Ev piraniya wan ji Kurdên ku xwe wek turkuman dabûn nivisandin û alîkarî digirtin, pêkdihat. Gelek ji wan jî bûne îslamî û ev jî îslamiyên radîkal bûn û li dijî neteweya xwe derketin. Niha berê xwe bidê, ne komunîstên Kurd wek yên ereb û Tirkan in, ne jî îslamî wek yên Tirk, ereb û farisan in. Niha Hîzbullah şerekî giran dike li dijî îsraîlê, lê ev şer ne ji ber ku îsraîl cihû ye. Ev ji ber doza xaka ereb tê kirin.

Niha di Kurdan de alim û zanyarên îslamî yên pir mezin jî rabûne, li gel vê jî çima Kurd van şaşiyan dikin. Li vir têneghiştina dînî heye?

Ez zanyarên ji Kurdan derketî jî pir xapandî dibînim. Ew hatine xapandin û gelê ku li ber destê wan jî perwerde bûye jî li gorî wan şaş hatine têgihiştin. Eger alim baş be dê civak jî baş be. Lê zanayên ereb, Tirk û farisan vê tiştî baş dizanîn. Melayên Tirk ên li herêma Bakur kardikin, dibêjin, roja qiyametê zimanê heşrê jî Tirkî ye. Ereb, fars jî her wisan in. Cihû û ermenan bi saxî davêtin êgir, lê disa jî wan digot, em cihû ne, em ermen in û dev ji eslê xwe bernedidan.

Piştî êrîşa 11 ê îlonê li dinê têgîneke wek faşîzma îslamî hate bilêvkirin. li gori te di îslamê de faşîzm heye?

Di vir de eger mebest şîdet be, şîdet di her îdeolojiyê de heye. Di gelek ayetan de îşareta vê rastiyê heye, dibêje; dijmin bitirsînin, destên wan jêbikin. niha hedîs jî dikare hatibe guherandin û lê zêdekirin. Lê ayet ji cem Xwedê hatine û nehatine guherandin. Di ayeta enfalan de;" Hûn li hespên xwe sisar bin û herin, tirsê bixine dilê dijminî de" dibêje. Di ayeta enfalan a 12 an de wiha dibêje: Hûn tirseke mezin bixine dilê kafiran û lêdin, lêdin û stûyên wan bibirin, destên wan bibirin. Heta ji bo yên xwedî pirtûk jî tê gotin ku hûn tirsê bixine dilên wan heta ku ew bên û îslamê qebûl bikin. Wateya "enfalan" jî her ev e ku malên xenîmet an jî bi dest ketî ji bo we pir helal e û divêt hûn li ser xelkê misilman dabeş bikin, bi helalî. Van kesan bikujin ku îman bi roja qiyametê neanîne. Baş e çêdibît ku kesên li derveyê diyanetê bêne kuştin? Niha li van deran belkî nîvê xelkê bi çu diyanetê bawerî nayne. Xwedê gotiye; min dikarîbû, tevahiya dinê li ser dînekî bidim.

Li gorî te şansê Kurdan û pergala sekûler-laîsîst heye?

Niha şansê Kurdan heye. Lê pirsgirêka mezin jî cîranên Kurdan in. Ci ereb, çi fars ew dîmokratî qebûl nakin. Niha ji serhildana Barzanî bigir heta Ocalan tevde dibêjin me dîmokratî divê. Me ji bo Iraqê dîmokratî dive û me ji bo Tirkiyeyê dîmokratî divê. Eger miletên li Rojhilata Navîn ber bi dîmokratiyê ve nerm bibin, Kurd wek miletekî enfaldîtî û jenosîd dîtî ji xwe ji dîmokratiyê re misaîd in. Lê miletê me hê jî neghiştiye wê astê ku berpirsyariya dîrokî hilgirê.

Baş e, ji aliyê bervacî ve. Gelo fayda îslamiyetê çi bûye ji Kurdan re?

Niha sûda herî mezin a Mihemmed li ser ereban çêbûye. Ji ber ku ereb di wê demê de di nav cehaleteke pir mezin de bûne. Hinekan 400 jin dinanîn û jin ne mîna mirovan bûn. Zarokên keç bi saxî vedişartin. Yek ji wan jî îmamê Umer e ku keça xwe bi saxî vesartiye.

Baş e, bê zarokên keç ku ev dibine jinên pêşerojê, civak çawa zêde dibû?

Niha di wê demê de zarokên kurin jî dihatin kuştin, ne tenê keçik. Heta ayet tê şandin û tê gotin ku divêt hûn zarokên xwe nekujin ku hûn nikarin wan xwedan bikin. Gelek caran gava mêr dimirî, jin jî bi saxî pê re çal dikirin. Zilmeke wisa hebûye. îslamê roleke giring daye jinê di serdema desthilatiyê de. Di serdema ku ereban we li jinê dikir de, li herêma Amadiyê jinek desthilat bû hikûm dikir.

Xanî, Feqî, Baba Tahir, Elî Herîrî û Cizirî tev de ji medresan gihiştine...

Niha gelek diyarde hene ku bi meseleyên dînî ve tên girêdan, lê di bingehê de eşq, evîn û netewiyet heye. Xanî feylesofekî pir mezin bû ku ew behsa dewletê dike ku ka çawa dewletê damezirînin û çawa qiyade ava bikin, leşker bi kar bînin. Gava em li Cizîrî jî binêrin, Cizîrî bi ayînê ve girêdayî bûye, rast e. Lê di gelek helbestên xwe de jî behsa mey dike. Heta vê gavê jî kes nizane ka Selma evîndara wî bûye yan Kurdistan bûye û yan jî tiştekî din bûye. Feqî jî her wisa ne, pir kûr e û mirov nikare tenê bi ayînê ve girêbide. Dîsa Xanî gelek caran li ser babeta Tawisî Melek disekine (em peyva din bi kar naynin y.a). Xanî wî mîna kesekî xerab danaynê. Wek mirovekî rastgo dide nîşan. Ew ji Xwedê re dibêje, "Min yek xeletî hebû, ew jî min guhdariya te kir!"

Ev helbest an jî beyt di ku de heye?

Di Mem û Zîn de heye.
Her wisa jî ez dibêjim ku di babetên ayînî de herkes azad e, lê pêwîst nake ku mirov miletê xwe bike qurbanî. Bi navê ayînê kuştina mirovan, qedexekirina ziman û enfalkirina miletan ne li gorî ayîn û diyanetê ye. Tiştek hebe divêt bimîne di navbera Xwedê û mirov de.

Ahmed Balayî kî ye?

Ahmed Saleh Mohemmed: (Ahmed Balayi) Sala 1953 an li gundê (Ore) li devera (Berwarî Bala) li başûrê Kurdistanê hatiye dunyayê. Xwendina xwe ya seretayî li Kanîmasî kiriye. Salên 70 û 1975 an pêşmergetî kiriye. Sala 1994 an de sedem şerê birakujiyê dest ji karê siyasî berdide, xwe ji partiyên siyasî dûrdike, li destpêka sala 1995 ji sedema şerê navxweyî tê Ewropa. Li Almanya bajarê Berlînê akincî dibe. Li Berlînê karê rewşenbîrî, edebî, berdewam dike. Endamê Pena Kurd ya navnetewî ye. Endamê Akademiya Kurdî ya li Almanya ye. Gelek babetên dîrokî, edebî, siyasî, civakî di govar, rojname û malperan de belav dike. Li ser îslama siyasî pisporiya wî heye. Niha li Zankoya Azad a li Holanda, di beşa dîrok û şaristaniyê de li kar û xebata xwe berdewam e.

Berhemên wî yên çapkirî: 4 pirtûkên dîrokî û li ser îslama siyasî ne
2 pirtûkên helbestan