Zanatirîn Ez im

 

Zanatirîn ez im!

Di dîroka mirovahiyê de gelek nexweşiyên fizîkî, biyolojîk û giyanî hene. Di pêvajoya dîrokê de civak li dij van nexweşiyan her tim têkoşiyane. Ango di navbera mirovahî û nexweşiyan de şereke pir dijwar domandiye û hê jî didome. Di vî şerê dijwar ê dîrokî de herdû seriyan jî gelekî wendayî dane. Nexweşiyan bi mîlyonan mirov tune kirine, lê mirov jî bi hezaran nexweşî ji holê rakirine. Li gel vê têkoşîna biserketî, dîsan gelek nexweşiyan ji destpêka derketina mirov a ser dika jiyanê û pê ve, hetanî roja me ya îroyîn jiyana xwe domandine. Her çiqas gelek nexweşiyên fîzîkî û biyolojîk aliyê mirov de, ji hole hatine rakirin jî, lê gelek nexweşiyên giyanî û civakî hê di vê dema me ya postmodern de jî, dijîn û gelekî jî bi bandor in. Hinek ji vana wek kompleks, hinek jî wek rewişt û sinc di nava civaka îroyîn de dijîn.

Her çiqas nexweşiyên giyanî kujyar nebin jî, lê di demeke dirêj de him takekesî (ferdî), him jî civakê dirizîne û pûç dike.

Nexweşî kiraseke sar e. Ti kesek naxwaze milên xwe pê re bike. Lê mirov bixwaze nexwaze ew kiras bê kû ji mirav bipirse , tê û li mirov dipiçike. Ji her nexweşiyê xwe filitandin jî, her tim di destê mirov de nîne. Nexweşiyên biyolojîk an fîzyolojîk dişên bên dermankirin. Derman, dermanxane û bijîjkên wan nexweşiyan hene. Mirov dikare zû wan nexweşiyan bigire, lê bi mecalên îroyîn mirov dikare wan zû ji xwe dûr jî bixe. Lê hin nexweşi hene bi jiyana mirovahiyê ve girêdayî ne. Ango bi jiyana civakî re dest pêdikin, bi pêşketina civakê re geş û gur dibin. Bi mirov re dibin heval. Wek siya mirov her dem li her derê mirov dişopînin. Bi mirov re dibin heval. Wek siya mirov, her dem û li her derê mirov dişopînin. Felatiya mirov ji wan pir zor e, an hî ne mimkûn e. Ji mirov re dibin sinc, dibin exlaq. Mirov hînî xwe dikin.

Di nav van nexweşiyên civakî de ya dijwartirîn, nexweşiya zanebûnê ye. Ev nexweşî bi destpêka dîroka rmanê re dest pêdike û hetanî roja me tê. Bi ramanê re di pêşbirkê de ye. Raman çiqas pêşve dikeve, ew jî geş û xurt dibe. Mistewa vê nexweşiyê curbecur be jî, hema hema her mirovî de peyde dibe.

Wek me li jor jî gitibû, ev nexweşî, bi derketina mirov ya ser dika ramanê re rû daye û di nav girseya miro de li her dewera cihanê belav bûye. Mirov jê pir hez kiriye û ew parastiye. Mirov xwestiye ku bi alîkariya wê xwe bihêz û desthilatdar bike. Lewma mirov li jêderka wê geriyaye û jê re jêderkên razber dîtine. Ji jêderkên razber ên bihêztirîn, jêderka Xwedayî ye. An jî jêderk Xwedê bixwe ye. Ji ber vê hindê peyxember û keyan xwe wek Xwedê an jî xwe wek Nîvxwedê hesibandine û ew jêderk pir baş bi kar anîne. Ew dibêjin: „Yê zanatirîn Xweda ye. Ji ber ku ew her tiştî dibîne, dibihîze û dizane. Madem ku ez jî qasid û cîgirê Wî me, ez jî her tiştî dizanim. Çimkî Ew her tiştî bi min dide zanîn.“

Ji ber van egerên jorîn, ev nexweşiya ku ji mirov re bûye wek sinc, wek xislet, di nav her ol, qewm û civakan de pîle bi pîle belav bûye û riçal daye. Li gor nûner û ferdên her civakê, zanatirîn ew e û tişta ku ew dibêje ya rastirîn û duristirîn e. Ditîn û gotinên yên din ne rast û durist in.

Em îro bê ku di ferqê de bin, di nav vê nexweşî û kompleksê de xeniqîne. Di civîn û sohbetan de helwesta me ya ´ez dizanim´ xwe dide pêş. Ti di warekî de em nezaniya xwe napejirînin. Em pir xweş axaftwan in, le ne guhdarên baş in. Dema ku mixatabê me dest bi gotinekê an jî axaftinekê dike, hema em gotin û qisa wî di devê wî de dihêlin, xwe di ber re dikin û bi xwe li hespê xwe yê boz siwar dibin û didin rikefê û dibezînin. An ji yek li ba me dest bi vegotina ramanekê bike, dîsa em gotina wî dibirin û dixwazin wî wek mirovekî nezan bipeyîtînin û xwe jî zana şanî bidin. Di vê heynê de ji xwe re jêderkekî/ê jî dibînin. `Tu çi dibêji, min evqas, ewqas tişt û mişt xwendiye. An jî ez bi salan li ba filankes û bêvankesê mame. Lê tu kî yî?´ em dibêjin.

Piraniya me bi van kompleksên xwe nizanin. Ev kompleks an jî nexweşiya giyanî, li pêwşiya xwepeşvexistin û xurtkirinê kospeke mezin e. Ji ber ku xweyiyê vê kompleksê ti rexneyekê napejîrine, kemaniyên xwe nabîne û naşê xwe pêşve bixe. Ango pêwîstiyê bi hînbûn û pêşvexistinê nabîne. Dost û hevalên dor xwe ji xwe dûr dixe, di encamê de roj tê bitenê dimîne.