REVA Jİ RASTİYÊ NE ÇARE YE!

 

Ji deh saliya xwe û şûn ve wek koçereke deştî, li bajar û navçeyan dadanî, demekê şûn ve cardin bar dikir. Hetanî wê salê li çend navçeyan an jî bajaran danîbû, li ku derê çend meh û sal mabû, nizanibû. Dema li cihekî dadanî, hema ev pirs dihat birê: Gelo ez ê karibim çiqas demê li vir bimînim?

Lê icarê dixwest hetanî dawiya temenê xwe li vir bimîne. Him ji vî bajarî hez dikir, him jî jê nefret dikir. Hemû hêvîyên wî li vî bajarî der bûbûn. Dîsa hemû hêviyên xwe li vî bajarî wenda kiribûn. Lê gelek dijwarî û kosp li pêşiyê bûn. Wi dibistana navîn û lîse li vir xwendibû. Dihat nasin. Jixwe ji ber hin xeteran terka vî bajarî kiribû. Mercên berdewamkirina zanîngeha ku tê de dixwend nema bû. Heval û dostên wi yên dibistana amadeyî bûbûn dijminên wi. Wî çare di revê de dîtibû.

Piştî donzdeh salan vegeriyabû welatê xwe. Welatê wî yê her tiştên wî tê de qedexekirî. Welatê wi yê bênasname, bêziman û kerûlal. Welatê wî yê wek jina mahrkirî ya di bin destên biyaniyan de dîl. Di vî welatî de îşkence hebû, mirin hebû, kuştin hebû. Di vî welatî de ji bo herkesê/î biyanî mafê jiyanê hebû, mafê dadê, mafê azadiyê hebû. Lê tiştekî niştecihên wî welatî tunebû, xeynî koletî û stûtewandinê. Xwecihên wî welatî ji her tiştên xwe şerm dikirin. Ji fîstan û kofiya diyên xwe, ji kolos, şal û şapikên bavê xwe û ji zimanê wan…

Rev.

Li vî welatî ji nirxan revîn, ji nirxan dûrketin bûbû pêşbazî. Her kes direviya. Heta jê dihat, direviya. Lê nizanibûn bi ku ve jî diçin. Layên ne kifşe bû. Berbi aliyeke nediyar ve direvî her kes. Her kes ji rastiya xwe direvî. Rastî bûbû tawan, bûbû sûç. Herkes ji rastiyê ditirsiya. Rastî bûbû ejderhayekî dirinde. Kesekê/î nikaribû berê xwe bidayê. Rastî bûbû agirekî bizot, herkes dişewitand. Lê rastiyê cih û mekancih nedinasî. Wê şev û roj nas nedikir, herkes dişopand. Diket xewnên mirovan. Wek tîrêja rojê tîna xwe dida ser serê mirov, dida ser dilê mirov, diket mêjûyê mirov, dişewitand, diheland…

Him bûbû tirs, him bûbû evîn. Li aliyekê hêvî ditemirandin, li aliyê din şîn dikirin, geş dikirin û gur dikirin.

Hêviyê hestên mirî av didan. Jîn û giyan dida hestên mirî. Ew derman dikirin, radikirin pê.

Di sala hezar û heyştê û duduyan de bayeke nû der bû ji Amedê. Biharek nû hat welêt. Hestên mirî û cemidî ji nû ve vebijiyan. Ewrên tarî belav bûn. Tîrêjeke nû daket ser rehên mirî, evîneke nû rû da. Kaniyên şax u geliyan ji nû ve tê zan. Av herîkin. Di deştan de peng girêdan. Bendav tijî bûn. Av bû ava jiyanê. Dîwarên bendavan li ber avê xwe ranegirtin. Qelişîn. Bi şîrqînî hilweşiyan. Tirs û xof, hestên mirî dan ber xwe, paqiş kirin, birin…

Hêviyên nû bişkuvîbûn. Jiyaneke berî li ronahiyê dest pêkiribû. Hêviyeke jîndar bi baskan ketibû, difiriya. Li esmanan govend girê dida. Govendgeran dismalên kesk û sor û zer li ba dikirin. Keçan serê govendê dikişandin. Li welêt cerg û bezê dest pêkiribû. Şîn, şahî, dîlan û dawet li hev qelibîbûn. Mirinê wate guhertibû.

Di vê dîlanê de kesekê/î ti pûleke xwe jî, nedida mirinê. Êriş diçû ser mirinê, kes jê neditirsya, jê nedireviya. Mirin ditirsiya, mirin direwiya. Felekê nikaribû bêbextî bikira. Malkamaxî bûbû para wê....