HIN XISLETÊN ÇÎROK Û CÎRVANOKA KURDÎ

Bi minasebeta hefteya pîrozkirina çîroka cihanî min xwest, ez jî di derbarê çîroka kurdî de çend gotinan bînim zimên.

Berî her tiştî divê em bi gelemperî û kurtî têbigihêjîn, çîrvanok û çîrok çi ne?

Çîrvanok, ji çîrokên ku ji aliyê gel ve hatine afirandin, di nava gel de belavbûne û ji bav û kalan derbasî qirnên li pey wan bûne û hetanî dema me hatine, re „çîrvanok“ tên gotin. Di çirvanokan de bi gelemperî rewş û bûyerên awarte bi lehengên awarte ve tên girêdan û bi wî awayî tên vegotin û hûnandin.

Li gor çîrokan, hin taybetmendiyên çîrvanokan yên cuda hene.

  • Çîrvanok bi tevahî berhemên hêza nîgaşê ne. Têkiliya wan a bi rastiyê re nîne.
  • Bi awayekî pexşanî tên nivîsîn. Mînakên wan ên helbestî-pexşanî jî hene.
  • Çîrvanok, dema ku tên avakirin malê kesekê/î ne, lê paşê bi demê re li welat û deveran belav dibin û dibin malê gelan. Ango dibin çeşneke gelerî.
  • Di çîrvanokan de bi gelemperî qala têkoşîna nakokiyên di navbera nûnerên rewşên dijraber yên wek qençî û neqencî, rastî, neheqî, dizî, dad, zilm, nefspiçûkî û quretiyê tê kirin.
  • Di çîrvanokan de têgihên cih û demê nediyar in.
  • Di vegotina çîvanokan de bi gelemperî dema niha ya fireh  û çîroka dema boriya dûdar tê bikaranîn
  • Vegotin kurt e, lê têr û tijî ye.
  • Di çîrvanokan de bûyerên awarte li pêş in.
  • Çîrvanok li ser bingeha gerdûnî pêk tên. Ango gerdûnî ne.

Çîrok, an bi bûyerên qewimîne an jî hatine sêwirandin, bi diyarkirina cih, kes û demê tên vegotin. Li romanê dişibe, lê li gorî romanê kurt e û taybetmeniyê wê ji yên romanê cudatir in.

Di çîrokan de; bûyer yek e, hejmara lehengan heta tu bê kêm in, dem kurt e û cihê ku bûyer tê de derbaz dibe, bi sînor e. Çîrok beşeke kurt a jiyanê ye. Bi devê kesa/ê yekemîn an jî ya/ê sêyemîn ê yekjimar tê vegotin.

Ji bo ku mirov karibe çîrokê tam vebibêje, divê mirov hêmanên ku çîrokê pêk tînin, zanibe. Bingeha her çîrokê ji sê hêmanan pêk tê: Kes, bûyer û rewş, cih.

Divê di her çîrokê de bûyerek û rewşek hebe. Di çîrokê de hêzên ku li dij hev têdikoşin ev in; mirov bi mirovan re, mirov bi ajalan re, mirov bi vîna xwe re, mirov bi hêzên xwezayê re û mirov bi civakê re. Rewş jî, hemû mercên ku tiştekî di xwe de dihebînin, in.

Ji hêmanên çîrokê yê girîngtirîn mirov e. Çîrok tenê li ser aliyekî xisletê(karaterê) radiweste. Nakeve nava hûrgiliyan. Her çîrokek tenê peyameke wê heye. Xisleteke çîrokê a din jî, azîneya vegotinê ye. Mirov dikare bi kurtî çîrokê û romanê wiha ji hev biqetîne.

Her çiqas ji aliyê vegotinê ve çîrok bişibe romanê jî, lê di navbera wan de gelek cudahî hene. Bi kurtî cudahî ev in:

  • Naveroka çîrokê li gorî romanê kurt e.
  • Di çîrokê de xisleta bingehîn bûyer e, di romanê de xisletên bingehîn lehengên romanê ne.
  • Hejmara lehengên çîrokê pir kêm in. Carinan çirok tenê ji lehengekê/î jî pêk tê. Hejmarên leheng û bûyerên romanê gelekî zêde ne.
  • Di çîrokê de mirov tenê bûyerekê dibîne, lê di romanê de rêze bûyer li pey hev wek xelekên zincîrê hev du dişopînin.
  • Di çîrokê de cîhên bûyeran bi sinor in, nayên sêwirandin û dem jî kifşe ye û bi sînor e.
  • Di çîrok de vegotin kûr û fireh nîne.

Ji aliyê mijarê ve mirov dikare çîrokê wiha dabeş bike:

Çîroka Bûyerî(bûyera klasîk): Li gorî plana destpêk, hûnandin û çareseriyê li ser bûyerekê radiweste, vedibêje bi encamekê ve girê dide, ango çîrok li gorî bûyerê li dewerekî û di demekê de diqewime, li wir tê hûnandin û bi awayekî vacî bi dawî dibe. Bi kurtî cih dide şayesandina leheng û çaredorê, dixwaze di derbarê wan de hizrekê bide û kelecan û meraqên xwînêran hîşyar û bilind bike.

Çîroka Rewşî(Beşî) . Ev cure çîrok, li ser bûyerekê ranaweste, li ser beşekke jiyana rojane radiweste. Li gor plana destpêk, hûnandin û çareseriyê ava nabe. Encameke wê ya kifşe jî nîne. Ji derî meraq û kelecanan, cih dide hest û xeyalan. Ev cure çîrok, girîngiyê nade ramanan.

Nûnerê vê cureyê çîroknûsê Rûs ê bi navûdeng Çexov e. Jixwe navê teherê yek jî, “Çîrokên Tehera Çexov” e.

Çîroka Derûnî(Modern): Di vir de cihana derûniya lehengê cîrokê derdikeve pêş. Li vir rastiyên ku mirov her roj dibîne, lê pê naverqile, mijar tên girtin, li gorî hin rastiyên paşçavkirî, xeyal û rewşên awarteyî mijar tê girtin û li ser vê binghê çîrok vava dibe û tê hûnandin.

Nûnerê vê têgihayê yê herî xurt Franz Kafka ye. Ev têgiha bi gelemperî di tîpên dejenerebûyî yên bajarê mezin, xerabûyinên civakî û komeleyî, bi nêzîkbûneke felsefî, bi hîciw û qirfeke dahîyane lê hûr dibe û li ber çavan radixe.

Çîrokên kurdî

Cihê çîrokê di wêjeya kurdî de, bi taybetî di ya gelêrî û ya devkî de pir girîng e. Di vir de bûyer û kesayetên rastîn û efsaneyî bi şêweyên curbecur tên şîrovekirin û radigihên civakan. Rahên hin çîrokan xwe digihînin bûyer û kesayetiyên dema Neolotîk (Panteîstîkê), ango serdema desthilatdariya jinan(dayîksalariyê). Her wiha çîrok qala kesayetî û bûyerên rasteqîn jî dikin. Çîrok him bi devkî tê gotin, him jî bi nivîskî ava dibin. Di ragihandina çanda kurdî de çîrokan roleke girîng lîstine. Kurdan bi hezaran salan zarok û civak bi çîrokan perwerde kirine û jiyan pê dane nasîn.

Hinên çîrokên kurdî bi wezin û awaz, hinên wan jî bi axaftineke asayî tên gotin. Berê li her dereke Kurdistanê çîrokbêjên navdar hebûn. Çîrok, di şevên dirêj ên zivistanê de hezkiriya dilan bû, bi taybet ya dilên zarokan bû. Lê sed carî mixabin, êdî îro ev nirx wenda bûne.

Çîrokên folklorî an jî şevbêrkan, li her dewera Kurdistanê cuda cuda tên gotin, ango li her dewerekê versiyonên çîrokan cuda ne. Lê gelek teherên vegotinê hevbeş in. Hevbeşî ya herî mezin, awayê destpêka çîrokan e.

Bi gelem perî li her derê Kurdistanê çîrok wiha dest pêdikin: “Hebû, tunebû, .... carek ji caran, rihmet li dê û bavê guhdran, ... Ji xeynî eza û mixtaran, …. ji xeynî Bekoyê Ewanan, ...., wiha dirêj dikin û diçin. Di dawiya çîrokan de jî heman gotin têne gotin. "Çîroka min çû diyaran, rehmet li dê û bavê guhdaran. Bi tevî...".

Hin lehengên çîrokên kurdî

Keçelokê Pîrê (Tirkan ev nav ji kurdî dizîne û kirine "Keloğlan"), Teyrê Sîmir[1] (Farizan ev nav  kirine "Sîmurg"), Dêva Heftserî, Bozê Rewan, daweta cinan, Kêz Xatûn, Marê reş, Beranê qer  û Beranê qerqaş û gelekên din…

Teyrê Sîmir, teyrekî efsanewî yê çîrokan e. Bi kurdî Sîmir dibêjin û cih û warê Sîmir çiyayê Zagrosan e. Sîmir ji du gotinan pêk hatiye: û mir.

Li gorî van herdu peyvên hevdudanî ku navê sîmir ji wan pêk hatiye, çar wate û texmînên cuda hene.

  1. Sîmir teyreke pir xweşik û rengîn e. Loma di wateya teyrê sî (30) reng de navê Sîmir lê kirine.
  2. Sîmir teyreke bi qasî sî (30) teyran mezin bûye. Loma jê re gotine sî û mir ango sî (30) teyr. Mir di kurdî û farizî de tê wateya mirîşk û teyran.
  3. Gotina di etîmolojiya kurdî ya çûkan de jî heye ku di navên çend çûkan de kîteya heye. Gotina sîmir jî, ji wan gotinan yek e, wek: sîmir, sîsalek, sîmanok, sîberk û hwd…
  4. Hinek jî dibêjin ku koka gotinê ji mirinê tê. Ji ber ku Sîmir teyrekî pîroz e. Di serdema kevir de ew sembola ruh û vîyanê bûye û ruhê mirov biriye bihuştê. Loma li herêma Kurdistanê di serdema me de jî li ser hin kêlên gorên kevin mirov rastî weneyên teyrên Sîmir tê. Sîmir semboleke totemîk e.

Çîroka Sîmir

T.Sîmir

Di Avestayê de navê Sîmir Mərəɣo Saêna ye. Yanî Çûkê (teyrê) Saêna. Ev nav di sanskrîtî de jî śyena derbas dibe û tê wateya baz an jî jî qertel. Farizan navê Sîmir kirine Sîmurg. Li gorî wan cî û warê Sîmurg (Sîmorx) li çiyayê Elbruzê ye. Tê gotin ku Îsfendiyar li wî çiyayî Sîmirek kuştiye. Di eslê xwe de Sîmir ne teyrek tenê ye, ew cureyeke teyran e.

Li gorî gelek arkeolog û dîrokzanan, rehîbên Heliopolîs çîroka Teyrê Sîmir ji rojhilatê girtine û birine Misira kevin. Naveroka çîrokê di serayên Misra kevin de hatiye guhertin û li gorî wan formeke nû girtiye. Ereb ji Teyrê Sîmir re Enqai dibêjin. Di efsane û çîrokên ereban de welatê Sîmir carnan Aryana ye, ango Kurdistan e, carnan jî Ciyayê Qaf e. Çiyayê Qaf ê ku Ereb qal dikin, li rojhilata Erebistanê ye. Ev der jî Zagros e. Ango Ereb ji Zagrosan re gotine Qaf. Tirkan wek gelek çîrokên din, ev çîroka jî, ji kurd û farizan girtine û li gor mentalîta xwe guhertine. Navê Sîmir kirine Zümrüte Anka kuşu. Navê çî û warê wî jî kirine Çiyayê Qaf.

Di grekiya kevin de navê Sîmir Phoenix e. Ev nav ji grekî dîsa wek Phoenix bê guhertin desrbasî zimanên Ewropiyan bûye.

Di çîrokên hindî de peywira Sîmir dane qertelê Garuda. Di çîrokên çîniyan de jî ev peywir dane Tanniao.

Li gor efsaneyan, temenê Teyrê Sîmir pir dirêj e. Dibêjin, wî sê-çar caran dîtiye ku dinya xerab bûye û careke din ji nû ve şên bûye. Di hinek varyantan de jî tê gotin ku temenê Sîmir 1.700 sal e. Di pirtûka Heywanên Fantastîk de ji wiha hatiye nivîsîn: Teyrê Sîmir herî kêm 500 salî jiyaye. Teyreke sor e û duvê wê mîna zêr dibiriqe. Li gorî efsaneyê, dema ku dawiya temenê wê tê, agir bi pûrta wê dikeve û ew dimire. Pişt re ew ji xweliya pûrta xwe ji nû ve tê afirandin. Ev bûyer û têgiha ji baweriya civakên agirperest tê. Ji vir jî diyar e ku cihê vê efsaneyê Ciyayê Zagrosan e û efsane jî aîdî kurdî û îranî ye.

Di piraniya çîrokan de Sîmir ne goştxwir e, lê di hin çîrokan de goşt jî dixwe. Sîmir di çîrokên kurd û farizan de teyrekî efsanewî ye û bi zimanê mirovan dizane. Teyrê Sîmir hêzdar, aqildar û dilovan e. Alîkar, hemraz û qencîxwaz e. Sîmir di warê tenduristiyê de zanyareke mezin e. Sîmir, her tim di rê de ye, bi taybetî rêwitiya dûr û dirêj dike. Ne bi tenê li ser rûyê erdê, her wiha di navbera erd û ezmanan de jî difire.

Li gorî pirtûkên olî dinya heft tebeqe ye, lê li gorî çîrokeke Sîmir dinya 14 tebeqe ye. Heft tebeqeyên wê li jêr in û heft tebeqeyên wê jî, li jor in. Sîmir carnan di nav van tebeqeyan de difire. Ew mirovan li pişta xwe siwar dike û di nav van tebeqeyên dinyayê de dibe û tîne. Dibe alîkarê mirovan û piştre jî du perikên xwe dikşîne û dibêje: "Ha ji te re du perikên min, dema ku tu bikevî tengasiyê, tu van herdu perikên min li hev bidî, wê demê, ez di cih de peyda dibim û têm alîkariya te, …."

Li gor efsanan di serdema sumeran de Sîmir li Zagrosan gihayê Xwedê/Xama (bi zazakî Homa-Xaoma) parastiye. Ew giha li lûtkeyê çiyê, li ciyekî nependî û asê hebûye. Dema hewce pê hebûye, Sîmir çûye ji Yezdan û mirovan re ew giha aniye. Sîmir bi vî gihayê nemirinê karibûye temenê xwe û yê mirovan dirêj bike. Di hin çîrokan de tê gotin ku tûka Sîmir jî derman e û dema tûka xwe li birînan dide, birîn derman dibin.

Image removed.

Teyrê Sîmir, an jî Phoenix, li goreyî F.J. Bertuch (1747-1822).

Image removed.

Teyrê Sîmir, an jî Garuda, li gorî ola hindiyan.

[1] Zayenda Teyrê Sîmir mêza ye. Teyr bi xwe nêrza ye, lê Sîmir mêza ye.