Sur-ney û Pezkûviyên Dêrsimê

Li Dêrsimê Dagirkerên Tirk kuştina pezkûviyên „Sur“ yên di baweriya me de ajalên herî pîroz in, kiriye ber bazarê û bi pereyan wan û baweriya me dikujin. Mixabin piraniya gelê me pîroziya van pezkûviyan ya di dîroka me de û bi wê ve girêdayî li Dêrsimê nizanin. Mîna rûdaneke ji rêzê dibînin. Rastiya mijarê tişteke din e. Ezê piçekê vê mijarê vekim.

Pezkûviyên Dêrsimê ji cinsê pezkûviya dîrokî „Sur“ e. Tenê du cinsê vê pezkûviya pîroz mane, cinsekî wê li çiyayên Zagrosan û cinsekî wê jî li Dêrsimê heye. Ev pezkûviya „Sur“ berê Medan û di dema Medan de ajalaleke herî pîroz bû. Bê key û mîran derketina nêçîra wan qedexe bû, ew jî bi destûr û fetwaya rêberiya baweriyê Keyxwida dibû. Heta tê gotin ku mijara „POST“ ya di nava Ra Heq (Elewî) de wek dîyardeyeke herî pîroz tê zanîn jî, ji wê tê.

sUR-nEY

(Ev wêneya li jor li Qelayçî rojhilatê Kurdistanê tê dîtin.. Ji dema Medan maye.)

Berê Medan û di dema Madane de ew „post“ pîroz bû, nîşana dad û serweriyê bû. Lema tenê di mala Keyser û Pîrên kamil (Murşît) de dihat dîtin. Di hin çavkaniyan de jî navê Pezkûviya Sur wek „ASAR“ derbas dibe. Di lêkolînên Girê Qelayçî ya li Rojhilatê Kurdistanê û di şikefteke nêzî Girê Qelayçî yê de Wêneyên wê pezkûviyê û du qiloçên hevcinsê wê jî tê dîtin. Devê qiloçekê bi ney (qamîş), yê yekê jî bê ney û li ser her yekê pênc qulên wek qulên bilûrê hebûne. Di encama civîneke şêwirmendî ya arkologan de wek encam tê ragihandin ku ew zurneyên (Sur – ney /Zurne) destpêkê ne. Ango zurne berê ji qiloçên pezkûviya „Sur /Asar“ dihat çêkirin. Ew Surney di demên dêlindezên baweriya Mîthra de dihatin bikaranîn. Li çend Mehrgedehên nêzên hev tenê yek „Surneyek“ hebû. Di romana min ya bi navê „Serwerê Med Aştiyago“ de çîrokek ji dema berê ku bi navê „Kurê key û Surney“ maye, wêneyê wî di rolyefên hin şikeftan de jî heye, tê vegotin. Ev ne li hev anina min e. Generalê Med Madaheas (Medhêz) ê diçe bûka Medan Alyanisa keça Alyattesê II. ji bo Key Aştiyago tîne, di rûpela romanê ya 194an de ji Alyanîsê re vê mijara „Surney“ wiha vedibêje: „Zîn Alyanîs keçeke jîr bû, nedixwest, kesek bibêje: „Ew biyaniyeke hov e, tiştekî nizane, yan jî fêm nake!“ Lema her tiştê nû ji Medhêzê ku bi siwarî gelek caran li gel faytonê diçû, dipirsî û agahiyên têr jê werdigirt. Dema cara yekem dengê sur ney (Zurne) bîhîstibû, berê bi şaşwazî ew guhdarî kiribû, dû re bi nûgerî jî Medhêz pirsîbû, ka ev çi amûr e! Medhêz jî çîroka sur ney ji wê re wiha zelal kiribû: „Em ji wê re „sur ney“ dibêjin, ew ji qiloçê cinseke pezkûviya reng sor tê çêkirin. Peyva sur ji rengê wê pezkûviyê tê. Ney jî cureyeke qamiş e. Lê ev cins pezkûvî gelek kêm e, li her derê nayê dîtin. Postê wê jî pîroz e. Tenê pîrên baweriyê û Keyêkeyan dikanin li ser rûnin. Lema jî ji vê „Sur neyê“ li her herêmekê yan yek yan jî du heb hene. Ew jî bi giranî di destê kurêşan (pîrên Kamil) de ne, ji bo dêlindêzên baweriyê yan jî pêşwazîkirina Keyêkeyan tên bikaranîn.

Çîrokeke wê ya taybet heye. Dibêjin: Li demekê nayê zanîn kurê mîrekî bi nav û deng derdikeve nêçîra pezkoviyan. Pezkoviyeke sor dibîne, tîrê berdidiyê, wî birîndar dike. Ji hespê xwe peya dibe, xinçera xwe digire, xwe digîhîne pezkûviyê, bi qiloçê wî digire, dema dixwaze ku bi xinçera xwe wê serjêke, peskovî seriyekî bi weş lê dide, ew û pezkovî di baxirekî pênc şeş bejn bilind de diçin xwarê. Birîndar dibe, dixweze têke hawar û alîkarî bixwaze, lê deng jê dernakeve. Dû re fikrekî tê wî, qiloçê pezkoviyê yê şikestî digire û pifê wê dike. Ev dengekî taybetî derdixe. Peyayê mîr xwe li wî dengî digirin, diçin wî dibînin, wî ji wir rizgar dikin. Ji wê rojê û pêve ev „sur ney“ heye û wek pîroziyeke rizgarkar tê zanîn!“

Kurt û Kurmancî Pezkûviyên li Dêrsimê ne ji pezkûviyên ji rêzê ne, ew pezkûviyana di dîroka me û di baweriya gelê me de ajalen herî pîroz in. Pîroziya „POST“ ya di baweriya Ra Heq de bi rastiya vê pezkûviyê ve têkildar e. Jiwê êriş û kuştina li ser van pezkûviyana kuştina baweriya gelê me ye. Divê her Kurd li dijê vê derkeve.

Çend wêneyên cinsê pezkûviyên Dersimê

 

Pezkuviya Dersimê

Sur-Neya Dersimê 1