Peyva „dergûş / dergoş“ û çîroka wê

 

Hin kes li ser facebookê mîna ku lîngûîst û etîmolog bin (Bi kurtî pisporên ziman bin), li ser bingehê devoka xwe û bi pînekirina du tîpên aramî/erebî hewl didin ku hin rastiyan li gor têgîhîştina xwe ya şaşomaşo serobino bikin. Li ser vê peyva „dergûş“ê jî çep û rast lêxistin, lema min pêdivî bi vekirina vê mijarê dît. Hêvî dikim ku dostên di vî warî de pispor in, hin tiştan lê zêde bikin, yan jî kêmasiyan sererast bikin.

Hewldanên peyvan bi kîtekiranan zelalkirinê, tena serê xwe ne bes e, divê mirov bi gelek aliyan ve binirxîne. Em ê wisa bikin, lê bi kîtekirinê dest pê bikin. Dergûş ji du peyvan /kîteyan pêk tê. „der“ û „gûş/goş“

  1. Peyv û kîteya „der“ ne nermbûna „dar“ e, „der“ bi serê xwe peyv e, di wateya dijberê hundir, teber, derve“ de ye. Peyva „dar“ ti car nabe „der“, dema nerm dibe, dibê „dêr“ ku ev nermbûn jî li her derê nayê bikaranîn. Têkiliya peyva „derî“ jî bi dar re tine, bi cihê derketina der re têkildar e. Hin peyv: derî, dergah, derbend, derhoze, derbas, der û ciran, derzî (dide der)....
  2. Paşgira „guş“ ji peyva „goj“, peyva „goj“ jî ji raya lêkera „gojîkirin /gojîn û gojandinê“ tê yanî zarokê hînê mijandinê kirin, firşkê hînê xwarinê kirin. Gojin, ji mijînê tê, weke Mît /mot, Mota li hin deveran ji bo aqit tê bikaranîn jî ji mîtinê /motinê tê, peyva almanî „Molkerei“ bi motinê re têkildar e. Bêguman ev bi serên xwe jî hêjayê lêkolînê ne.
  3.  Di kurdî de, tîpên „j“ û „ş“ di nermbûna peyvan de û di navbera zaravayan de gelek caran cî diguherin. Mînak „dêşe >dêjena“ yan jî „kuştin > dikuje“
  4.  Her wiha tîpa „û“ jî Minak: Li bakur; „min got“ li Behdînan „min gût!“ Bi gotineke kurt û kurmancî ev awa cîhguhertina dengan di kurdî de heye.
  5. Her çendî peyva „dergûş“ li hin deveran wek „landik“ hatibe bikaranîn jî, derguş ne landik e. Di bingehê xwe de „dergûşek“ dibe landik. Lê li hin deveran di pêvjoya salan de paşgîna „ek“ ketiye û wek dergûş tê bikaranîn.
  6. Peyva „dergûş“; bebek, zaroka ber pêsîran e, zaroka hê nebûye 6 mehî ye. Ev ji ku tê? Dema zarokek nû tê dinê, dayîk nikane bimijîne, lewra 1 – divê berê ew pêsîr, ava şiranînê û ne paqij, şîrê zinc ê destpêkê were dotin û ew qanala şîr paqij be, ev jî herî kêm rojek du roj dikudîne. 2 – Hin pêsîran de roja destpêkê, hetanî du sê rojan şîr tine. Lema jineke bi dergûş tê wê dergûşê gojî dike /firşik dike / dimêjîne. Ji vê re „ji der hat û gojî kir“ tê gotin. Mijara bi hev re şîr xwarinê, xwişk û birayên şîr  jî, ji vir tê. Ango „der+ gojî > dergoj > dergûş ji vir tê. Bi gotineke zelal dergûş „bebeg“ e ne landik e. Li tevahiya Serhedê, Dêrsimê ji bebegê re „dergûş“ dibêjin û di ziman de jî tenê ji bo bebegê tê bikaranîn. Mînak: „Ma dengê dergûşê nayê te, dergûş digîrî. Tu ji wê dergûşê çi dixwazî?“
  7. Em werin mijara „Bêşîgê.“ Ji ber ku li Serhedê gelek deverên navenda Anatolya û Dêsimê „dergûş“ di wateya bebegê de ye, di cihê „landikê“ de peyva „bêşîg“ê tê bikaranîn. Ev peyva „bêşîg“ di nava tevahiya Kurdên Xorezmê (Horasan) de jî rûniştiye. Rast e, di kazakî, tirkmenî û özbekî de formên cûda yê peyva „bêşîgê“ tê bikaranîn, lê ji ber daneyên berdest gelek bi zelelî xuya dibe ku ev ne peyveke tirkî ye.

Di nava Kurdên Anatolya; mînak Reşiyan de, peyva „bêşîg“ tê wateya „hêlanekê“ jî, Ji ber vê wateya wê, mirov dikane bibêje, 1 – dibe ku ev ji lêkera „weşînê“ hatibe. Ji ber ku di kurdî de gelek caran tîpa „v /w“ û tîpa „b“ cih diguherin. Mînak: Serhed dibêje; „bivêje“ (Kirmanckî jî „vajê“) lê li deverên Mêrdînê û beşeke Amedê di cihê „bivêje“ de, forma „bibêje“ tê bikaranîn. Ev jî vê rastiyê tîne bîra me; „Vêş, weş“ (Xiz, sûret, mînak „weşa bayê“) weşîn = bi lez, hejîn, li ba bûn“ ne, ji xwe bi wê wateyê jî derbasê tirkî bûye. 2 – Dibe ji peyva „baweşînê“ hatibe. Ji ber ku hêlekan wekî baweşînê diheje /li ba dibe. Weke; baweşin > baweşîng > baweşîg > bêşîg. Yanê „dibe kîteya „we“ ketibe. Di kurdî de mînakên wê hene. Mînak; „were > bê“.

Em hinek li dîroka vê peyvê binêrin.

Etîmologên Tirk vê peyvê bi Mehmûdê Kaşgarî û „nivîsên Yênîsey /Elegeşê ve girê didin. Dema mirov pirtûkên etîmolojiya tirkan vedike, wer zen dike ku ew sê çar kêlikên Yênîsey û Orxunê ferhengên zimanê tirkî ne. Ma va du sê rêzên li ser kêlikan dikane ewqas peyvan di xwe de werbigire? Nivîsên li ser kêlikan bi giranî pesinname ne, pir kêm peyvan werdigirin. Lema ji bo derxistina rastiyan divê em bi taybet jî vê mijarê hûr lê bikolin:

  1. Em dizanin ku Tirk di her warî de li cihê navên orjîn navên qaşo tirkî / tirkkirî bikartînin. Mehmûdê Kaşgarî li ser wan eşîrên ku wek Oguz hatine nîşandan ku rastiya wî navî „Buxduz e“ û Buxdûz serokê eşîrekê Kurdan e. Ji xwe Mehmûdê Kaşgarî rastiyê înkar nake û wiha dinivîse: „Zimanê van êl û êlatên Oxduz /Bûxdûz zimanekî din e, lê hin tirkî jî dizanin.“ Qaşo etîmolog û pisporê Tirkan vê rastiyê nabînin. Ya rast, bi zanistî nabînin.
  2. Dema Macar (Ungarn) dest bi lêkolîna dîroka xwe dikin, Zanyarên xwe dişinin Asyayê. Piştî lekolînan digihîjin wê encamê ku ji 7 eşîrên Macaran pêktîne yak jî eşîra Kurd- Gyarmat e (Bi macarî:  Kurtu, Kirth, Kyurta.) Lê dîrokzanên Tirkan peyva macarî ya bi kurdan re têkildar wiha wergerandiye tirkî:“Körtle“. Ev rastiya dekbaziya wan li ber çavan radixîne.
  3. Li ser zinarê Elegeşê şeteke çemêYênîseyê ye, ev nivîs hene: Li ser kevir  /kêlikê 1 wiha dinivîse: „Ez Mîrê Kurdan Alpo Urango, Li pişta min kembera zêrîn. Neh ezbetên min hene, ez çilsalî me!“
    Li ser kevirê dudyan jî wiha dinivîse. „Navê min Qarçûr, li zozanê me berf barî, tev çûne, tenê heft ezbet û xwişka min maye. Qarçûr ji birayên xwe yê din qetyaye!“
    Hê îro jî bi navê „Qarçûr“ êleke Kurdan heye. Yanê mijara yênîsey jî dereweke mezin e.
  4. Li ser wan kêlikan bê çend rêzên bi çînî, hemû bi alfabeya aramî, forma farsi hatine nivîsandin, yanê yên nivîsîne jî ne ew kesên wek tirk tên binavkirinê ne, dijê wê kesên perwerdeya vê alfabeyê dîtî ne, yanê ji gelên Arî ne. Ev perwerde jî di nava gel û bajarên Arî de, yanê li Samerkent û Bûxarayê pêkan bû.
  5. Dîrokzanê Tirk Sadî Koçaş ê ku demekê jî walîtî kiriye, li ser Navenda Asyayê wiha dinivîse: „Kurd li Rojavayê Gola Baykalê, li dor çemê Yênîsey û li zozanên Altay dijiyan!“
  6.  Li gor etîmolog Alî Karduxos jî, bêjeyên bi tîpên «B», «C», «Ç», «F», «G», «Ğ », «H», «I», «İ», «J», «L», «M», «N», «P», «R», «Ş», «V»,«Z» dest pê dikin û koka wan bi tirkî be, nînin.  (ji weregra Mahabat Felet) 
    Ev agahiyên etimolok nîşanê me dide ku di tirkî de tîpa „b“ nayê serê peyvan.  Her wiha tîpa „ê“ jî di trkî de tine. Lê di peyva „bêşîk“ de herdu tîp jî hene.
    „Di tirkî de pêşgir nayêne bikaranîn, lewra di tirkî de pêşgir tinene. Lê gelek paşgîrên ku hemî jî ji zimanên Hînd û Aryanî hatine girtin, hene. Û ev paşgîr, bêyî ku fonksiyonên wan baş bêne zanîn, bê ser û ber û bi her awayî têne bikaranîn: -der, -dar, -er, -ar, -e, -el, -al, -sel, -sal, -am, -av, -li, -lik, -cı, -cık, -ce, -çe, -gi, -geç, gar, -tay… mînak : 

tarihsel (dîrokî): tarih + sel
; tarih: bêjeyeke bi erebî ye.
-sel, -sal, ji fransizî hatine girtin.“ (Ji wergera Mahabat Felat)
  7. Ev tîpana "b, c, d, g"  li pişt peyvên tirkî nayên bikaranîn peyvên bîyaniyên bi van tîpan tên nivîsîn divê werin sererastkirin. Mînak: aheng >ahenk, ferd>fert, kîtab >kîtap ûû (Türk Edebiyati. Org) Peyva „bêşîg“ jî bi tîpa „g“ diqede, wan ew kirine „k“
  8. Em tirkiya Tirkiyê, Azerbeycan û Tirkmenîstanê cih bihêlin, ne tenê peyva „Bêşîg“ bi hezaran peyvên Arî – kurdî /farsî ketine nava zimanê Kazaxî jî. Mînak peyva „hinar“ Kurdî - soranî... henar, Kurdî - kurmancî= hinar. Kurdî kirdki = henare, Farsî =anar, Tajîkî = anor. Kazaxî = anar, Hîndî = anar. „Nenî“ ya tirkan jî ji „nanu“ ya Farisan tê. Heta peyva  „karpuz“ jî Bi yunanî „καρπός“, Farisî „ Xarpute“ Sankirîstî „kharbuya“ Ango çima peyva „bêşîg“ jî ji devokên Arî derbasê Kazaxî nebe?
    Weke encam: A = Ev Peyva „Bêşîg“ ji devokên wan eşîrên Kurd yên li Xorezma jor derbasê zimanê êlên tirkîaxêv bûye.

B = Di nava Kurmancan de du peyv hatine bikaranîn, li bakur û Xorezma jor „Bêşîk“ li Hekakarî û hawîr dorê jî „Landik“ e.

Çavkanî:

  1. Lêkolînên min û nivîsên min ên di malperên cûda de hatine weşandin.
  2.  Xebata min a rêzmanî û berhema min ya bi navê Kurdîzan (rûberîna zaravayên Kurdî)
  3. Nivîsên Şoreş Reşî yen dîrokî yên di Yênî Ozgurpolîtîkayê de hatine weşandin. Oguzlar I. II. Karakoyunlar û Akkoyunlar.
  4. Die Herkunft der Ungarn, ihre Sprache und Urkultur Reihe Josef Szinnyei: Ungarische Bibliothek, 1
  5. Ji malpera „aykiridogrular.comSerenivîsa „Türk dili yoktur“  Wergera ji tirkî: Mahabad Felat (amidakurd.net)
  6. Türk Edebiyati. Org
  7. Gotara Murat Belge ya di kovara Birikim de.