Navê Zerdeşt bi çi zimanî ye?

 

Ji ber ku lêkolînerên biyanî tenê zimanê farsî bingeh girtine, li devok û zaravayên Kurdî ku ji farsî kevntir e, nenêrîne, (hima bigire hemû lêkolînerên biyanî di her karên dîrokî de vê qeşmeriyê dikin.) Di rastiyê de ji ber têkiliyên bi dewleta Tirk û farisan re newêrîne ku li zaravayên Kurdî binêrin, lê binêrin jî devokeke farsî yan jî devokek kevnê ku nayê zanîn dibêjin. Em vê bi taybetî di mijara nivîsên Behistûnê yên mixî de jî, bi zelalî dibînin.

Dema arkeologê Îngîlîz Sir Henry Creswicke Rawlinson di sedsala 19. de li ser nivîsên li ser zinarên Bestûnê dixebite, dibîne ku zimanzanên faris wî zimanî hîç fêm nakin. Li wê derê şivanekî 24-25 saliyê ji Kurdên Kelhûr dibîne, fikre „dibe ku ev kesê cigehî bikanibe nivîsê fêm bike“ tê wî şivanî û bang wî dike. Rawlinson nivîsên mixî dixwîne, şivanê Kurdê Kelhûr jî yek bi yek jê re werdigerîne Farsî. Ew êdî fêm dike ku ew nîvîs ne bi persiya kevn bi Medî ye. Ji ber ku kesekî di warê zanyariyê de durist e, ji bo nivîsên mixî yên li Behistûnê rasterast dibêje:

„Ev nivîs ne Persiya kevn, ev nivîs bi Medî ye.“

Li ser vê rastiyê Şahê Îrane yê demê dîn û har dibe, Rawlinson davêje girtîgehê. Ev girtina wî wê serdemê di navbera şahê Îranê û Qiraliyeta Îngîlîz de dibe pirsgirêkeke mezin. Piştî dewleta Îngilîz soza qiraliyetê dide şah ku wê bêjin; „ev nivîs bi persiya kevn e,“ hê şah Rawlinson berdide. Lê Rawilinson di nava bîranînên xwe de vê çîroka rast dinivîse.

Dîsa li ser mirina arkeologê Alman Prof. Klaus Schmidtê ku li ser Girê Mirazan xebitiye jî, gelek spekulasyon hene. Hin kesayetî îdîa dikin ku piştî wî rastiya Girê Mirazan û têkiliya wê ya bi gelê Kurd re danîye, di demeke kurt de mirovê wek dendikê sîrê bijûn bi awayekî esrarengîz dimire û otopsiya wî jî çênekirine. Ev herdu çîrok raberî me dikin ku em bi çi bêbextî û kemînan re rû bi rû ne. Piştî vê rastiyê em niha rastiya navê Zerdeş zelal bikin.

Di şirovekirina navê Zerdeşt de jî piraniya şirovekarên lêkolîner û arkeologên cihanê di bin siya zimanê farsî û serweriya Farsan de bi tevahi ketine nava şaşiyan. Weke mînak: Peyva „Zarathustra“ girtine  bi awayê „Zara – ustra“ ji hev qetandine, „Ustra“ bi almanî „uschtra“ wekî „hêştir“ nîşan dane.  Kîteya „Zar“ jî weke „kal pîr“ şirovekirine. Her çendî Medya ne cih û warê hêştirane, di nivîs û rolyefên mezopotamya û Kurdistanê de hîç nav û nîşaneyeke hêştirê tine jî, Zerdeştê di pîşeya seyîsiyê de pêşketî, kirine xwediyê hêştiran, yan jî gavanê hêştiran. Êh! De were stranên Mîrşah ji wan kesan re nebêje!

Ne tenê em êdî her kes dizanin ku devoka „Hewremî - kirmanckî - Kelhûr“ nêzîkê devoka Avestayê ne. Dema mirov li van zaravayên me dinêre, dibîne ku ji hespê re „astor, ustor ustr“ dibêjin, ev peyv di nivîsandina tîpên aramî de weke „ustr“ tê nivîsandin. „Zar“ jî di tevahiya kurdî de di wateya „awayê axaftin, zarav“ de tê bikaranîn. Dema mirov forma „Zarathustra“ ewropî bikartînin bigire. Ev peyv rasterast tê wateya „Zarê hespan“ Yanê kese ku „zar û zimanê hespan“ dizane, seyîs e. Ji xwe di çîroka Zerdeştê Roştî de jî, tê gotin ku „ew seyîsekî bi nav û deng bûye, wî hespê Kavî Viştaspa“ timarkiriye û xweşkiriye, ev jî bûye vesîle ku Kavî Vîştaspa baweriya wî bipejirîne. Ev pîşeya Seyîsîyê di erdnigariya Medya de xwerû di serdema pêşiyê Medan Mîtaniyan de jî navdar bûye, heta du seyîsên mezin di dîrokê de bi nav û deng in. Ev navdarî îro ji aliyê her kesî ve tê zanîn. Ji wan navdaran yek Kîkûlî ye û çûya nava Xatî/ Hîtîtan û yê din jî Hîksos ku ew jî çûye Misira Fra´unan. Yanê wê serdemê seyîsî, li ser xaka Medya bi giştî pîşeyeke pîroz e û pêşketî ye. Navê Zerdeştê Roştî jî ji wir tê.

Bila êdî ti Kurd Zerdeştê Roştî li hêştirên Ereban siwar nekin, Astor, ustir utrê me jî hene. Bi hêviya ev rastî were têgîhîştin û êdî ti Kurdek nekeve vê kemîna hin der û doran.