NİVİSARA HÛRARTÛYAN A LI PÎRABADÊ[1]

 

 

Kemperandina bi Kurdî

Hûrartûyên ku Kalbavên kurdan e, jiyana xwe ya rojane bi têşeyekî berfiref tomar kirine. Nivisarên ku wan ser teht û zinaran kolandine, ligel mercên avûhewaya dijwar dîsa jî xuyadikin û bi asanî tên xwandin. Ji Erzinganê heya Trans-Qafqasan, Ji Rohilatên Deryaya Reş heya Tûrabîdînê, li seranserî dirêjiya rêzeçiyayên Toros û Zagrosan heremeke pir berfireh, hemû gêdûg û deriyê hemû geliyan mirov dikare rastî kevneşopiyên Hûrartûyan bibe. Mitik û nivisara Pîrabadê jî, ji vana yek e.

Ev gotar, li derbareyê kemperandina nivisarên Pîrabadê (Hûrartûyî) bi kurdî re ye. Her wisa, em hêvî dikin, ew kesên ku zimanê hûrartiyan û yê kurdî wek du ziamanên cuda dihizirin, wê hizra xwe ya çewt bigorînin. Jixwe di kemperandinê de jî diyar dike ku, hemû peyvên hûrartûyî di kurdî de jî hene. Heta peyvên sûmerî yên ku wek logogram hatine bi karînan jî di kurdiya nûjen de bi avayekî xurî û fêmbar cih girtine.

Fermo, berê xwe bidin kemperandina nivisara hûrartûyan û kemperandina wê bi kurdî:

PİRABAT II (Fig. 1; Pl. I, 1):

 G1

 

 T1

Peyva “DİNGİR” a li pêş Ḫaldi bi somerkî tê wateya “Xweda.” Ev peyv ji bo nivisarên mixî yê zimanên ji derî somerî şaş neyên xwendin li pêş navê xwedayan hatiye nivisandin. Her wisa navên xwedayan ji navên din cuda dike. Ev nav (DİNGİR), di kurdiya nûjen de jî heye û wek pêgir/têgir tê gotin û ev jî tê wateya “yê ku xwe pêdigrin, hezdikin û baweriyê jê tînin.” Jixwe, ji navê Xwaldî di kurdiya nûjen de bûye navê Xwadê û navê eşireke kurdan ku jêre dibêjin Xaldî.

Peyvên li tabela jorîn bi zimanê kurdî hatine nivisand, di devok yan jî zaravên kurdî yên têvel tên bi kar anîn.

 Mînakî, peyva resen a hûrartoyî di Kurdiya nûjen de wek peyva ar/ard an jî enbar/embar heye, jixwe peyva ambar ji kurdî derbasî zimanê tirkî bûye.

Bi hûrartukî cinavka şanîdanê î-nî di zaravê dimilkî de wek enî/no/na tê bi lêv kirin.

 Hevoka bi Zimanê Hûrartûyan:

DİNGİRḪal-di-i-ni-ni uš-ma-a-ši-i-ni MEŠAr-gi-iš-ti-i-še MEŠMe-nu-a-ḫ-ni-še i-ni ‘a-ri šu-u-ni

 Hêvoka bi zimanê kurdî:

Têgir Xaldîni hêz mezini Argeştê Menoyî jî enî/no arî/embarî şûnî (kir).

 PİRABAD III (Fig. II; Pl. I, 2)

G2

 T2

Hevokek ji zimanê hûrartûyan:

... ši-i-di-]i-iš-[tu-ni MEŠAr-gi-iš-t[i-ni MEŠMe]-nu-a-[ḫi LUGAL DAN-NU] al-s[u-i-ni/e

LUGAL KURBi-i]-a-i-na-[u-e a-lu-si URUTu] –uš-pa-[e-URU

 Heman hevok bi kurdiya nûjen:

... geşedani kir Argeştê Menoyê alîşan ê ku kalê (şahê) kûra Wanê ye alûsê  ûrta Tuşpayê ye.

 Ferhengok kurdî – kurdî :

 geşedan: pêşxistin, pêşvebirin

alîşan: bişan û bişohret

alûs: kibar, zarîf

kure: ocax

Wan: herêma Wanê

Tuşpa: navê bajarê Wanê yê dema hûrartuyan.

 

[1] Min di vê gotarê de navêUrartuyan bi zanetî wek Hûrartu nivisand. Ji ber ku ew û Hûrî hevnejad in. Bi tenê navê wan qonaxên cuda yên dîrokê xuya dikin.

[2][2] Geşedan: imar ekirin; şiwîn: berhem, yapıt; tanî: yapabildi (Kurmanci karin/kanin; Dimilkî lehçesinde şayîş, şe kerdiş; Soranî lehçeside tanin –ditanim: yapabilirim-) di zimanê hûrî_hûrartûyan de  tan/tanu ytê wateya karin/kanin/tanin (UR tanu  ‘tanin. Messerschimdt, Mit. St. 19; Speiser, IH 83 vd.)

[3] LUGAL (logogram) peyva sûmeriye û tê wateya şah. LU di kurdî de “lo”: deng lêkirina mêran e, jixwe peyva GAL jî di kurdî de wek “kal, ango “rûspî” heye”. Her wiha LUGAL di kurdî de tê wateya kalê rûsipî, ango xwedî heçan.

[4] KUR (logogram) Di sûmerkî de tê wateya welat. Beramberî peyva KUR a sûmerkî wek Kûre ango ocax di zimanê kurdî de cih girtiye.

[5] URU (logogram) Sûmerkî de tê wateya bajar, di kurdî de dibêjin ûrt ‘ û tê wateya cihê bingehîn ê ku lê rûdinin’ (ûrt û ocaxê kalbavan).