ETÎMOLOJIYA PEYVA “HAWAR”
Kurd dema ku nikarin xwe ji rêwş, cih yan jî bûyerên giran xelas bikin, alîkariyê ji kesên din dixwazin û dibêjin “Hawar! Heware! Haho!” Hin caran jî dibêjin, “îmdat!”
Heta, di zimanê kurdî de, li derbareyê vê peyvê bivêjên bi nav û deng jî hene:
“Wekî Xocê Xizir li hawara (yekî) hatin!”
“Weka Xwedê li hawara (yekî) hatin!”
Baş e, jêderka peyva “hawar” kîjan ziman e?
Ango etîmolojiya peyva “hawar” bi zimanên kevnar peyva “hawar”:
Proto-Hînd-Ewropî u̯er-5 (*s u̯er-) ‘parastin, rizgarkirin’; Hîtîtî wārra ‘alîkarî, hawar’; Lûwîyî warrahît ‘hawar, alîkarî’; Horîyî arî ‘hawar, alîkarî’; Sanskrîdî aґvati ‘hawar, alîkarî, parastın’; Avestayiya kevin auurum ‘alîkarî, hawar’; Avestayî hwaršta ‘dilpakî, çakî/çêyî’, vǝrǝϑra- ‘berxwedan, mertal’Pehlewî ayarîh ‘hawar, alîkarî”; Latînî iovere ‘hawar, alîkarî’;
Bi zimanên cînarên kurdî:
Erebî musade; Tirkî imdat; Farisî komek; Hîndî ha meded; Osetî wart ‘mertal.’; Gurcî dakhmareba; Ermenîkî ognut’yun.
Ji peyvên jor jî diyeradike ku, koka peyva “hawar” Proto-Hînd-Ewropî ye, heta mirov dikare bêje ku bingehê vê peyvê jî hema zimanê kurdî bi xwe ye.