Etîmolojiya navê “çemê aras/erez”

 

Aras yan jî Erez, navê Çemekî Kurdistanê ye. Ava Çemê Erez ji çiyayên Çewlig û Erzurimê têdizê, av û kaniyên herêma Qersê jî digre û dikeve nav axa Ermenîstan,  Azerbêycan-Îran û Azerbeycanê. Ji wir jî ew û Çemê Kûra li herêma Sabirabada Azerbeycanê tev li hev dibin û paşê jî, dirijin Deryaya Kasspiyanê (Xezar). Hemû dirêjiya Çemê Erez 1072 kîlometre ye.

Di hin zimanan de Navê Aras/Erez:

Bi Zimanê Horiyan Aranzah[1], Horartûyî Mûna Arsianî Karasu , Yewnaniya kevin Ἀράξης (Araxes), Avesta Çemê Raṅhā[2], di coğrafya Vedîkî de navê wê Rasa ye.

Ermeniya Kevin Yeraskh (Երասխ), Gurciya kevn Rakhsî ((რახსი), Kurdiya kevn jî dibe ku navê vî çemî Haras/Herez

Farisî Aras, Gurcî Araksis, Ermenî Arak’s, Tirkî Aras, Kurdî Aras, Erez.

Baş e Navê Aras/Erez ji ku derhatiye?

Proto-Hînd-Ewropî ere-s-, rs-, r̥s-, eres-, û rē̆s-, rō̆s ‘herk, herihîn, rêrew, rewan, robar, zê’, Her-:1 ‘çûyîn, gihîştin’[3]; Hîtîtî  arra- ‘şûştin’; Hînd-Îranî arşati ‘çem, robar’, rása-‘herkoyî, seyal’, Prorto-Îranî *Har1 ‘çûyîn, gehîjtin’; Avestaya kevin ar- *Har1 yan *Har2 ‘veguhastin’[4]; Medo-Persî rs(s)a- ‘bizavtin, çûyîn, nêzikbûn’[5]; Toxariya A yär-s-, В yar-s- ‘sobarî, avjênî

Dema mirov nav û wateya peyvên li jor rêzkirî dinêre, têdigihêje ku koka navê Çemê Aras/Erez Proto-Hînd Ewropî ye û tê wateya çemekî gur û guj. Jixwe Çemê Erez her çendî li ser bi dehan bend hatibin danînê jî, ew çemekî gur e û bi taybet buharê dema ku mirov herikbûna wî temaşe dike, serê mirov gej dibe. Ji ber vê egerê kalbavan navê vî çemî danîne Aras/Erez. Jixwe Hûrartoyan ji çemê Karasûyê re digotin Arsiani.

Her çi kesên ku navê Aras/Erez lawên xwe kirine bila li wan pîroz be, ji ber ku navekî kevnar û şayeste ye.

Jêderk û berhemên jê sûdwergirtî:

Nexşeya Rêya Çemê Erez

G. Gnoli, Avestan geography, Encyclopaedia Iranica.

Helmut Rix (ed.), Lexikon der indogermanischen Verben, die Wurzeln und ihre Primarstammbildungen, bearbeitet von Martin Kummel, Thomas Zehnder, Reiner Lipp, Brigitte Schirmer. Zweite, erweiterte und verbesserte Auflage, bearbeitet von Martin Kummel und Helmut Rix. Wiesbaden: Reichert, 2001.

Johnny Cheung, Etymologic Dictionary of the Iranian Verbs, Brill, Leiden Boston, 2007.

Julius Pokorny, Indogermanisches etymologisches Worterbuch. Vol. I-II. Bern: Francke, 1959.

Martin Joachim Kummel, Der Aorist der Wurzel(n) ar im Indoiranischen; Martin Joachim Kummel, Das Perfekt im Indoiranischen. Wiesbaden: Reichert.

Roland G. Kent, Old Persian. Grammar, texts, lexicon (American Oriental Series 33). New Haven: American Oriental Society, 1953 [2nd edition].

 

[1] Di wêjeya Horiyan de bi Çemê Dîcleyê re dibêjin Aranzah, dibe ku navê herdûyan jî yek be. Ji ber ku serokaniya herdu çeman jî Çiyayên Çêwligê ne.

[2] Di Avestayê de navê çemekî efsaneyî heye ku jê re dibêjin Haraṅhā, lêkolîner ji bo koka gelên Arî ji bakûrê Ewropayê re girêdin dibêjin ev navê Çemê Volgayê ye. Lê bi hizira min ev raman şaş e. Ji ber ku Pêxember Zerdûşt xelkê Kurdistanê û herêma Ormiyê ye. Bi teqez wî behsa Çemê Aras/Erez kiriye.

[3] LIV: 238; Julius Pokorny 326 ff.

[4] OAv. īrat (Y 53.8); Binyêre Kummel, IIr. & Idg.: 262 ff. Liste: 9, 10

[5] Kent: 169b